Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ajansa Dijî terorîzmê ya Îraqê serkirdyên DAIŞê digire

Xalid Taî

Ajansa Dijî Trorîzmê ya Îraqê hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê yên payebilind ji destpêka Mijdarê ve girtine. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Trorîzmê ya Îraqê hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê yên payebilind ji destpêka Mijdarê ve girtine. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Berpirsekî eşkere kir ku Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê taktîkine nû li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi kar tîne, ku di encamê de bi dehan serkirdeyên DAIŞê hatine girtin û kuştin.

Hêz taktîkine nû û bikêr weke beşekî ji plana xwe ya stratejî ya lidarxistina şer li dijî şanên DAIŞê û armanckirina serkirdeyên rêxistinê yên mezin bi kar tîne, peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê Sebah Numan ji Diyaruna re Sêşemê (10ê Mijdarê) ragihand.

"Me dest pê kiriye em teknolojîya çavdêrîkirin û şopandinê ya pêşketî bi kar tînin, ligel qayimkirina jêhatîyên şer ên hêzên me da em bihêlin ku ew karibin êrîşên lezgîn li ser terorîstan bi cih bînin û derfetên wan ên revê kêm bikin," wî got.

Wî anî ziman ku Ajansa Dijî Terorîzmê mîsyonên ewlehî yên bi şev bi cih tîne û ji nişkê ve daketinên cewî li ser veşartgehên wan pêk tîne, çi ew li derdora bajaran bin an li çiya, newal û deverên biyabanî bin.

Endamine Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê di 19ê Cotmehê de mîsyoneke rahînanê bi cih tînin daku karînên xwe yên şopandina bermahîyên DAIŞê li deverên biyabanî pêş bixin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê di 19ê Cotmehê de mîsyoneke rahînanê bi cih tînin daku karînên xwe yên şopandina bermahîyên DAIŞê li deverên biyabanî pêş bixin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ajansê got ku herwiha ew berdewam piştgirîya êrîşên ku ji alîyê hêza asmanî ya Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî ve tên bicihanîn dike û daxuyand ku vê xebatê alîkarî di bidestanîna "encamên mezin di warê kêmkirina gefa bermahîyên DAIŞê û rûbirûkirina çalakîya wan de kiriye".

Wî got ku ajansa Dijî Terorîzmê aniha giranîyê dide girtina serkirdeyên DAIŞê yên mezin, di nav wan de ew kesên destên wan di serperiştîkirina êrîşan de heye, temwîlkar, birêveber û fermandarên meydanî.

"Jidestdana çi serkirdeyî [yê DAIŞê] lêdaneke mezin e ji rêxistinê re ji ber ne hêsan e ku kesekî din deynin şûna wî," wî got.

Numan got ku mirina serkirdeyan rewşa DAIŞê ya aniha û kêmbawerîya di navbera serkirdayetîya wê de kambaxtir dike ligel zêdebûna nakokîyên derbarê mijarên fermandarî û birêvebirina êrşan.

"Di van mehên dawî de me karî, weke encamekê ji opeasyonên xwe re, em bi dehan serkirdeyên terorîst bigirin û geleke din jî bikujin," wî got.

"Hilweşana DAIŞê"

Ji destpêka Mijdarê ve, Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê 10 endamên DAIŞê li bakurê Bexdayê, Felûca û Remadîyê girtin, di nav wan de fermandarekî DAIŞê ku hevrêyê serkirdeyê berê yê DAIŞê li parêzgeha Enbarê, Şakir Wehîb, bûn.

Wehîb di 2016an de hat kuştin.

Herwiha Ajansa Dijî Terorîzmê çekdarekî berpirsyarê tecnîdkirina zarokan di nav refên rêxistinê de bû li Felûcayê girt.

Di van her pênc mehên borî de, ajansa Dijî Trorîzmê dora 175 serkirde û endamên DAIŞê girtine û 80 endamên din di 151 operasyonan de kuştine.

Rola van xebatan di "vegerandina aramîyê de li deverên ku tirsa ewlehî li wan zêde ye hebû, bi taybet li deverên ku parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê ji hev vediqetînin", Numan got.

Derbarê êrîşa DAIŞê ya roja Duşemê li ser cihekî serbazî li Ridwanîyayê, li rojavayê Bexdayê, Numan got ku ew "dê bandorê li planên me bo têkbirina bermahîyên rêxistinê neke".

Êrîşa ku 11 kes tê de hatin kuştin di nav wan de karmendekî ewlekarî,"ne nîşaneke li ser lawazîya ewlehîyê ye yan gefeke li ser paytextê".

"Ev karê terorîst hilweşîna terorîstan raber dike û dîyar dike ku ew nikarin tu operasyonên tolhildanê li deverên dûrdest bi cih bînin," wî got û teqez kir ku DAIŞ nikare derbasî bajarên Îraqî bibe û êrîşan li wan pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500