Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îran hewl dide ku zincîra teqînên li cihên hestyar diqewimin veşêre

Sîna Ferhadî, Faris Omran

Wêneyê komavahîya navikî ya Netenzê piştî teqîneke di 2wê Tîrmehê de. [Wêne ji Tasnim News]

Wêneyê komavahîya navikî ya Netenzê piştî teqîneke di 2wê Tîrmehê de. [Wêne ji Tasnim News]

Zincîreke teqîn û agirên gumanbar li Îranê serenavên rojnameyan bûn di van çend heftîyên bûrî de.

Zincîreke teqînan : Teqîna 2wê Tîrmehê li komavahîya navikî ya Netenz. Piştî wê bûyer çend teqîne din li sernaserî welat rê dan, heta asteke mezin ew destnîşan didin ku ev karekêsebotajê ye.

BBCya Farisî, ya ku desthilatdarîya Îranî wê weke dijmin reçav dike, got ku wê daxuyanîyek "çend saetan berî" bûyera Netenzê wergirt ji komeke navê xwe dike "Pilingên Welat" ya xwe kire berpirsa teqînê.

Wan angaşt ku "ew pêşbaz in di nav sîstema ewlekarî ya Îranê de ne" û gotin cih hat armanckirin ji ber ku "ne li bin erdê ye" û bi vî awayî ew nikarin êrîşa tê angaştin red bikin.

Teqîn cihên serbazî û navikî dihejînin

Di 25ê Hezîranê de, çend rojan berî bûyera Netenzê, teqîneke mezin li Xojirê, li nêzî Tehranê hat ragihand. Rûnîya teqînê asman ronî da û ji çend kîlomitran ve jî hat dîtin.

Berpirsên Îranî gotin ku teqîna depoyekî xaza xwezayî ew bû sedema teqîna Xojirê, ya wan got ku li devereke niştecihî qewimî. Lê gelek kenalên nûçeyan yên bawerbar ragihand ku teqîn li cihekî berhemkirina mûşekan çêbû.

Herwiha dawîya Hezîranê, teqînek li navenda enerjîyê ya Şîrazê qewimî, hişt ku kehrebe li nêvî ji bajar qut bibe, Di 29ê Hezîranê de, teqînek li komavahîya serbazî ya Parçînê ya navdar ya li nêzî Tehranê hat ragihandin.

Di 4ê Tîrmehê de, beşekî naveneke enerjîyê li başûrê bajarê Ehwazê teqîya û di nîvê Tîrmehê de, mîdyayê teqînek li navendaa petrokîmawî ya Tondogoyan li başûrê Îranê û teqîneke din li komavahîyeke pîşesazî li nêzî bajarê Meşhedê li bakur û rojhilatê welat ragihand.

Berpirsên Îranî guh nedane van bûyeran hemûyan a bêdeng man bê çima ew bûyer çêbûn. Wan got ku gelek ji wan teqînan ji ber bûyer, şaştîyên kehrebeyê yan ji teqîna depoyên xazê.

Tesnim News ya girêdayî Feyleqa Pasdaran got ku ziyana gihaye sazîya Netenzê "sivik e".

Keyvan Xosravî, peyvdarê Encumena Ewlekarî ya Neteweyî ya Bilind a Îranê, got ku sedema teqînê "dê di dema guncan de" were îlankirin.

Di heman demê de, Behrûz Kemalvendî, peyvdarê Rêxistina Enerjîya Atomîk ya Îranê, got ku berpirsên ewlekarî yên Îranî dizanin bê çi bo sedema teqîna Netenzê, lê "ji ber sedemine ewlekarî" ew dê behsa wê yekê nekin.

Dîrokeke xapandinê

"Bê guman bûyer êrîşên sebotajê bûn," Husên Recebî, rojnamevanekî ku li Tehranê dimîne, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek teqînê mezin li cihên ewlekarî û serbazî yên hestyar li Îranê çêbûn û anî ziman "ev têkçûneke wêranker e ji rejîm û Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re bi taybet".

Dema ku mîdyaya biyanî û piranîya gel dibînin ku bûyer bi qesd in, berpirsên Îranî ne amade ne ku agahîyan derbarê vê dozê dabîn bikin, Recebî got.

Îran Senterfyûjên pir xurt bikar tîne daku Yoranyomê zêde bike. Yoranyoma ku bo astine kêmtir hatiye zêdekirin li rîaktorên navikî tê bikaranîn, lê yoranyoma bo astine bilind hatiye zêdekirin dikare bibe sotemenî ji bombeyeke atomîk re. Kar li Netenzê berdewam e bo avakirin senterfyûjên pêşketîtir ji bo ku yoranyomê bi awayekî xurtir zêde bikin.

New York Times raportek di 10ê Tîrmehê de belav kir ku tê de ku zincîra teqînên li cihên serbazî û navikî pêk hatine bi berfirehbar û baş-plankirî wesif kirin.

"Komara Îslamî her û her li ser bingeha nepenîtîyê û derewan hukim dike," çalakgerekî siyasî yê li Tehranê dimîne ku xwest navê wî neyê eşkerekirin ji Diyaruna re got.

Prensîpa ew li gorî hukim dikin pêşî û berî her tiştî vaşrtina rastîya bûyerên gumanbar ên ku li Îranê diqewimin e, wî got.

Wî got ku makîneya propegandaya rejîmê dixwaze bibêje ku welat ewleh û parastî ye, ji ber vê yekê ew lawazî û rûreşîya xwe vedişêre. Ji ber tu mîdyaya azad û serbixwe li Îranê tune ye, û rexnekirin jî nayê belavkirin.

"Ji ber vê yekê bawerîya gel bi hikûmetê nayê. Rejîm di çi warî de be piştgirîya xwe ji gel wernagire. Piştî zincîra teqînan li baregehên serbazî yên Îranê, piranîya xelkê kêfxweş bûn û pêşwaîya kirêtkirin komara Îslamî û berpirsên wê kir," wî anî ziman.

Nerazîbûna ji rejîmê zêde dibe, li gorî lêkolînerekî Şî'î

Lêkolînerê siyasî yê Şî'î û oldarê berê Xeys Temîmî got ku dema rejîma Îranî gelek kêşeyan li herêmê çêdike, ew jî rastî nerazîbûneke cemawerî tê di hundirê welat de.

Wî got ku hakimên Îranê berdewam dikin derewan li gelê xwe dikin û rastîyan ji wan vedişêrin.

Temîmî ji Diyaruna re ragihand ku alozî li Îranê zêde dibe ji ber zehmetîyên aborî yên xelk dikişînin. Wî got ku fişara li ser gel tê ji ber siyasetên berfirehxwazî ya herêmî ya ku rejîm dişopîne ku feqîrtî, betalî û kesad bi xwe re anî.

"Îranî ji hakimên xwe bihêrs in ji ber ew êşa wan paşguh dikin û ew ji derew û sozên [rejîmê yên vala] û veşartina nûçeyan, çewisandin û berdewamîya binpêkirina mafên mirov, ên hiştin ku rikber bo zindana bên şandin, bêzar bûne," wî got.

Wî got ku nerazîbûna gelê Îranî ji rewşa xwe dihêle ku rejîm hêdî hêdî ber bi hilweşînê ve biçe û dihêle ku nemana wê pêşdem bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bes e.

BERSIV BIDE