Nûçeyên Iraqê

OPCW: Sarîn li Sûriyê 5 rojan beriya êrîşa Xan Şêxûn hat bikaranîn

Gaza sarîn di "bûyerekê" de li gundekî li bakûrê Sûriyê di dawiya Adarê de hat bikaranîn, pênc roj pêşiya êrîşa kujêner a li ser Xan Şêxûn, AFP roja Çarşemê (4ê cotmehê) ragihand.

"Şiroveyên (ji aliyê OPCW) komkirî... vedigerin bûyerekê ku dîsan li beşekî bakûrî yê Sûriyê di 30ê Adara vê salê pêk hat," birêveberê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî got.

"Encam hebûna gaza sarîn piştrast dikin," Ehmet Uzumcu got.

Êrîşa Xan Şêxûn a di 4ê Adarê dihat bawerkirin ku ew yekem êrîşa sarîn bû ji dema êrîşa kujêner a sala 2013an ve li Şamê û li derdora wê ku bi sedên kesan kuşt.

Lê Uzumcu got ku sarîn li gundekî bi navê Latamina, dora 25 kîlometran ji başûrê Xan Şêxûn ve dûr e li 30ê Adarê hatibû bikaranîn.

"Tiştê ku em niha zanin ne gelek e. Li gorî gotegotan 50 kes birîndar bûn. Tu mirinên raportkirî tune bûn," wî got.

Wî got ku misyona OPCW nimûneyên ax, cil û parçeyên hesin birin "û hatin şandin bo laboratorên me, û me berî çend rojekan me encaman wergirt".

"Nîgerandar e ku bikaranîn anjî kifşkirina hinek gaza sarîn heta beriya 4ê Nîsanê hebû ye," wî got.

Hukmeta Sûriyê beşdarbûna xwe red kiriye û îdia dike ku piştî rêkeftina 2013an a ku di nav de soza teslîmkirina çekên kîmawî yên xwe da, nema ew çekên kîmyawî li ba wê hene.

Di destpêka vê salê de OPCW raporek pêşkêş kir ku bikaranîna gaza sarîn li Xan Şêxûn piştrast kir, lê belê lom ji tu aliyî nekir.

Lê vekolînerên tawanên şer ên NY got ku wan belge heye ku hêzên Sûrî li pişt van êrîşan bûn, raporta yekem a NY e ku lomê ji rejîma Esed dike.

JIM, paneleke hevbeş a OPCW-Neteweyên Yekbûyî, niha li pirsyara berpirsyaretiyê digere û rapora wê li ser êrîşê dê di hefteyên bên de bê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500