Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ajansa Dijî Terorîzmê dide dûv bermayîyên DAIŞê li deverên çiyayî

Xalid Taî

Hêzên Ajansên Dijî Terorîzmê girte ser veşartgehên DAIŞê li Îrqaê di 26ê Hezîranê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansên Dijî Terorîzmê girte ser veşartgehên DAIŞê li Îrqaê di 26ê Hezîranê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî, bi piştgirîya balefirên şer ên Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî êrîşeke nû li dijî bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedînê ya li bakurê welat bi cih anî.

Operasyon bû encama mirina 24 endamên DAIŞê di van herdu rojên dawî de di rêya armanckirina şkeft û tunelên wan xwe di wan de vedişart li çiyayên Xanûkayê.

Êrîş ên herî dawî bûn di zincîrek ji operasyonên bi heman şêwazê de yên Ajansa Dijî Terorîzmê li çiyayên Mexmûrê û biyabana Hetrayê li parêzgeha Nînewayê û Wadî Horanê li parêzgeha Enbarê ku bûn encama kuştin û girtina bi dehan ji endamên DAIŞê di van hefteyên dawî de.

Operasyonên li çiyayên Xanûkayê piştî operasyona 24ê Hezîranê li çiyayên Qere Çoxê li navçeya Mexmûrê tê, ku bûn encama mirina 12 çekdaran, peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

Endamine DAIŞê ji "parêzgeha başûrî ya" rêxistinê ji alîyê hêzê Ajansa Dijîê Terorîzmê di operasyoneke ewlekarî ya kwalîte di Gulanê de hatin girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamine DAIŞê ji "parêzgeha başûrî ya" rêxistinê ji alîyê hêzê Ajansa Dijîê Terorîzmê di operasyoneke ewlekarî ya kwalîte di Gulanê de hatin girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Wî got ku balefirên hevpeymanîya navdewletî di wê operasyonê de 59 êrîşên asmanî li ser şkeftên ku terorîstan xwe di wan de vedişart bi cih anîn.

"Rojên herî ne xweş"

Wî got ku operasyonên Ajansa Dijî Terorîzmê "li ser bingeha xebata hewalgirî ya mezin" têne bicihanîn û destnîşan kir ku ew bi ser ketin û hiştin ku dijmin vekişe, vê yekê zor li endamên DAIŞê ku xwe li derekê bigirin û nema tevgerê bikin ji tirsa ku werine armanckirin.

"Bermayîyên [DAIŞê] yên xwe li deverên çiyayî vedişêrin di rojên xwe yên herî ne xweş re derbas dibin ji ber ew derdê îzolekirineke dijwar dikişînin," Numan got.

Ew nikarin "xwe li ber operasyonên me yên zexm ên li dijî wan bigirin, ku li veşartgehên wan ên herî asê û nepenî dan", wî anî ziman.

DAIŞ hewl dide, di rêya xebatên xwe yên propegandayê li ser înternetê "rastî û xisarên mirovî yên giran yên ew rastî hat li ser destên hêzên me, herwiha jidestdana piranîya jêderên dabînkirina lojestîk veşêre", wî got.

"Me êrîşên xurt li dijî bermayîyên terorîst bi cih anîn, herwiha operasyonên daxistinê yên serkeftî û operasyonên maliştinê li biyabanê û li dirêjahîya sînorên rojavayî yê welat," Numan got.

"Ev lipeyçûn xurttir dibin û digihine çi devera ku dibe ku terorîst xwe lê veşêrin," wî anî ziman.

Xurtkirina ewlehîya zindanê

Hevdem ligel van xebatan, Ajansa Dijî Trorîzmê dest bi pêngavên pêşkinînê kir da devera dora zindanê ewle bike, zindana herî baldar zindana Hûtê li bajarê Nasirîyayê yê li başûrê welat..

Numan eşkere kir ku fewcê Ajansa Dijî Terorîzmê li parêzgeha Zî Qarê hefteya bûrî erkên maliştinê yên li pey hev nêzî zindana Hûtê û deverên derdora wê bi cih anîn.

Wî got ku mebest ji vê operasyonê ew bû "asêkirinê" li deverên derdora zindanê qayim bikin û destnîşan kir ku hemû zindan li Îraqê "ewle ne û rastî çavdêrîya hûr tên û ti gef li wan nayê xwarin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hinek hêzên çekdar dixwazin ku ezmûna Hûsîyên Yemenê bînin Îraqê. Ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xeternaktir in. Ji ber ku DAIŞ dijminekî xuya ye, lê ew hêzên çekdar bi navê dewletê tevgerê dikin û dê tiştê mayî ji dewletê daqurtînin eger ew nehatin rawestandin û qewitandin.

BERSIV BIDE