Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pêlekê hêrsê piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî rejîma Sûrî bi êrîşên xazê gunehbar kir

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Perestareke ku xaza jehrîn li bajarokê Letaminayê li gundewarê Hemayê henase kir piştî êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî oksicînê di rêya mask werdigire. [Skrînşût ji vîdyoya Heleb iroj e]

Perestareke ku xaza jehrîn li bajarokê Letaminayê li gundewarê Hemayê henase kir piştî êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî oksicînê di rêya mask werdigire. [Skrînşût ji vîdyoya Heleb iroj e]

Komîteya navdewletî ya çavdêrîkirina çekên kîmawî roja Çarşemê (8ê Nîasanê) yekem car bi awayekî eşkere rejîma Sûrî bi êrîşên jehrîn gunehbar kir, û got ku hêzên wê yê asmanî xaza damarên sarîn û klorîn sê caran bi kar anîne.

Teqezkirina ji alîyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) ku rejîmê çekên kîmawî yên qedexekirî li dijî deverên sivîl bi kar anîne gelek paşdahatên wê hene, çalakgerekî Sûrî ji Diyaruna re ragihand.

Encamên OPCW kilît in bo muhasebekirina rejîma Sûrî ji ber kirarên wê, rojnamevan Muhemed Ebulah got.

Wan herwiha delîl li ser derew û redkirina rejîma Sûrî derbarê bikaranîna van materyalan pêşkêş kir û angaştinên wê ku sûcdarkirin beşek ji kampanyayeke medyayî ya ku li dijî wê tê bikarnîn red kir, wî ji Diyaruna re got.

Jineke ku rastî xazên jehrîn hat li Letaminayê di 25ê Adara 2017an de, oksîcînê werdigire. [Skrînşût ji vîdyoya Heleb roj e]

Jineke ku rastî xazên jehrîn hat li Letaminayê di 25ê Adara 2017an de, oksîcînê werdigire. [Skrînşût ji vîdyoya Heleb roj e]

Du endamên Xûzeyên Sipî maskên parêzer li xwe dikin dema ew cihên bi xazên jehrîn armanckirî li Letaminê teftîş dikin di 25ê Adara 2017an de. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Heleb Îroj hatiye wergirtin]

Du endamên Xûzeyên Sipî maskên parêzer li xwe dikin dema ew cihên bi xazên jehrîn armanckirî li Letaminê teftîş dikin di 25ê Adara 2017an de. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Heleb Îroj hatiye wergirtin]

Teqezkirina OPCW ku rejîma Sûrî êrîşên kîmawî li ser bajarokê Letaminayê bi cih anîn li gundewarê bakurî yê parêzgeha Hemayê herwiha destnîşan dike ku destên piştgirên rejîmê, bi taybet Rûsyayê tê de heye.

Rûsyayê bêtirî carekê daxuyand ku ev rastî tenê angaştinên bêbingeh in, Ebdulah da zanîn.

Herwiha raporta OPCW agahîyên ne rast ên di medyaya Rûsî û Sûrî de tên belavkirin red dike, li gel hin raport anagaşt dikin ku êrîş ji alîyê komên opozîsyonê ve hatine plankirin weke hewldanekî daku wêneya rejîmê û hevalbendên wê xerab bikin.

Ebdullah hêvî kir ku raporta OPCW dê dozlêvekirina rejîma Sûrî hêsan bike li pêşîya dadgeha navdwletî, ew dibêje ku êrîş dikevine warê tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê.

Rejîma Sûrî tê gunehbarkirin

Encamên OPCW ên di raporta yekem a ji alîyê tîmeke peyger ve hatin, tîma hat çêkirin daku tawankarên ku êrîş di şerê Sûrîyayê yê berdewam de pêk anîne destnîşan bike.

Dewletên endamên OPCW berî du salan li hev kirin ku desthilatdarîyên nû bidine komîteya navdewletî ya çavdêrîyê daku êrîşan gunehbar bike, tevî redkirina ji alîyê Sûrîya û hevalbenda wê Rûsyayê.

Berî vê, wê tenê dikarî bibêje eger êrîşên kîmawî hatine pêkanaîn lê bê ku tawankaran bi nav bike.

Raportê got ku du balefirên şer ên Soxoy SU-22 ji Hêza Asmanî ya Erebî ya Sûrî du bombeyên sarînê dihewînin avêtine ser Letaminayê di 24ê 30ê Adara 2017an de.

Helîkoptereke serbazî ya Sûrî cêreke dagirtî klorîn avête ser nexweşxaneyekê li heman gundî di 25ê Adara wê salê de, raportê daxuyand.

Bi giştî, 106 kes ji ber êrîşan ziyan gihabû wan, OPCW teqez kir.

Êrîşa Letaminê çend rojan berî êrîşeke din a sarînê ya kujer li nêzî Xan Şêxûnê bû di 4ê Nîsanê de ku bêtirî 80 kesan tê de hatin kuştin.

Tê pêşbînkirin ku tîma OPCW piştî demekê bi êrîşeke kolorê ya tê angaştin di sala 2018an de li ser bajarokê Dûmayê yê Sûrî bide û bistîne êrîşa ku herî kêm 40 kes tê de mir.

''Ferman ji alîyê fermandarên bilind''

OPCW got ku Tîma Lêkolînê û Destnîşankirina Nasnameyan (IIT) nikarîbû zincîra fermandarîyê ya deqîq destnîşan bike lê divê fermanên êrîşan ji alîyê fermandarine paye blind ve hatibin weşandin.

"Êrîşên stratejîk ên mîna van dê tenê li ser binegeha fermanên ji alîyê desthilatdarîyên bilind ên fermandarîya serbazî ya Komara Erebî ya Sûrî ve bin," hevahengerê IIT Santiago Onate-Laborde got.

"Heta eger desthilatdarî hatibe spartedarkirin, nayê qebûlkirin. Dawî, IIT nikarîbû ti şirovekirina din a tê pejirandin destnîşan bike," wî di daxuyanîyekê de got.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo got "agahîyên derew ên ji alîyê alîkerên [serokê Sûrî Beşar] Esed Rûsya û Îran çi qas bin nikarin restîya ku rejîma Esed berpirsa hejmareke êrîşên çekên kîmawî ye winda bikin".

"Binpêkirina hovane ya mîna vê ji qanûna navdewletî re divî bê ciza derbas nebe," Wezîrê Karê Derve yê Almanî Heiko Maas got.

Louis Çarbonneau birêveberên Human Right Watch li NY got ku "divê encamên OPCW werin bikaranîn daku piştgirîya dadmendîya tawanî bike girêdayî kesên berpirs".

Lê Fernando Aryas serokê OPCW destnîşan kir ku IIT li wir bû ne ji bo ku tekekesan bi nav bike, ne jî ew dikare encaman bi kar bîne bê çima ew bi rêkeftina çekên kîmawî ne pêbend in.

Aniha ew li ser dewletên endam di OPCW û Sekreterê Giştî yê NY dimîne û "civaka navdewletî bi giştî bi çi tedbîra ew guncan û pêwîst dibînin bikin", Aryas got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500