Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hikûmeta Îraqî dest dideyne ser samanên 93 pêgehên piştgirîya terorîzmê dikin

Xalid Ta'î

Karmendekî banka Îraqî hesabê berhemxwerekî di vê wêneya ku di 26ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye belavkirin pişkinîn dike. [Wêne ji Banka Reşîd hatiye wergirtin]

Karmendekî banka Îraqî hesabê berhemxwerekî di vê wêneya ku di 26ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye belavkirin pişkinîn dike. [Wêne ji Banka Reşîd hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî, li gorî pêşinyarên Komîteya Sizayên Navdewletî, biryara destdanîna li ser samanên 93 kesayet û pêgehan li dora cîhanê der xist, ku ew bi piştgirîkirina terorîzmê tên gunehbarkirin.

Her çar biryarên destdanînê di 13ê Sibatê de ji hêla Komîteya Destdanîna li ser Samanên Terorîstan ve hatine derxistin, ku komîte bi serokatîya serokê Banka Navendî ya Îraqê ye, û endamên wê ji 10 wezaretan, sazîyên hikûmetê û ajansên ewlekarîyê pêk tên.

Li gorî biryaran, ku ji hêla ofîsa Nehiştina Şûştina Pereyan û Rûbirûbûyîna Fînanskirina Terorîzmê hatiye ragihandin, 77 kesayet li ber sizayan ketine.

Ew ji çend dewletan in, di nav de Malî, Nîcêrya, Tûnis, Misir, Filipîn, Yemen û Afxanistan.

Ku sê ji wan Îraqî ne : Musena Haris Darî, Ebdul Rehman Muhemed Qedûlî, û Meyser Elî Mûsa Ebdulah Cibûrî.

Di nav lîsta sizayan de herwiha navê 16 rêxistinên ku piştgirîya terorîzmê dikin û wê sponser dikin hatiye, di nav de Ensar el-Şerîa, Ensar el-Muslimîn li Sûdanê, Murabîtûn, Ehil el-Suna bo Daewa û Cîhad (Boko Heram), Dezgeha Xêrxwazî ya Navdewletî, Dezgeha Hawarçûna Cîhanî, û Rêxistina Mirovî ya Wefa.

Îraq bi şerê li dijî terorîzmê pêbend e

Fermanên destserkirinê "pêbendîya Îraqê bi pêşinyarên komîteya sizayan a Encumena Ewlekarîyê û bi rêkeftinnameyên NY û hemû rêxistin û desteyên navedewletî yên taybet bi nehiştina samanên darayî yên komên terorîst teqez dikin", peyvdarê Banka Navendî ya Îraqê Eyser Cebar ji Diyaruna re ragihand.

"Banka Navendî, bi rêya komîteya rawestandina samanan, roleke serekî di destdanîna li ser samanên aborî yên hemû kesayet, damezrawe û pêgehên ku navê wan di lîstên terorîzmê de heye û di sepandina sizayên navdewletî li dijî wan de digerîne," wî got.

Wî teqez kir ku her lîsteke bo ofîsa Nehiştina Şûştina Pereyan û Rûbirûbûyîna Fînanskirina Terorîzmê were şandin dê endamên "êdî nikaribin derbasî sîstema darayî ya Îraqî bibin".

Cebar daxuyand ku sazîyên bankî tên agahdarkirin ku hesabên wan ên bankê bigirin, dest deynin ser pereyên wan û hemû çalakîyên wan ên bazirganî û darayî bişopînin.

"Bank bi awayekî berdewam û bi şefafiyeteke tam navê pêgehên di lîstên terorîzmê de û fermanên li dijî wan li gorî Yasaya Îraqî ya Nehiştina Şûştina Pereyan û Rûbirûbûyîna Fînanskirina Terorîzmê ya hejmara 39 a sala 2015an Yasaya Îraqî ya Destdanîna li ser Samanên Terorîstan a hejmara 5 a sala 2016an eşkere dike," wî got.

Cebar da zanîn ku beşdarîya Banka Navendî di şerê li dijî piştevanên terorîzmê de "destek da xebatên niştîmanî yên bo misogerkirina jîngeheke ewleh û aram ji gelê Îraqê re".

"Operasyonên me, li ser astên yasayî û rêkaran, samanên terorîstan bi awayekî berçav kêm kirine û êdî ew nema dikarin kiryarên xwe yên terorîst ên li dijî kesên bêrî fînans bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500