Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî serkêşekê DAIŞê li başûrê Bexdayê digirin

Xalid Taî

Serkêşekî DAIŞê bi navê Ebû Harûn, ku ji hêla hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê ve hatiye girtin, plan dikir ku êrîşên terorî li başûrê Îraqê pêk bîne. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkêşekî DAIŞê bi navê Ebû Harûn, ku ji hêla hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê ve hatiye girtin, plan dikir ku êrîşên terorî li başûrê Îraqê pêk bîne. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî serkêşekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girt, yê ku plan dikir ku êrîşên terorî pêk bîne hevdem ligelxwenîşan li dar ên li welat êdî berfireh bûne, li gorî ku ajansê Duşemê (4ê Mijdarê) eşkere kir.

Hêzên taybet terorîst li başûrê Bexday girtin, yê ku bi navê "Ebû Harûn" dihat naskirin.

Ebû Harûn di kemîneke hêzên Ajansa Dijî Terorê de hat girtin piştî şopandina tevgera wî ji nêz ve, li nêzî bajarokê Mehmûdîyayê, peyvdarê Ajansa Dijî Terorê Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

"Di lêpirsînan de, terorîst agahî li dor depoyeke ku çekên sivik, stokên cebilxaneyê, xetên telefonê û alavên teqandinê dihundirandin dan," wî got.

Girtina Ebû Harûn bû encama dîtina cihê depoyeke çek û cebilxaneyê ku wî plan dikir wan di êrîşan de li başûrê Îraqê bi kar bîne. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Girtina Ebû Harûn bû encama dîtina cihê depoyeke çek û cebilxaneyê ku wî plan dikir wan di êrîşan de li başûrê Îraqê bi kar bîne. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Numan teqez kir ku wî plan dikir ku êrîşên terorî pêk bîne hevdem ligel xwenîşandanên cemawerî li Bexdayê û parêzgehên başûrî "bo ew bibin qadên tundûtûjîyê û gêre û kaos hakim be".

"Ev operasyon beşeke ji zincîrek operasyonên berdewam bo girtina serkêşên DAIŞê yên terorîst û rêgirtin li ber wan ku selametî, aramî û ewlehîya welat têk bidin," wî got.

"Em her agahîyeke ku dibe alîkarîya me bike ku em cihên xweveşartina terorîtan na bikin û wan bikujin an jî bigirin dikolin," wî got.

Nehiştina bermahîyên DAIŞê

Numan eşkere kir ku berî çend rojan, ajansê , ligel sergirtina hewayî ya Hevpeymanîya Navdewletî, çar endamên DAIŞê kuştin û kesekî din girtin piştî ku veşartgeha wan li devereke dûrdest li bakurê parêzgeha Diyalayê hat bombebarankirin.

Wî got ku ev êrîş beşeke ji "xebateke ewehî û hewalgirî ya mezin bo nehiştina bermahîyên DAIŞê li deverên ku ji Diyalayê heta bi parêzgehên Kerkûkê û Selahedînê berfireh dibin".

Wî daxuyand ku ev dever weke xalên herî germ ên rêxistinê dihatin reçavkirin berî ku ew bi operasyonên ewlehî yên himbiz werin armanckirin.

Li gor raportên hewalgirî, DAIŞ "demeke zehmet û sext jîyan dike piştî kuştina serokê wê yê terorîst Ebû Bekir Bexdadî", Numan wiha got, û da zanîn ku ajansê alîkarî di kifşkirina cihê serokê DAIŞê de kiriye.

Wî teqez kir ku serkêşên mayî yên DAIŞê "êdî şok bûne û kesek ji wan dilrihet nemaye, û êdî ker kes rûxaye û bêçare ye," û wî sivkatî bi raportên ku dibêjin kurêxistinê serokekî xwe yê nû hilbijartiye kir.

"DAIŞ êdî di rewşa mirinê de ye, û kes nikare wê vejîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500