Cenazeya zanayê navikî yê Îranî yê mezin Muhsin Fexrîzade, ê ku roja Înê (27ê Mijdarê) di êrîşeke ku Komara Îslamî Îsraîl pê tawanbar kir hat kuştin, roja Duşemê li Tehranê hat lidarxistin ligel rexneyên zêde li Îranê ku nikare kuştinê li ser xaka xwe rawestîne.
Gelek berpirsên Îranî yên payebilind li cenezeyê hazir bûn, di nav wan de Wezîrê Berevanîyê Amir Hatemî û serokê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Husên Selamî, AFP ragihand.
Ekraneke mezin wêneyekî zanayê kuştî li rex Serkirdeyê Mezin ê Îranê Elî Xameneî, herwiha fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî, yê di destpêka vê salê de li Bexdayê hat kuştin dîyar dike.
Edmîral Elî Şemxanî, Sekreterê Encumena Ewlehî ya Neteweyî yê Bilind yê Îranê, got ku operasyona kuştinê ya "kompleks" ev bîst sal in tê amadekirin û ji civaka hewalgirî ya Îranê re naskirî bû.
Wî got ku tevî wê yekê, herwekî ku dem û hûrgilîyên operasyonê bi demê rehatin guhertin, hêzên hewalgirîya Îranî "mixabin nikarîbû li gor wê yekê reftar bike".
Terorkirina Fexrîzade ligel kuştina zanayên navikî yên Îranî yên din di van salên dawî de, û gelek teqînên di baregehên serbazî yên hestyar de, û dizîya vê dawîyê ji pelgeyên programên mûşekî û navîkî yên hestyar ji sazîyeke navikî li Îranê, bûye sedema pêleke rexnekirinê li şiyanên hewalgirî yên Îranê.
Hin texmîn dikin ku dibe hêzên navxweyî li pey êrîşê bin. Ew dibêjin ku komeke Îranîyên hişk li dijî giftûgoyên bi Amerîkayê re ne, vê yekê hişt ku ew Fexrîzade bikujin û wî weke bihaneyekê bi kar bînin da Îranê ji pabendîyên wê li hember Desteya Navdewletî ya Enerjîya Atomîc dûr bixin û astengîyê ji çi giftûgoyên gengaz re çêkin.
Wan herwiha anî ziman ku navgîna ku radihişt Fexrîzade ji guleya ne diparast, ev yek ewlehîya lawaz ya bi qesd destnîşan dike.
Bipaşveketina Programê navikî
Şirovekerekî ku berê di hêzên deryayî yê Îranî de bû ji Meşariqê re got ku ji çaxa ku Fexrîzade li ser nûjenkirina sîstema radarê serbazî yê Îranê kar dikir, kuştina wî derbeyek ji programê serbazî yê teqlîdî û yê navîkî yê Îranê re ye.
Şirovekarê ku li ser şertûmercê ku navê wî neyê gotin, bê ku guh bide eger kuştinê armanc kir ku zanayên Îranî yên din bitrisîne, pêkan e ku wê bandorê bike, ji ber lûçûna tevlîbûna di programa navikî ya rejîmê zêde dike.
Derbarê paşveketina programê navikî yê Îranê, wî got ku terorkirina Fexrîzade tê berhevkirin bi kuştina Sulêmanî re.
"Di demeke kurt de dibe ku paşveketinek be ji programa navikî re, ji ber dibe ku ew kesekî din jiheman kwalîtê ligel wan nebe ku bikeve şûna Fexrîzade de," wî got. "Lê di demeke dirêj de, dibe cudabûneke gelekî piçûk çêke."
"Dê hinek bîrhatina sazî û pisporî were windakirin, lê pisporine din ên Îranê hene, û dibe ku biryarçêkerên li pey programa navikî weberhênanê xwe du taq bikin û pisporên xwecihî û biyanî bikine xebatê de, eger ne ji bo tiştekî be ji bo ku ," wî got.
Muhsin Husênî, pisporekî siyasî yê li Amerîkayê dimîne, ji Meşariqê re ragihand ku her sê stûnên siyaseta rejîma Îranî ev in, hejmûna herêmî, mûşekên palistî û programa navikî.
Wî got ku terorkirina Fexrîzade derbeyeke ji programê navikî re -- tam weke çawa kuştina Sulêmanî derbeyek bû ji hejmûna wê ya herêmî re. Bi heman şêweyî, mirina efserê Psdaran Hesen Tehranî-Muqedem di 2011an de paşveketineke mezin bû ji programê mûşekan ê rejîmê re.
Fexrîzade kî bû?
Endamekî berê yê Pasdaran, Fexrîzade cîgirê wezîrê berevanîyê û serokê Rêxistina Nûbûn û Lêkolîna Berevanîyê ya wezaretê (SPND) bû.
Weke "zilamê navikî yê lêl" dihat destnîşankirin, Fexrîzade programê navikî yê Îranî damezrand, ê ku heta aniha nikarîbû çekekî navikî berhem bide. Lêbelê, hat gotin ku wî arezû dikir ku wê yekê bikepêkan.
Amerîkayê siza li ser Fexrîzade sepandin di 2008an de, ji ber "çalakî û diravkarîyên ku di pêşxistina progarama navîkî ya Îranê de beşdar kirin".
Fexrîzade gelekî mezin bû ku karîbû bi Xameneî re bicive di Kanûna Duyem a 2019an de, weke çawa di wêneyên hatin belavkirin piştî mirina wî.
Ji bo kuştina wî, herwiha Fexrîzade gelekî girîng bû ku bi awayekî bêrûmet were kuştin, di êrîşeke ro bi nîvro li ser şarêyekê tam li dervey Tehranê, AFP ragihand.
Kerîm Sajdapûr ji sazîya Karnegie Enowment bo Aştîya Navdewletî got ku "dê mehan dirêj bide eger ne bi salan be" da em bandora tam a mirina wî binirxînin.
"Ew kesên ku bi rastî rola wî ya roj bi roj ya destnîşankirî di çalakîyên navikî yên Îranê de tê gihiştin naaxivin û ew kesên diaxivin nizanin," wî li ser Twitterê nivîsî.
"Armanca Mosad a pêşîn"
Fexrîzade weke "armanca hejmar yek" bû ji ajansa hewalgirî ya Îsraîlî ya mosad re û weke "mejîyê pişt programê atomî yê Îranê" dihat naskirin.
"Me nas kir ku di gelek hilkeftinan de gefên bi terorkirinê lê hatibûn xwarin û ew dihat şopandin," Hatemî got.
Fexrîzade di belgeyeke Ajansa Enerjîya Atomîk a Navdewletî de di Kanûna Duyem a 2015an de hat xuyakirin.
Ajansa Navdewletî bi Enerjîya Atomîk guman kir ku ew ji destpêka 2000an ve "çalakîyên ku divê werin pêkanîn bi rê ve dibe da piştgirîya dirêjahîya serbazî ya gengaz ya programê navikî yê Îranê bikin" ku ajansa NY got ku di dawîya sala 1980 de dest pê kir.
Raporta Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomîk got ku çalakîyên mîna van li jêr serperiştîya wî dihatin orgenîzkirin, diçarçoveya programekî "AMAD" jê re dihat gotin, heta ku di dawîya 2003yan de dev jê berdan.
Di Adara 2007an de, Fexrîzade bû armanca sizayên Encumena Ewlehî ya NY ligel "kesine din ku destên wan di çalakîyên mûşekên palistî an navîkî de heye ji Îranê re".
Biryara Encumena Ewlehî ya NY a 1747 ew weke "zanayekî mezin" ê wezareta berevanîyê û "serokê berê yê Navenda Lêkolînên Fîzîkî" da nasîn.
Encymanê daxuyand ku Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî "xwest ku hevpeyvînekê derbarê çalakîyên navendê pê re pêk bîne dema ew serokê wê bo lê Îranê red kir".
"Sulêmanîyê zanistê"
Sizayên NY piştî lihevkirina navikî di 2015an de kete xizmetê hatin rakirin. Lê piştî vekişîna Amerîkayê di 2018an de, dîsa siza li Fexrîzade birî.
Li gorî Cîgirê Serokê Îranî Elî Ekber Salihî, ku ew jî serokatîya Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê (AEOI) dike, Fexrîzade xwedî peyaya dektorîyê ye di "fîzyaya nuklerî û endezyarîyê" de û teza xwe bi Ferîdûn Ebasî Davanî ku serokê berê yê rêxistinê bû re nivîsandiye ku ew bixwe ji hewldaneke kuştinê di 2010 de filitîye.
Ebasî Devanî zaistvanê kuştî bi "hevalê nêzîk" pênase kir ku "34 salan karê pîşeyî yê pêbawer kirine", û anî ziman ku ew mil bi mil di enîyên pêş ên şerê Îran û Îraqê yê 1980-88 de şer kiriye.
Wî ji navgîneyên ragihandinê re dîyar kir ku Fexrîzade "di hemû waran de xebitîye da piştgirîya çalakîyên welat ên nuklerî bike", nemaze pîtandina uraniumê.
Ew bi "zanayekî giranbuha bi nav kir ku dibe bigihêje peyaya şehîd Sulêmanî, [lê] di warê zanist û teknolojyayê de".