Analîz

Şirovekar: Vekişîna Amerîkayê dê ziyanê bigihîne Îraqê

Faris Omran li Bexdayê

image

Muqteda Sedir (yê 3yê ji alîyê çepê) bi hejmarek ji serkirdeyên milîsên ser bi Îranê re roja 13ê Kanûna Duyem li bajarê Qomê civîya. [Wêne ji Mîdya Hereket Nuceba hatiye wergirtin]

Dengvedan û pertek zêde dibin li hember fişarên ku milîsên Îran piştevanîya wan dike pêş dixin bo bidawîkirina hevparîyeke ewlehî ligel Amerîkayê.

Şirovekar dibêjin ku ev hevparî "keleheke" li dijî awatên Îranî "yên daqurtandina Îraqê", û xorkirina wê di alozî û parçebûnan de û bihêzkirina hejmûn û hêza milîsan.

Wan meşa ku tevgera Sedrî Înê (24ê Kanûna Duyem) li Bexdayê li dar xist ku tê de hat daxwazkirin ku hêzên Amerîkayê ji welat derkevin rexne kir.

Lêkolînerê siyasî û mîdyayî Ziyad Sincarî got ku meşa Sedrîyan "bêguman siyasî bû" û "vîna Îranîyan dida pêk ne ya gel [ê Îraqî], yê ku naxwaze ku hevparîya wan a bi Amerîkayê were bidawîkirin ji bo xatirê Îranê".

image

Zanayê olê yê Şîe Muqteda Sedir otombîlekê diajoye dema ku ew tevlî xwenîşandanên li dijî hikmûtê dibe, li bajarê Necefa pîroz di 29ê Cotmeha 2019an de. [AFP]

Sincarî daxuyand ku destpêkê serokê Tevgera Sedrî, zanayê olê Muqteda Sedir, hewl da ku li pêla xwenîşandanên cemawerî yên li dijî destêwerdana Îranî siwar were, lê aniha ew pêwendîyên xwe bi Îranê û bi milîsên wê re li Îraqê xurt dike.

Daxwazên derxistina hêzên Amerîkayê "ligel berjewendîyên niştîmanî nakok in û bi tenê xizmeta projeyên Îranî yên dixwazin ku Îraqê daqurtînin dikin", wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Sincarî got ku bidawîkirina hevparîya bi Amerîkayê re "dê welat rastî xeterîyên pir mezin bike, ya herî pêşî ew e ku dê Îran hewl bide valahîyê dagire û peyayên xwe bixe tevgerê de bo dest deyne ser samanên Îraqê û welat di nava kaos û qeyraran de xor bike".

"Îran dixwaze xwe ji sizayan vedize bi rêyabikaranîna samanên Îraqêû veguhertina wê bo alaveke aborî û bikaranîna wê weke korîderokê bo pêkanîna çalakî û polîtîkayên xwe yên dijminkarî li herêmê," wî got.

"Bi nebûna hêzên Amerîkayê, rejîma Îranê dê bibîne ku herdu felqên derî li pêşîya destêwerdana wê di ewlehîya herêmî û cîhanî de vekirî ne," wî got.

"Nasnameyên gelek" ên Sedir

Sedir, 46-salî, siyasetvanekî navûdengîya wî nexweş e û ew bi lez hevbendîyên xwe yên siyasî diguhere, AFP ragihand.

Wî destpêkê piştevanîya xwenîşandanên li dijî hikûmetê kirin, lê ew herwiha kontrola bloka herî mezin a parleman û postên bilind ên wezaretan dikin.

Piştî meşa Înê, Sedir got ku ew nema piştgirîya kampanyaya çaksazîyê dike, lewra şopdar û alîgirên wî êrîşî konên wan kirin û ji meydanên xwenîşandanê vekişîn.

Herwiha çalakger tirsan ku bêyî sîwaneke siyasî, dê desthilatdar tevgera wan serkut bikin -- û di rastî de, di nava çend demjimêran de, polîsê nehiştina tevlîhevîyê hewl dan êrîşî konên xwenîşanderan bike.

Ev xebat heta Yekşemê berdewam kirin, û hêzên ewlekarîyê gule û xaza rondikrêj bi kar anîn bo derxistina xwenîşanderan ji meydan û kolanên ku ev çend meh in ew li wir dimînin.

Xwenîşanderek bi guleyên çekdarine nenaskirî li Bexdayê û yekî din li Nasirîyayê, li başûrê Îraqê, hatin kuştin, li gorî çavkanîyên bijîşkî, û bi dehên kesan li seranserê welat birîndar bûne.

Şareza di Navenda Karnîgî bo Rojhilata Navîn de Haris Hesen got ku Sedir hewl daye ku "gelek nasnameyan" ji xwe bihêle -- yek weke çaksazîxwazek, popûlîstek û dijberekî hikûmetê, û yan din weke rêberekî li dijî Amerîkayê.

Hesen got ku herdu nasname dê bihêlin Sedir nêzî Îranê bibe û cihê wî di danûstandinên felcbûyî yên li dor serokwezîrê dahatû de bi hêz bibe.

Hesen got ku dê hevbendîya di nava Şîeyan de berdewam nebe, û pêşbînî kir: "Dema ku ev xwenîşandan bi dawî bibin, pêkan e dê meha hingivîn a di navbera Sedir û milîsên ser bi Îranê bi dawî bibe."

Şemîyê, Komîteya Hevahengî ya Xwenîşandanên Cemawerî li Îraqê daxuyanîyek derxist ku tê de Sedir bi xiyanetkirina li xwenîşanderan gunehbar kir li hember "sozên ji Îranê ên dayîna postê serokwezîr bo tevgera Sedrî".

Hejmarek mezin ji alîgirên milîsên Îran piştevanîya wan dike tevlî meşa Sedir a heftîya borî bûn, ku ev yek nêzîkbûna di navbera her du alîyan de ji dema ku Sedir bi serkirdeyên wan milîsan re li bajarê Qumê yê Îranê roja 13ê Kanûna Duyem raber dike.

Çavdêran got ku rejîma Îranê, ya ku sponserîya civînê kir, hewl dide ku rêzên komên piştgirîya ajandayên wê dike yek bixe.

Elî Şamxanî, emîndarê Encumena Ewlehîya Netewî ya Bilind a Îranê, got ku meşa Sedir "nêzbûna" derxistina hêzên Amerîkî nîşan dide.

Hebûna Amerîkî pir girîng e

"Îran Îraqê mîna kûrahîya xwe ya ewlehî dibîne," xebîrê stratîjî Ala Naşû ji Diyaruna re ragihand.

"Eger Amerîkî biçin, ew [Îran] dê dest li ser tevahîya welat deyne û dê tu zehmetîyan di pêkanîna ajandayên xwe yên qirêj de û di destêwerdanên xwe yên di karûbarên Îraqî nebîne," wî got.

"Hevparîya me bi Amerîkayê re keleheke li dijî awatên Îranê. Em nikarin rê li ber vê destêwerdana rejîma Îranê bigirin û a ajandayên wê yên gemar bêyî vê piştgirî bigirin," wî teqez kir.

"Îraqî dixwazin ku ev hevparî berdewam bibe ji ber ku ew karîna welatê wan a rûbirûbûna xeterîya terorîstan bi hêz dike," Naşû got.

"Hêzên Îraqî pir bi hewcedarî piştgirîya di warê rahîn, biçekkirin, agahî û lojistî de ne, bo bikaribin ku pişta xwe bi xwe girê bidin û rênedin terorîstên mayî ku hebûna xwe berfireh bikin û çalakîyên xwe berdewam bikin," wî got.

Wî got ku hîn welat ji ber şerê li dijî tororîzmê "pir westîyayî ye" û bi hewcedar e ku cîhan li tenîşta wî be bo nûavakirina jêrxaneyê û piştgirîkirina aborîya niştîmanî.

"Divê biryarder û rayedarên siyasî li Îraqê hevahengîyê bi Amerîka û cîhanê re bi hêz bikin, ne bi Îranê re, ji ber ku bi ev yek [...] dê berê welatê me bide dorpêçê û rûxan û hilweşanê," wî got.

"Parçebûneke siyasî li Îraqê di navbera yên ku piştgirîya mayîna hêzên Amerîkî dikin û yên ku li dijî ne de heye," çavkanîyekê ji parlemanê ji Diyaruna re ragihand.

"Yên li dijî vê yekê alîyên siyasî yên ser bi Îranê ve ne," çavkanîyê got, bi mercê ku nasnameya wî neyê eşkerekirin. "Ew hewl didin ku vîna xwe li ser alîyên din bisepînin".

"Li alîyê din, hinek alî û blok piştgirîya hebûna Amerîkî dikin, ji ber ku dê serencamên ewlehî, siyasî û aborî yên xeternak hebin eger hêzên Amerîkî vekişin," çavkanîyê got.

"Tirsên di nava dilê piranîya Îraqîyên ji hemû paşxaneyan de li welatê ku di nava penceyên Îranê de hîn hene," çavkanîyê got.

Mûşekbaranê li ser balyozxaneya Amerîkayê

Berpirsekî Amerîkî Pêncşemê ragihand ku hîn welatê wî tevlî danûstandinan ligel Îraqê li dor vekişîna hêzên Amerîkî ji wî welatî, weke ku parlemana Îraqî xwest, nebûye.

"Hîn tu danûstandineke rasteqîn pêk nehatiye," balyoz James Jeffrey, şanderê taybet ên Amerîkarîyê bo Sûrîyayê û Hevpeymanîya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) got.

"Helwesta me, weke hûn dizanin –- me çend caran gotiye -- em amade ne hemû pêwendîyên stratîjî ligel hikmûeta Îraqî nîqaş bikin," Jeffrey ji nûçegihanan re got.

"Rêkeftineke Çarçoveya Siyasî ya me ligel Îraqê ji sala 2008an de heye," wî got. "ew hevparîya aborî, ewlehî û diplomasî di hemû waran de dide ber xwe".

"Em wê weke pakêtekê dibînin," Jeffrey got. "Dema em bi wan re rûnin û nîqaş bikin, dê ev be armanca ku dê giftûgoyan araste bike."

Êvara Yekşemê, sê rokêt li balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ketin, kesek birîndar bû, li gorî berpirsekî Îraqî yê payebilind û çavkanîyeke diplomasî ya Amerîkî.

Hîn tu hûragahî ne berdest in li dor gelo qurbanî welatîyekî Amerîkî bû yan karmendekî Îraqî bû di şandê de, AFP ragihand.

Hîn balyozxaneya Amerîkî bersiva daxwaza lêdwanê nedaye, û Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li Îraqê kir ku "pêbendîyên xwe yên têkildarî avahîyên me yên diplomasî bi cih bîne".

Serokwerîzê Îraqî Adil Ebdul Mehdî û Serokê Parleman Muhemed Helbûsî bûyer şermezar kirin, û wan got ku ew xaka welatê wan dixe meydana şer.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)