Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tora DAIŞê ya tecnîdkirinê li Îraqê rastî êrîşan tê

Xalid Taî

Hêzine Ajansa Dijî Terorîzmê ligel bepirsekî tecnîdkirina zarokan ê DAIŞê radiweste li Falûcayê piştî girtina wî di 29ê Cotmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzine Ajansa Dijî Terorîzmê ligel bepirsekî tecnîdkirina zarokan ê DAIŞê radiweste li Falûcayê piştî girtina wî di 29ê Cotmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Bi rêya şopandina tecnîdkarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û jihevxistina şan û torên wan, hêzên Îraqî fişara li ser rêxistinê û xebatên rêgirtin li ber derketina wê berdewam dikin.

DAIŞ gelek çekdarên xwe ji dest dan di van salên dawî de, ev rewş di kêmbûna zexma êrîşên wê de dîyar dibe, parlemanterê Îraqî Ketah Necman Rikabî, endamê komîteya berevanî û ewlekarî ya parleman, ragihand.

Hevdem ku hejmara çekdarên rêxistinê kêm dibin, ew gelekî hewl dide ku bala kesên nû bikişîne, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew giranîyê dide malbatên çekdarên DAIŞê yên mirî di xebatên xwe yên tecnîdkirinê de, ew zarokên wan amade dike bi rêya dabînkirina piştgirîya aborî ji wan re û hewldana çandina îdîolojîya xwe ya tundrew di mejîyê wan de.

Hêzên ewlekarî di operasyonekê de beşdar dibin daku bidin ser pişta şanên razayî yên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê di 3yê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî di operasyonekê de beşdar dibin daku bidin ser pişta şanên razayî yên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê di 3yê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ciwan bi pereyan têne xapandin daku ew tevlî rêzên rêxistinê bibin, an fişar li malbatên wan tê kirin ku wan bişînin bi rêya geflêxwarin û tirsandinê. Ev yek bi awayekî taybet li deverên gundewarî yên dûrdest berbelav e, ku hîn komine bermahîyên DAIŞê li wir çalak in.

"Maskên wan hatin xwarê"

Di Mijdarê de, hewalgirîya serbazî ya Îraqî şeş kes li Kerkûk, Enbar û Bexdayê girtin, ên bi awayekî çalak pereyên ji wan re tê gotin "garantî" belav dikirn -- pere ne ji malbatên endamên DAIŞê re têne dan bo handana zarokên wan ku tevlî rêxistinê bibin.

Di Cotmehê de, Ajansa Dijî Terorîzmê girtina xebatkarekî DAIŞê yê zarok li Felûcayê tecnîd dikirin îlan kir.

Ajansa Dijî Terorîzmê "dê berdewam be di qutkirina jêderên terorîzmê de, yên ji serkirdeyên mayî yên têkçûyî yên DAIŞê pêk tên, yên hewl didn ku baregeheke terorîst ava bikin bi rêya sûdgirtinê ji zarokan daku ajandayên xwe yên terorîst bi cih bînin."

Wê soz da ku van şanan "û îdîolojîya wan a tekfîrî" tune bike.

Bi awayekî rêjeyî endamên DAIŞê aniha kêm in, pisporê di warê hewalgirî de Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand, tê texmînkirin jî ku kêmî 3,000 endamên DAIŞê li deşt, gelî, biyaban û deverên neniştecihbûyî hene.

Wî got ku ev çekdarên mayî rastî gelek zehmetîyan tên, di nav de ew nikarin bala kesine nû bikişînin û piştgirîya cemawerî bi dest bixin.

Ebû Rexîf got ku "maskên wan hatine xwar û civakên ku berê bi gotin û ramanên wan hatibûn xapandin bi ser rastîyê ve bûne û nema piştgirîya wan dikin".

Wî got ku niştecihên deverên ku carekê li jêr kontrola DAIŞê bûn bi dijminatî li rêxistinê dinêrin û bi saya hişyarîya niştecihên xwecihî, hêzên ewlekarî û hewalgirî bêhtir dikarin derbasî nav refên DAIŞê bibin.

Wî got ku di van her sê mehên borî de, hejmarek ji şanên terorîst hatin jihevxistin, di nav wan de şaneke razayî ya ji 15 endaman ku li Nînewayê hat girtin di nîvê Mijdarê de.

Wî got ku vê şanê bi awayekî çalak endam tecnîd dikirin û êrîş jî plan dikirin.

Têkbirina xebatên tecnîdkirinê

Ebû Rexîf got ku çavdêrîkirina platformên mîdyaya civakî û rakirina hesabên tundrewan bandora propegandaya DAIŞê sînordar kirin û hewldanê rêxistinê bo jirêbirina ciwanan, tecnîdkirina wan û bidestxistina bawerîya ciwanan vala derxistin.

Wezareta Karê Hundir di 11ê Mijdarê de îlan kir ku wê bi dehên malperên ku hana tundîyê û nefretê didin girtin.

Şirovekarê di warê ewlehî de Muhemed Rubeyî bal kişand ser zêdebûna xebatên hewalgirî û ewlekarî bo bidawîkirina operasyonên tecnîdkirinê yên DAIŞê yên zarok û ciwanan armanc dikin, çi bi awayekî kesane yan li ser înternetê be.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku şopandina berdewam ji torên tecnîdkirinê re û armanckirina çalakîyên wan bi pêş ve diçe, ya tê wateya ku DAIŞ rastî pirgirêkekê tê di zêdekirina hejmara endamên xwe de.

Wî got ku ji ber vê yekê, wê tektîka xwe guhertiye û xwe dispêre endamên "gurê bi tenê" bo pêkanîna êrîşên biçûk û kêmkirina operasyonên xwekujî, bo parastina çekdarên xwe yên heyî.

Pêşketina ajansên ewlekarî û şiyanên wan ku şanên razayî û hemêzkerên ku sponserîya terorîzmê dikin û temwîla wî dikin kifş bike alîkarî kir ku kontrola DAIŞê bikin û wê bêhêz bikin, wî got.

Wî got ku "lê hîn gelekî zû ye ku em teqez bikin eger xeterî bi temamî nemaye" û daxuyand ku rêxistinê pêkanîna êrîşan li parêzgehên Diyala, Enbar û Selahedînê û heta li zinara Bexdayê berdewam kir.

Wî got ku bo nehiştina vê gefê pêwîstî bi rûbirûbûna dijwar bi bermahîyên DAIŞê re û bi avakirina têkilîyên erênî û pirên bawerîyê bi niştecihên xwecihî re daku piştgirîya van xebatan bikin heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500