Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Qedexekirina Çekan Kîmawî hişîyarîyê dide rejîma Sûrî ji ber êrîşên sarîn ên sala 2017an pêk hatine

AFP

Leşkerine rejîmê li nêzî maşîneyeke şer wêranbûyî ya hêzeke piyadê rawestîyayîne li nêzî devê şikeftekê û sîstemeke tunêlan a ku ji alîyê çekdarên opozîsyonê hatibûn bikaranîn li nêzî Letamna li parêzgeha Hemayê di 25ê Îlona 2019an de. [Maxime Popov/AFP]

Leşkerine rejîmê li nêzî maşîneyeke şer wêranbûyî ya hêzeke piyadê rawestîyayîne li nêzî devê şikeftekê û sîstemeke tunêlan a ku ji alîyê çekdarên opozîsyonê hatibûn bikaranîn li nêzî Letamna li parêzgeha Hemayê di 25ê Îlona 2019an de. [Maxime Popov/AFP]

Dewletên endam ên di rêxistina navdewletî ya çavdêrîya çekên jehrîn de Pêncşemê (9ê Tîrmehê) Hikûmeta Sûrîyayê hişyar kirin ku dibe ew rêkarekê li dijî wê bikin piştî lêpirsînekê ku tê de yekem car bi awayekî belî rejîma Sûrî bi êrîşên bi gaza sarîn hat tawanbarkirin.

Encumena cîbicîkar a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) bi piranîya dengan erê kir ku divê hikûmeta Sûrîyayê hemû hûrgulîyên derbarê dezgehên xwe yên hilberîna sarîn û klorê de ku di êrîşên 2017an de hatibûn bikaranîn rabigihîne.

Ev gav di demekê de tê piştî tîma nû ya lêpirsînerên OPCW di raporta xwe ya yekemîn di Nîsanê got ku hêza asmanî ya rejîma Sûrî herdu gazên kîmawî li ser gundê Letamnayê di Adara 2017an de bi kar anîne.

Tenê Rûsya, Çîn û Îran li dijî biryara Pêncşemê ya encumena rêxistina OPCW derketin, ku encumen 41 dewletan ji eslê 139 dewletên endam di NY de dihundirîne.

"Encameke baş e bo ewlehîya navdewletî û bo rûbirûbûna reva ji sizayan," balyozê Fransî Luis Vassy, ku welatê wî ev pêşinyar pêşkêş kiriye, got.

"Ev serkeftineke ji vê rêxistinê re, ku ew desthilata xwe bi cih tîne."

Dibe Sûrîya mafê xwe yê dengdayînê ji dest bide li jêr sizaya herî mezin a di peymana rêxistinê de hatiye, ya ku navenda wê li Lahayî ye, eger nikarî heya 90 rojan rêkarên pêwîst bigire, diplomatan got.

Di rewşên dijwar de OPCW dikare herwiha welatan rake Encumena Ewlekarîyê ya NY eger peymanên têkildarî çekên kîmawî binpê bikin.

"Nîgeranîyeke kûr"

Biryarê bikaranîna Sûrîyayê ji çekên kîmawî re şermezar kir û "nîgeranîya xwe ya kûr" anî ziman, ku êrîşên 2017an dîyar kirin ku rejîma Sûrî nekarî xwe ji hemû çekên xwe yên kîmawî xelas bike.

Biryar herwiha 90 rojan dide Sûrîyayê ku "rewşê sererast bike" bi rêya eşkerekirina dezgehên ku tê de pêşxistin, hilberîn û embarkirina çekên kîmawî yên di 2017an de hatine bikaranîn".

Biryarê anî ziman jî ku rejîm divê herwiha hemû çekên kîmawî yên li cem wê mayî jî eşkere bike, di nav de sarîn û klor.

Eger Sûrîya mukur nehat, dê dosyaya wê di civîna salane ya hemû welatên endamên OPCW de ya qewle di Mijdarê de were lidarxistin bikeve dengdanê.

Sûrîya her bikaranîna çekên kîmawî mandel kiriye û bi rijd e ku wê çekên xwe yên embarkirî li jêr peymana 2013an radest kirine, ku di encama êrîşekê de ku tê payîn sarîn tê de hatibû bikanîn 1,400 kes li Xûtaya Rojhilatî hatin kuştin.

Tîma lêpirsînerên OPCW dît ku du balafirên şer ên Sûrî bombeyên ku sarîn tê de bûn bi ser Letamena de berdan û helîkopterekê jî bermîlek ku tije bombeyên klor bû bi ser gund de avêt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500