Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêş hêminîyê divegerîne Nasirîyayê piştî derketina pevçûnan di navbera xwenîşanderan û dilsozên Sedir de

Faris Omran

Derketina alozîyê û tevlîhevîyê li Nasirîyeyê, roja 29ê Mijdarê, piştî pevçûn di navbera alîgirên kesayeta olî Muqteda Sedir û xwenîşanderan de derketin. [Wêne ji rûpela Facebook a Zîqar Hedes hatiye wergirtin]

Derketina alozîyê û tevlîhevîyê li Nasirîyeyê, roja 29ê Mijdarê, piştî pevçûn di navbera alîgirên kesayeta olî Muqteda Sedir û xwenîşanderan de derketin. [Wêne ji rûpela Facebook a Zîqar Hedes hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî dibêjin ku hikûmet hewil dide ku aramîyê vegerîne bajarokê Nasirîyayê ya li parêzgeha Zîqarê, li başûrê welêt, ku di van rojên dawî de bûye cihê tundûtûjîyeke xwînî.

Bi dehan birîndar bûn û gelek kes hatin kuştin di pevçûnên tund yên roja Înê (27ê Mijdarê) di navbera xwenîşanderan û alîgirênMuqteda Sedir de li meydana Hebûbî, navenda xwenîşandanan a li Nasirîyayê.

Li ser banga serokê xwe ku xwenîşandan li Bexdayê û başûrê Îraqê pêk bînin, alîgirên çekdar ên Sedir li nêzî meydanê kom bûn û bi xwenîşanderan re ku ji Cotmehê ve xwenîşandan dikin pev çûn.

Çalakger dibêjin ku dilsozên Sedir bi şev daketin meydanê, gule avêtin xwenîşanderan û konên wan şewitandin.

"Navenda Îraqî bo Belgekirina Tawanên Şer", "milîsên Sedir" bi destpêkirina tundûtûjîyê tawanbar kirin û ragihand ku wê heşt kuştî û 75 birîndar di pevçûnan de tomar kirine.

Hikûmeta Îraqî serokê polîsê Zîqarê ji kar derxist û qedexeya derketina derve li parêzgehên Nasirîye, Meysen û Wasit ragihand. Wê du lîwayên polîsê federal 28ê Mijdarê bi cih kirin daku alîkarîyê di vegerandina aramîyê li Nasirîyayê bikin.

Hikûmetê di heman demê de komîteyeke krîzê bi serokatîya Qasim Erecî, endamê payebilind ê Ecûmena Ewlehîya Niştîmanî ya Îraqê, ava kiriye û fermandarên artêş û polîsê weke endamên wê destnîşan kirine.

Ofîsa Serokwezîr Mustefa Kazimî da zanîn ku komîte hat desthilatdarkirin "ji hêla îdarî, darayî û ewlehî bo parastina kesên ku xwenîşandanên aştîyane pêk tînin, sazîyên dewletê û mulkên xelkê û rêgirtin liber her tiştê ku dikare bibe sedema alozîyê û nerehetîyê".

Komîteya krîzê bi hejmareke profesorên zanîngehê û şêxên êlên ji Zîqar re civîn pêk anîne daku li ser rêyên vegerandina mercên normal û sepandina serwerîya qanûnê li parêzgehê gotûbêj bikin.

Roja Duşemê, Nasirîya aram bû hevdem ligel bicihkirina hejmareke zêde yê leşker û polîsan.

Pisporê leşkerî Celîl Xelef Şuweyil ji Diyaruna re got ku ji ber bûyerên xeternak ên vê dawîyê li bajar qewimîne, divê hikûmet hemû karînên xwe bikar bîne daku hejmûna milîsên çekdar bişkîne.

Wî got ku "komên çekdar desthilatdarîya dewletê qebûl nakin û çalakîya xwe berdewam dikin ku ev yek aramîya welat û ewlehîya welatîyan dixe xeterê."

"Divê ku tedbîrên berfireh werin girtin daku kolan aram bibe, di nav de girtina kûjerên çalakgeran û xwenîşanderan û hesab pirsîna ji kesayetîyên gendel," wî got. "Divê hikûmet di mijara çaksazîyên aborî yên ku xwenîşander hîn jî ji bo wan bang dikin gavên zêdetir biavêje."

"Em hêvî dikin ku hikûmet ewlehîya li parêzgehê tundtir bike berî hilbijartinên parleman yên sala bê, ji ber ku niştecih li benda hilbijartina nûnerên xwe di rewşên aram û ewle de ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500