Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xwenîşanderên Îraqî rûbirûyî şopdarên Sedir dibin

Husên Obêdî li Bexdayê

Îraqî li Bajarê Sedir, asêgeha Muqteda Sedir, tabloyên ku wêneyên wî hildigirin têk birine. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Îraqî li Bajarê Sedir, asêgeha Muqteda Sedir, tabloyên ku wêneyên wî hildigirin têk birine. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Şareza dibêjin ku tevî piştevanîya wî ya eşkere ji xwenîşanderên Îraqî re di destpêkê de, zanayê olê Muqteda Sedir, yê bi nepêbendîya bi helwestan tên naskirin, pişt re piştgirîya xwe bi dawî kir, di encamê de wî gurzeke mezin gihand navdarîya xwe di nava Îraqîyan de.

Wan got ku rast e ev ne dûr e ji Sedir, yê ku bi guhertina hevbendîyan tê naskirin, xuyayî ye ku ew dixwaze weke zilamê yekem ê Îranê li Îraqê rolê bibîne.

Xwenîşanderên li dijî hikûmetê Pêncşemê (6ê Sibatê) soz dan ku pêla xwe ya xwenîşandanan bidomînin, piştî heft çalakger bi şev hatin kuştin, di bûyerên ku alîgirên Sedir bi wan tên tawanbarkirin, AFP ragihand.

Alîgirên Sedir êrîş birin ser kombûneke xwenîşanderan li bajarê Necefa pîroz di derengîya Çarşemê de.

Îraqî hêrseke zêde li hember zanayê olê Muqteda Sedir tînin ziman piştî wî piştgirîya xwe ya ji xwenîşanderan re bi dawî kir û nêzî milîsên Îranê piştevanîya wan dike bû. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Îraqî hêrseke zêde li hember zanayê olê Muqteda Sedir tînin ziman piştî wî piştgirîya xwe ya ji xwenîşanderan re bi dawî kir û nêzî milîsên Îranê piştevanîya wan dike bû. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Heft xwenîşanderên li dijî hikûmetê bi gulyan hatin kuştin, xebatkarên bijîşkî li bajar gotin, û bi dehan birîndar bûn. Di pevçûnê de, konên xwenîşanderan, ên ku ew bi heftîyan di wan de dirazan, hatin şewitandin.

Alîgirên Sedir xwestin ku cih dagir bikin, li gorî rojnamegerekî AFP.

Duşemê, xwenîşanderekî din di pevçûnekê de di navbera herdu alîyan de li bajarê Hilayê, li başûrê Îraqê, hat kuştin.

Sedir, serokmilîsê ku bûye siyasetvan, destpêkê piştevanî da xwenîşandanên li dijî hikûmetê dema ku di Cotmehê de dest pê bûn lê heftîya borî wî ji nişka ve xwe ji pişta wan da alî.

Pişt re wî Muhemed Elawî weke serokwezîrê nû yê welat da pêş, ku ev yek li dijî xwesteka piranîya xwenîşanderan e, yên ku wî red dikin ji ber ku ew kesayetekî desthilatê ye.

Roja Sêşemê li bajarê Dîwaniyayê li başûrê welat, nakokî bû pevçûnek di navbera xwenîşanderên ciwan ên li dijî rejîmê û şopdarên Sedir de, yên ku bi kumên xwe yên rengşîn tên naskirin.

Polîs hewl da ku navbênkarîyê bike û pevçûnê rawestîne lê xwenîşanderên ciwan diruşim li dijî Sedir, hikûmeta Îraqî û herwiha Îranê gotin, yên ku ew wê bi piştgirîkirina serkutkirina hikûmetê ji wan re gunehbar dikin.

Elawî, 65-salî, roja 1ê Sibatê hat berbijêrkirin piştî du mehan jiqeyraneke siyasî li dor şûngirê serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî, yê ku di Mijdarê xwe ji postê xwe bi dûr kir.

Bicihanîna ajandeya Îranê

Alîgirên Sedir êrîş birin ser xwenîşanderan û nehiştin ku ew tu pankert û sloganên li dijî berbijêrkirina Elawî hil din, parlemantarê Îraqê Basim Xeşan ev yek weke reftarê "çeteyan" bi nav kir.

Hêrsa cemawerî li hember kiryarên tevgera Sedirî zêde dibe piştî belavbûna wêne û dîmenên vîdyo yên lêdan û êrîşên bi kêran li dijî xwenîşanderên Îraqî, di nav de xwendekarên keç ên Zanîngeha Bexdayê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Xwenîşanderên Îraqî sloganên li dijî Îranê dibêjin bo Sedir şermezar bikin, û ew wî gunehbar dikin ku ew alîgirê rejîma Îranê ye.

"Em fermanên xwe ji yên li Îranê rûniştî nastînin" û "Ji hemûyan xelas bibin", mînakên durişmên cemawerî yên ku li meydanên mangirtinê tên gotin in.

"Sedir ajandeyeke Îranî bi cih tîne ku armanca wê bidawîkirina xwenîşandanan e,"çalakger Ehmed Heqî, yê ku xwenîşandanên li Meydana Hebûbî li Nasiriyayê li parêzgeha Zî Qarê bi rê ve dibe.

"Ew dixwaze ku dilsozîya xwe ji Îranê re isbat bike ne Îraqê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Heqî got ku ji dema kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî, Sedir Artêşa Mehdî dîsan xistiye warê çalakîyê de, piştî nêzî dehsalekê ji nebûna wê, "tevî ku milîs bi pêkanîna tawanên tayifgerî tê gunehbarkirin".

Wî herwiha piştgirîya xwe ji mangirtinên li dijî hikûmetê re bi dawî kir, ku vê yekê hişt tirs peyda bibe ku bêyî sîwana wî ya siyasî, dê desthilatdarî hewl bibin ku xwenîşanderan serkut bikin -- û di rastî de, di çend saetan de, polîsê nehiştina tevlîhevîyê êrîş birin ser komên xwenîşandanan.

Heqî got ku aniha Sedir ferman li alîgirên xwe kiriye ku xwenîşanderan ji hev belav bikin bi behaneya ku hinek "sîxurên ku li gorî ajandeyeke biyanî tev digerin di nav rêzên wan de hene".

"Angaştên Sedir li dijî xwenîşanderan mîna yên [rêberê bilind ê Îranê Elî] Xameneî ne, yê ku ew mîna fitneçîyan bi nav kirin û bang li hikûmeta Îraq kir ku wan serkut bikin," wî got.

"Em lebatên Sedir bi tenê mîna bicihanîna vîna îranî dibînin," Heqî got.

Bajarê Sedir li jî Sedir serî hil dide

Sloganên herî bihêz li dijî Sedir li Bajarê Sedir, li rojhilatê Bexdayê, Duşemê hatin gotin, dema ku xwenîşanderên Îraqî wêneyên Sedir yên li kolanan qetandin, û li ser wan "X" nivîsandin.

Çalakgeran ev gotin belav kir "Dîmokrasîya Tewasî", weke îşaret kirin bi daran -- ku bi zaravê Îraqî tê gotin "tewasî" -- yên ku alîgirên Sedir wan di êrîşên li ser xwenîşanderan de bi kar tînin.

"Kê bawer dikir ku ev slogan dê li deverên weke asêgehên Sedir tên naskirin werin gotin," xebîrê Îraqî Muhemed Temîmî got.

Wêneyê Sedir, yê ku zor hewl da ku xwe ji serokmilîsên din ên mîna serokê Esaib Ehil el-Heq Qeis Xezelî û serokê Hereket Nuceba Ekrem Kaebî, vê dawî pir xerab bû, wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî got ku gelê Îraqê dîbinin ku "ew qet ji yên din ne cuda ye", û got ku wî herwiha "navûdengîya malbata xwe jî têk daye".

Weke nîşaneke kêmbûna navûdengî û prêstîjê Sedir, kesayetên payebilind di nav rêzên tevgera Sedirî de, di nav de Şêx Es'ed Nasirî, redkirina xwe ji fermanên Sedir ên xwevekişîna ji xwenîşandanan ragihandin.

"Ez bawer dikim ku Sedir dizane çi dike," Temîmî got, û da zanîn ku "daxuyanî û twîtên wî, ku piranîya wan hevdij in, nîşan didin ku ew hewl dide ku bibe zilamê yekem ê Îranê li Îraqê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500