Nûçeyên Iraqê
Medya

Îraqî dibêjin ku ew dê bi gotegot û propegandaya ji alîyê DAIŞê ve neyên xapandin

Xalid Taî

Çengê proppegandayê yê DAIŞê wêneyek ji dîmeneke vîdyo belav kiriye daku îdamkirina cotkarekî li Enbarê vê salê nîşan bide, lê bi rastî DAIŞê wêneya ji sala 2018an careke din bi kar anîye. [Wêne ji hesabê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê li ser Twitterê hatiye wergirtin]

Çengê proppegandayê yê DAIŞê wêneyek ji dîmeneke vîdyo belav kiriye daku îdamkirina cotkarekî li Enbarê vê salê nîşan bide, lê bi rastî DAIŞê wêneya ji sala 2018an careke din bi kar anîye. [Wêne ji hesabê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê li ser Twitterê hatiye wergirtin]

Hevdem ligel zêdebûna êrîşên terorî li seranserê Îraqê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl dide ku gotegot û propegandayê belav bike daku ew xelkên Îraqê bixapîne.

Lê Ajansa Dijî Terorîzmêderewên DAIŞê vala derxistin Û Îraqî dibêjin ew dê neyên xapandin.

DAIŞê êrîşên xwe di destpêka Gulanê de zêde kirin, bi armanckirina xalên pişkinînê yên li bajarokên dûrdest li parêzgehên Diyala û Selahedînê û li biyabanên Enbar û Nînewayê.

Di heman demê de, hejmarek ji hesabên mîdyaya civakî derketine holê, agahîyên sexte belav dikin weke hewldanekê daku tevlihevîyê bixine nav gel de û moralan nizim bikin, eqîd Mûsa Sened Kerbûlî, yê berpirsê hêza êlên Ferata Jorîn li rojavayê Enbarê ye, ji Diyaruna re ragihand.

Hêzeke êlan li rojavayê Enbarê dest bi operasyoneke ewlehî kir bi alîkarîya ji alîyê niştecihên xwecihî ve, di wêneyeke ku di 23yê Adarê de li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêza Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzeke êlan li rojavayê Enbarê dest bi operasyoneke ewlehî kir bi alîkarîya ji alîyê niştecihên xwecihî ve, di wêneyeke ku di 23yê Adarê de li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêza Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Ji nav propegandaya ku li ser înternetê tê belavkirin çîrokên dibêjin ku bi hezaran endamên DAIŞê bi dizî ji Sûrîyayê derbasî welat dibin û ew li biyabana rojavayê Enbarê belav bûne, bi taybet li newalên Horan, Qezf û Huseynîyaê.

Ev agahî "bê bingeh in" ew tenê hewldanek in "bo belavkirina tirsê di nav sivîlan de û danîna fişareke derûnî li ser wan û hêzên ewlekarî", Kerbûlî got.

"Sînorê bi Sûrîyayê re gelekî dirêj e û tevî ku kamereyên germî, sûrih û stasyonên çavdêrîyê hene, hîn mirov dikare bibîne ku kêm caran terorîst bi dizî derbas dibin, lê ev yek sînordar e û tenê diqewime dema ku rewşa hewayê ne xweş be," wî got.

Wî teqez kir ku hêzên ewlekarî yên Îraqî "derfetê nadine van kesên bi dizî derbas dibin ku ewl bimînin û veşartgehên ewle ji xwe re ava bikin, ji ber şkeft û newal di kûrahîya deverên biyabanî de bi temamî tên lêgerîn".

Kerbûlî teqez kir ku aniha terorîst bi gelekî lawaztir in ji çaxê ku pêngava wan a tundîyê di lûtkeya xwe de bû di sala 2014an de û ew dê nikaribin hêzê bidin û moralan bilind bikin bo operasyonên xwe yên vê dawîyê bi rêya propeganda şerê derûnî re.

DAIŞ nûçeyên sexte belav dike

Bêhtir ji 6,000 hesabên li ser mîdyaya civakî yên girêdayî makîneya gotegotên DAIŞê li ser Twitterê hatin rawestandin di nav 1ê Adarê û 30 Nîsanê de, Ajansa Dijî Terorîzmê di rêya platformê re di 15ê Gulanê de ragihand.

Ajansê gelek mînak derbarê belavkirina DAIŞê ji nûçe û gotegotên sexte re li ser mîdyaya civakî anîn ziman.

Weke mînak, çengê propegandayê yê DAIŞê wêneyek ji dîmeneke vîdyo ku îdamkirina cotkarekî li Enbarê dide xuyakirin belav kir, cotkarê tê gotin ku alîkarî bi hêzên ewlekarî re dikir.

DAIŞê wêne belav kir û dixwest bide xuyakirin ku ew vê salê qewimîye. Lê rastî ew e ku DAIŞê wêneyê ji sala 2018an ve careke din bi kar anî, ajansê di twîtekê de di 17ê Gulanê de ev yek dîyar kir.

Ajansê da zanîn ku rêxistinê heman taktîk di mînakeke din de bi kar anî, wêneyê sivîlekî bêgunih belav kir ku ji alîyê DAIŞê hat bersûckirin ku ew endamekî hêza Pêşmerge ye di 2020an de hat girtin û kuştin. Careke din, rastî ew e ku qurbanî di wêneyeke din de hat xuyakirin ku ji alîyê rêxistinê ve di sala 2018an de hatibû belavkirin.

"Careke din bikaranîna van bûyeran weke beşekî ji belavokên vê dawîyê, beşek ji hewldanên terorîstan e ku tevlihevîyê bixine nav gel de û di warê derûnî de fişarê li wan bikin," peyvdarê Ajansa Dijî terorîzmê Sebah Numan ragihand.

DAIŞ vîdyo û wêne, nûçeyên kevin û belavokên sexte belav dike da bide xuyakirin ku operasyonên wê yên vê dawîyê xurttir in, "lê bi rastî ew operasyonine tirsonek in ku li deverine dûrdest diqewimin, daverine ku nakevine ber operasyonên ewlehî de."

"DAIŞ dê nikaribe ti destkeftîyan bi dest bixe, ji ber hêzên me di van salên dawî de gelekî pêş ketine û gelek databês derbarê terorîstan û çalakîyên wan li gel wan hene, û nema xelk propegandaya wan a sexte bawer dike," wî got.

DAIŞ nikare demê ber bi paş ve vegerîne

Propegandaya terorî a din ku gotegotan dihewîne dibêje ku DAIŞ amade ye ku operasyonên berfireh hevaheng bike daku dest deyne ser erdine nû, li gorî jêderên ewlekarî.

Gotegot hatin belavkirin ku endamên DAIŞê hewl didin ku êlên Îraqî li Enbarê bêçek bike di rêya kirîna çekên wan bi gelek pereyan, ev yek ji alîyê jêderên êlî yên fermî ve hat redkiirn.

"Ev nûçe sexte ne û ti nîşan li gel me nînin ku bûyerên mîna van qewimîne," peyvdarê Feramandarîya Operestonên Hevbeş lîiwa Tehsîn Xefacî ji Diyrauna re ragihand.

"Rêxistina terorîst di rewşeke darayî ya xerab de ye ji ber jêderên wê yên temwîlkirinê ji dest çûn û piranîya şîyana wê hilweşîyan, ji ber vê yekê ew nikarin çekan bikirin an jî şopînerên xwe bi pereyan xir bikin," wî got.

"Çeteyên DAIŞê bingeha xwe ya cemawerî li bajarên ji terorîzmê hatin rizgarkirin ji dest da ji ber ku êl û niştecihên wan deveran bi awayekî mezin derdê zulm û tawanên ku ji alîyê rêxistinê ve hatin bicihanîn kişadin li gel binpêkiirnên tirsyar, bêwarîya bi zorê û wêrankiirna taxên wan," Xefacî got.

DAIŞ "hîn mîdyaya civakî bi kar tîne daku derewên xwe han bide û gotegotên xwe yên kîndar belav bike", Raid Fehdawî, niştecihekî Remadîyê yê 43 salî, got.

"Xelk haydar in û dikarin rastîyê ji derewan derxin û nema kes dikare wan bi tiştên mîna van bixapîne," wî ji Diyaruna ragihand.

"DAIŞ xwe li ser derew û xapandinê ava kiriye... û wan dikarîbû berî vê di rêya tirsandina niştecihê xwecihî re ber xwe fireh bikin, lê ew yek dê her tim jê re neçe serî," Muhemed Xelîl yê 39 salî yê ku li taxa Zihûrê li Mûsilê dijî got.

"DAIŞ nikare demê ber bi paş ve vegerîne," Zîyad Omer ê 32 salî, niştecihekî din ê Mûsilê, got.

"Xelkê dest ji wan berda û îdîolojîya wan red dikin," wî ji Diyaruna got. "Em dê bi nûçeyên wan neyên xapandin û me biryar daye ku em piştgirîya hêzên xwe yên çekdar di erkê wan de bikin daku wan têk bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500