Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

"Serkirdeyekî ewlehî" yê DAIŞê li çîyayê Hemrînê hat kuştin

Xalid Taî

Du endamên Ajansa Dijî Terorîzmê di êrîşekê de i ser veşartgeheke DAIŞê li çîyayê Hemrînê li parêzgeha Diyalayê di 14ê Nîsanê de beşdar dibin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wegritin]

Du endamên Ajansa Dijî Terorîzmê di êrîşekê de i ser veşartgeheke DAIŞê li çîyayê Hemrînê li parêzgeha Diyalayê di 14ê Nîsanê de beşdar dibin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wegritin]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê roja Yekşemê (21ê Nîsanê) got ku wê "serkirdeyê ewlehî" yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê kuşt.

Êrîş li çîyayê Hemrînê ji alîyê hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê, bi alîkarîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî hat cîbicîkirin, peyvdarê ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re eşkere kir.

Di êrîşê de, hêzê Nîhad Ehmed Ebduil Selam Kerawî, welatîyekî Îraqî ji bajarokê Celewlayê yê Diyalayê kuşt, ê ku herwiha weke Ebû Idrîs dihat naskirin.

Wî weke "serkirdeyê ewlehî" yê "Wîlayeta Diyalayê" ya rêxistinê kar dikir.

Hêzên taybet li dora komeke telefonên mobayil û belgeyan in, ên ku wan di veşartgeheke DAIŞê li çîyayê Hemrînê dîtine di 11ê Nîsanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wegritin]

Hêzên taybet li dora komeke telefonên mobayil û belgeyan in, ên ku wan di veşartgeheke DAIŞê li çîyayê Hemrînê dîtine di 11ê Nîsanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wegritin]

"Ew terorîstekî xeternak bû, ku kesayeteke sereke bû, û wî gelek tawanên terorî berî vê li Diyala û Kerkûkê plan kirin, di nav wan de revandin û kuştina xelkên rêbwarî li ser rêya Bexda-Kerkûkê sala par," Numan got.

Herwiha destên Kerawî di "gelek êrîş li ser serbazgehên heşda êlî û hêzên polîsê federal li gund û bajarokên nêzî Hemrînê hebû", wî anî ziman.

"Yê terorîst dihat naskirin ku gelek heydar bû dema ew ji cihekî diçû cihekî din," wî got, lê ew demeke dirêj li jêr çavdêrîya ajansê bû .

Ajans şanên DAIŞê armanc dike

Numan daxuyand ku êrîş beşek ji ji zincîreke operasyonên ewlehî bû ku ev bêhtirî deh rojan in li çîyayên Hemrînê diqewin.

Di operasyonan de "me serkirdeyên DAIŞê yên berz kuştin, telefon, belge û agahî derbarê çalakî û tevgerên bermayîyan [ên DAIŞê] bi dest xistin û me komployên wan têk birin", wî got.

"Xebatên me bo tunekirina şanên DAIŞê berdewam in," wî anî ziman, û not kir ku ajans giranîyê dide şopandina şanên DAIŞê yên çalak û razayî û lêxistina wan bi êrîşên nepenî û bilez.

Numan da zanîn ku vê dawîyê ajansê pêdivîyên teknîkî yên nûjenpeyda kirinw daku alîkarîyê pê re bikin di çavdêrîya çalakîyan de û lêgerîna li bermayîyên DAIŞê.

Herwiha berhevkirina agahîyên hewalgirî hatiye qayimkirin di rêya hevahengî û berdêlkirina agahîyan di navbera ajansa dijî terorê û ajansên dijî terorîzmê yên biyanî de.

Wî got ku endamên hêzê jîhatîyên şer ên astbilind di şerê bi DAIŞê re wergirtin, û berdewam ew tevlî korsên rahînan û pêşxistinê yên bi alîkarîya hêzên hevpeymanîyê dibin daku besayetî û amadehîya wan zêde bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500