Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xalibaf bi ezmûna salên serkirdatîya gendel tê parlemanê Îranê

Behroz Lareganî

Muhemed Bager Xelîfbax weke serokê parlemanê Îranê di Gulana 2020an de hatiye hilbijartin. [Wêne ji IRNA re hatiye wergirtin]

Muhemed Bager Xelîfbax weke serokê parlemanê Îranê di Gulana 2020an de hatiye hilbijartin. [Wêne ji IRNA re hatiye wergirtin]

Tawanbarkirinên bi gendelîyê li dor Muhemed Baqir Xalibaf zêde dibin, ê ku vê dawîyê weke serokê parleman hatiye hilbijartin, di hemû jîyana wî ya siyasî û serbazî de, çavdêran ji Diyaruna re ragihand.

Lê şaredarê berê yê Tehranê û generalê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), bo heyama salekê di dawîya Gulanê de hat hilbijartin, hîn postên mezintir werdigire, û piştgirîyeke mezin ji Rêberê Bilind Elî Xameneî werdigire.

Navûdengîya mezin a siyastevanê navdar ji ber postê şaredarê Tehranê bû bo 12 salan, ji 2005 heta bi 2017an. Ew herwiha endamekî Encumena Berjewendîyê Rejîmê ye ji sala 2017an ve, ku Xameneî ew destnîşan kiribû.

Berî ew bibe şaredarê Tehranê, Xalibaf gelek postên hestyar wergirtine, bi taybetî serokê basikê darayî yê Pasdaran, Baregehên Avahîya Xatem el-Enbiya, di dawîya salên 1980an de.

Xalibaf bi gendelîya darayî çend caran hatiye gunehbarkirin di dehsalên borî de. Lê ev doz bêyî lêpirsîn hatin girtin, ku çavdêr vê yekê vedigerînin têkilîya wî ya xurt bi Xameneî re.

Rûreşîyeke qoçanan wek şaredar

Di Îlona 2016an de, rojnameya Îranî Şerq û hinek alavên din ên ragihandinê gotin ku Xalibaf dora 100,000 metrên çargoşe yên zevîyên şaredarîyê bi arzanî firoştine komeke endamên encumena bajêr.

Tê gotin ku zevî bi 50% kêmtir ji nirxên xwe hatin firoştin.

Di heman salê de, destê malpera telarsazîya Îranî yê serbixwe ku aniha hatiye girtin gihişt raporteke nehênî ku Ofîsa Mufetişê Giştî amade kiribû li dor gendelîya Xalibaf.

Raportê bal kişand ser "xwezaya neyasayî ya dan û firoştina milkên şaredarîya Tehranê yên niştecihbûnê, bazirganî û giştî".

Lê li şûn Xalibaf, Yeşar Sultanî, seredîtorê malperê, hat girtin û ji ber belavkirina raporteke nehênî hat cezakirin.

Xelefê Xalibaf, Muhemed Elî Necefî, berpirsên şaredarîyê yên li jêr serokatîya Xalibaf bi girêdana girêbestên neyasayî tawanbar kirin.

Li gorî Ebdulah Pakî, jimêryarekî şaredarîyê, bajar herî kêm tûşî xesarên bi qasî 2,200 milyar toman (525 milyon dolar) bû ji ber firoştina zevîyên nayasayî di serdema Xalibaf de.

Destê Xelîbaf di gendelîyeke din de hebû dema ku ew şaredar bûn, Pakî ji Diyaruna re ragihand.

Pakî got ku Xalibaf 13,000 kes bi kirê girtin di hilbijartinên serokatîyê yên sala 2017an ji bo pêkanîna karên îdarî -- ku ev gav ne pêwîst û ne rewa tê dîtin -- ku vê yekê hişt ku şaredarîya Tehranê lêçûneke bi qasî bi sedên milyarên toman bide.

Xalibaf şaredarî bi 50,000 milyar toman qerddar hişt di dawîya karê xwe de.

Nezelalîya Xatem el-Enbiya

Xalibaf fermandarê yekem ê Baregehên Avahîya Xatem el-Enbiya ya ser bi Pasdaran ve, ku ew bi fermanên Xameneî hatiye damezrandin. Ev bingeh yek ji belêndarên endazyarî û pîşesazî yên herî mezin û bandordar e.

Di 20 salên derbasbûyî de, aborînas Ehmed Tevekulebedî ji Diyaruna re ragihand, girêbestên mezin û serekî yên hikûmetê para Xatem el-Enbiya bûn betî hebûna rênma û rêkarên yasayî. Li gorî wî, ev in ew girêbest:

  • Pêşxistina qonaxên 15ê û 16ê yên zevîyên neftê yên Barisa Başûrî, bi lêçûna 2.5 milyar dolar.
  • Avakirina Borîya Xazê ya ji Asaluyayê diçe Îranşehrê, bi lêçûna 2 milyar dolar.
  • Avakirina resîfan li keştîgehên Îranî (bê ban)
  • Avakirina rêya trênê ya Meşhed-Sataxis
  • Planeke avakirina çar embarên neftê, ku karîna her yekê ji wan milyon bermîl e heye, ligel avakirina embarên butan û propane li dûrgeha Xarik.
  • Nirxê borîyên neftên yên Îran-Pakistan û Hindê bi hev ve girê dide 2 milyar dolar e.

Ne Nêzer Xatem el-Enbiya û ne jî hikûmeta Îranê encama dawî ya van her sê projeyan eşkere nekirine, li gorî çavdêran û alavên ragihandinê, û ne zelal e ku gelo ev projeyn qedandî li gorî hêvî û standerda in.

Nebûna şefafiyeta darayî ye

Xatem el-Enbiya û hevalbendên wê projeyên têkildarî avakirina rêyan bendavan û borîyên neftê û xazê wergirtine.

Ew tevlî girêbestên kêmtir ji 100 milyar toman nabe, tevî ku Tevekulebedî teqez kir ku ew qet raportên darayî belav nakin.

Di sala 2010an de, Amerîka û NY saz li ser Xatem el-Enbiya û kompanîyên girêdayî wê ji ber piştgirîya wan ji çalakîyên têkder ên Pasdaran re sepandin, di nav de pêşxistina çekên wêrankirina giştî û piştgirîkirina terorîzmê.

Vê bingehê biryarnameyên Encumena Ewlekarîyê ya NY yên berê yên têkildarî programa navikî ya Îranê bin pê kirine.

Piştî Kompanîya Neftê ya Niştîmanî ya Îranî û Astan Qudis Rezavî, Xatem el-Enbiya mezintirîn hêza aborî ya navendî ye ku li pişt perdê dixebite.

Çavdêran da zanîn ku nebûna şefafiyeta darayî nîşaneke xerab a gendelîyê ye.

Wan dîyar kir ku li jêr serokatîya Xalibaf, rewşa Xatem el-Enbiya û şaredarîya Tehranê ji ber nebûna şefafiyetê pir xerab bû. Gelo dê bi şêwazê xwe yê girtî serokatîya parlemanê Îranê bike, pêşeroj dê bersiva vê yekê bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500