Artêşa Rûsyayê, ya ku ziyan gihişt navûdengîya wî ji ber zincîrek ji bûyerên xwînî, tûşî şikestineke din hat piştî ku Pêncşemê (12ê Kanûna Yekem) agir bi yekane hilgira balefiran ket.
Admiral Kuznetsov bêhtir ji du salan li Murmansik dihat çaksazkirin û di Cotmeha 2018an de tûşî ziyanê bû dema ku kranekî wê (stûna hilgir) li ser dekê ket.
Ajansa nûçeya a dewletê RIA Novosti li ser zimanê çavkanîyekê li qada sazkirina gemîyan a Zvêzdoçka got ku agir di dema karên lihîmkirinê de gurbû.
Desthildarî dibêjn ku herî kêm 12 kes birîndar bûne, ku şeş ji wan li jêr guhlêdaneke taybet in, li gorî mîdyaya Rûsî. Qala mirina kesekî heta aniha tê kirin.
Bêhtir ji 400 kesan amade bûn dema ku agir gur bû, ajansa nûçeyan a dewletê TASS li ser zimanê peyvdarekî Zvêzdoçka got.
Agir li rûbereke dora 600 metrên ducar belavbû, li gorî Interfax.
Admiral Kuznetsov -- ku di sala1985an dest bi karbûye û pêşengê Deryavanîya Rûsî ye -- cara yekem sala 1997an derbasî yekm çaksazîyê bû.
Dihat payîn ku çaksazî di dawîya sala 2020an de biqedin, û gemîya şer di sala 2021an de careke din tevlî deryavanîyê bibe.
Bicihkirinên dawî yên gemîyê alîkarî da hevalbendên Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê.
Kremlin di sala 2016an de û di destpêka 2017an de keştî şandibû Deryaya Sipî bo lêdana li hinek armancan li Sûrîyayê, bi rêbertîya hevalbendê Moskoyê Beşar Esed.
Gemîyê serokatîya komeke deryayî li nêzî kenarên Sûrî dikir, û şervanên wê 1,200 armanc di dema erkdarîya wê de pêk anîn.
Operasyonên serbazî yên Rûsî bûne sedema kuştina bêhtir ji 6,500 sivîlan ji 2015an de, raportekê wiha di 30ê Îlonê de angaşt kir. Ji wan mirîyan 1,928 zarok in û 908 jin in, li gorî belgehên ku çalakgerine Sûrî kom kirine.
Ew herwiha li pêşîya kenarên Lîbyayê di Kanûna Duyem a 2017an de rawestîya û kesayeta serbazî ya bihêz Xalîfa Hefter bû rêberê wê, yê ku Rûsya piştgirîya wî di şerê navxweyî de dike.
Di misyonê de gemî tûşî gelek bûyeran hat, di nav de têkçûna firokeyeke şer a ji celebê Suxoyî di deryayê çaxê wê hewl da li ser hilgirê dakeve.
Çaksazî û nûkirinan -- ku tê gotin ku lêçûna wan 62 milyar RUB (milyarek dolar) -- giranî dan pergala kehrebeya gemîyê û sîstemên elektronî yên wê.
Piştî bûyera rûxana kranê (stûna hilgir) li ser dekeya gemîyê sala borî, ku karker tê de hat kuştin û ziyaneke mezin çêbû, tirs peyda bûn ku dibe kar dereng bimîne û gemîya hilgir heta piştî 2021an li derveyî xizmetê bimîne.
Deryavanîya Rûsî rastî kêşeyan tê di temwîla dewletê, qadên sazkirina gemîyan ên kevin, û bicihanîna daxwazên gemîyên nû de.
Di şeş salên dawî de, sê bûyerên agirketin bi xewaseyên li jêr çaksazkirinê hebûn.
Qewl bû ku Admiral Kuznetsov yekem komgemîya nû ji hilgirên balefiran ên Soviyêt baye, lê deryavanîya Rûsî rastî kêmbûneke mezin di temwîlê de hatiye ji dema rûxana Yekîtîya Soviyêt di sala 1991an de.
Yekîtîya Soviyêt di lutkeya hêza xwe de xwedan pênc hilgirên balefiran bû.
Çend felaketên serbazî
Şewata 12ê Kanûna Yekem bûyereke ji zincîrek ji felaketan û bûyeran hatin serê artêşa Rusyayê, ku ev yek nîgeranîyên têkildarî sîstemên berevanîyê yên kevin li welat zêde dike.
Roja 8ê Tebaxê, teqînek li bajarê Sarov, li Herêma Nizny Novgorod, dora 500 kîlometran li rojhilatê Moskoyê, rû da di dema têstkirina mûşekeke navikî, ku di encamê de pênc ji endamên staf hatin kuştin û belavbûna astên bilind ji radyasyonê.
Di Tebaxê de, bajarokê Açinsik, li Herêma Krasnoyarsik, tûşî teqînan di depoyeke cebilxaneyê de bi dirêjahîya çend rojan hatibû.
Di teqîna yekem a roja 5ê Tebaxê de kesek hat kuştin. Di çend teqînan de roja 9ê Tebaxê di operasyoneke paqijkirina mînan de, li heman cihî, herî kêm neh kes hatin kuştin, li gorî Euro News.
Hevdem, di 1ê Tîrmehê de, 14 deryavanên Rûsî di agirekî de mirin, ku di xewaseyekê de li bakurê welatê gurbû, li gorî Wezareta Berevanîyê ya Rûsî.
Ji her 14 qurbanîyan, heft ji wan efserên payebilind ên dervanîyê bûn, lewra dibe ku gemî ne di erkekî asayî de bû. Nayê zanîn çend kes di hundirê xewaseyê de bûn.
Rojnameya Novaya Gazeta li ser zimanê çavkanîyên xwe got ku bûyer li ser xewaseyeke navikî ji celebê AS-12 qewimîye, ku herwiha navê wê Loşarik e, xewaseya ku dikare biçe kûrahîyên kûr.
Di Tebaxa 2000an de, xewaseya Kursik di Deryaya Barênts de noq bû û her 118 kesên tê de mirin. Lêkolînekê dît ku torpîdek teqîya, û yên din hemû teqandin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, yê ku çend rojan piştî felaketê di betlaneyê de bû, ji ber helwesta xwe hat rexnekirin.
Mosko bi awayekî seyr destekên biyanî yên alîkarîkirinê di xebatên vemirandina agir de red kirin.
Di bûyereke din de sala 2008an, 20 Rusî -- sê efserên deryavanîyê û 17 sivîl -- bi gazeke jehrîn hatin kuştin piştî bikaranîna sîstema agirvemirandinê ya keştîyekê di dema bicihanîna hinek rahînan di Deryaya Japanê de.
Û di sala 2011an, agir bi yek ji mezintirîn xewaseyên navikî yên Rûsî, Yekaterinburg, ket di çaxê çaksazkirinan de li herêma Murmansik.
Pişt re hat gotin ku xewase bi mûşekên navikî yên dûr-meda çekdarkirî bû dema agir girtiyê.
"Parçenine bo mozexaneyê"
Dewletên Asya Navîn, yên ku xwean pêwendîyên dîrokî û siyasî ne ligel Rûsyayê, dibînin ku alavên wan ên serbazî yên Rûsî bi dest tên bikaranîn.
"Qîrgîzstan, Tajikistan, Uzbekistan û Turkmenistan bi piranî alavên kevin ên Soviyêt bi kar tînin, ên ku îroj mîna parçeyên li mozexaneyan in," Ruslan Nazarov, şirovekarekî di warê pêwendîyên navdewletî de ku li Nûr-Sultanê li Kazaxistanê ye, meha Nînasê wiha rewş şirove kiribû.
Dîyar e ku çekên biserçûyî yên Rûsya dane dewletên Asya Navîn dê alîkarîya wan di tengaveke netewî de nekin, Yûrî Poyta, serokê Beşê Asya-Pasifîf a Navenda Lêkolînên Artêş, Guhertinê û Bêçekkirinê li Kiyêv, li Ukranyayê wiha got.
"Çekên mîna van dikarin di şerên zivik an weset de li dijî hêzên çekdar ên dewletên bêhêz yan komên çekdar ên qedexe werin bikaranîn," Poyta di meha Nîsanê de gotibû.
Poyta got ku lê welatên Rojavayî pêşketî ne xwedan pîvanên serbazî yên nûjen e, û go ku pêdivî bi "pergalên hewalgirî yên nûjen, fermandarî û kontrol, ronîya armanckirî, û komên robotî û çekên pir biqîdet heye".
Ji bo nixumandina kêmasîyan, artêşa Rûsî piranîya caran pişta xwe bi angaştên meznahîyê girê dide.
Yek ji mînakan ew bû dema Putin sala borî di gotara xwe ya têkildarî rewşa neteweyê de got ku Rûsya nifşekî nû ji çekên "nayên binxistin" saz kiriye.