Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûsya û Sûrîya rastî fişarên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî tên

Diyaruna û AFP

Zilamekî Sûrî paşmahîyên mûşekekê ku hêzên rejîmê avêtibû bajarokê Dûma yê li Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî di 22yê Kanûna Duyem a 2018an de nîşan dide. Lêpirsînerine NY her û her rejîm bi bikaranîna xaza klor an sarîn di êrîşine kîmawî yên kujer de tawanbar kirine. [Hesen Muhemed/AFP]

Zilamekî Sûrî paşmahîyên mûşekekê ku hêzên rejîmê avêtibû bajarokê Dûma yê li Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî di 22yê Kanûna Duyem a 2018an de nîşan dide. Lêpirsînerine NY her û her rejîm bi bikaranîna xaza klor an sarîn di êrîşine kîmawî yên kujer de tawanbar kirine. [Hesen Muhemed/AFP]

Rûsya û Sûrîya rastî fişarine nû derbarê angaştên bikaranîna çekên kîmawî de hatin piştî civîna welatên endam di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de Duşemê (30 Mijdarê).

Civîn bi heman Roja Bîranîna hemû Qurbanên Şerê Kîmawî re hat.

"Bikaranîna çekên kîmawî dawî li jîyana hejmareke mezin a mirovan anîye, hem sivîl û hem leşker li seranserî cîhanê," Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) di belavokeke xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand.

Di peyameke bîranînê de, Sekreterê Giştî yê NY António Guterres ragihand ku bikaranîna çekên wisa li çi derê, ji alîyê çi kesî, li jêr çi rewşê,"nayê qebûlkirin û binpêkirineke tirsnak a yasaya navnetewî ye".

"Nabe tu behane bo bikaranîna van çekên nebaş hebin", Guterres got. "Divê em yekdest bimînin û bo rêgirtina li ber bikaranîn an gefa bikaranîna wan bi rijd bin. Nabe em bibin bê bandor".

Herwiha teqez kir ku kesê bê sizakirin ji bikaranîna çekêm kîmawî bifilite nayê pejirandin.

Wî got, "pêwîst e nasnameya kesên çekên kîmawî bi kar anîne were dîyarkirin û sizakirin. Ev rêya tekane ya bicihanîna berpirsyartîya xwe ya derbarê qurbanên vî şerê kîmawî ye".

Bangên bo sizakirina rejîma Sûrî

Di civîna Duşemê ya welatên endam ên OPCW de, Rûsya hat handan ku bi "zelalmendî" hûrgulîyên jehrîkirina muxalifê bi navê Alexei Navalny bi xaza demaran Novichok a di Tebaxê de eşkere bike.

Di heman demê de, rejîma Sûrî rastî bangên sizakirinê ji alîyê OPCW ve hatiye piştî lêpirsîneran ew bi êrîşên sarîn ên 2017an tawanbar kir.

Rûsya û Sûrîya her û her ev tawanbarî red dikirin.

Sûrîya pabendî dema 90 rojî ya Tîrmehê nebû ku çekên kîmawî yên di êrîşa li ser gundê Letamnayê de bi kar anîbû ragihîne û embarên din ên çekên mayî eşkere bike, serokê OPCW Fernando Arias got.

Arias dîyar kir ku "Komara Sûrî tu rêkar temam nekirin".

Wî got ku "kun, nakokî û cudatî" hîna di îfadeyên rejîma Sûrî de derbarê pêşketinên lihevkirina wê ya 2013an de hene ku divê dest ji hemû çekên kîmawî berde piştî êrîşeke ku tê gumankirin xaza sarîn tê de hatiye bikaranîn û di encamê de 1,400 kes li Xûtayê kuştine.

Balyozê Fransî Luis Vassy got ku Fransa ji OPCW xwestîye ku "maf û takemafên Sûrîyayê hilawestîne" ji ber dema dawî ji dest bir, da zanîn jî ku ev pêşinyar piştgirîya 43 welatan wergirt.

Ji wan jî mafê Sûrîya yê dengdanê di OPCW de, ku di desteyê de ne xwedî deng be ji ber bikaranîna çekên jehrîn bi salan mandel kiriye.

Rûsya li jêr fişara OPCW e

Di heman demê de, Rûsya ji ber jehrîkirina Navalny rastî fişaran hat, ku sîyasetmedar û hikumetên Rojavayî tilîyên tawanbarîyê dirêjî Kremlinê kir.

OPCW hebûna xaza demaran Novichok a ji serdema Sovyetê di nimûneyên ku ji Navalny li nexweşxaneyeke Almanyayê de hatiye standin piştrast kir.

Arias anî ziman ku OPCW hîna bi Rûsyayê re giftûgoyê dike bo tîmekê bişîne da derbarê bûyerê de lêpirsînê bike, wî got.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, 55 welatan di nav de Amerîka, Yapan, Kanada, Australîya û gelek welatên Ewropayê ragihand ku "ew bi zimanekî tûj êrîşa li ser Navalny şermezar dikin".

Rûsya bo "dayîna alîkarîyê han dan... bi rêya kişfkirina bilez û zelalmend a hûrgulîyên vê êrîşa bi çekên kîmawî" li ser erdên Rûsî.

OPCW ji 193 welatên endam pêk tê û Xelata Nobel a Aştîyê di 2013an de ji ber karê wê yê wêrankirina çekên kîmawî li cîhanê wergirt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500