Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê veşartgehên DAIŞê yên li Selahedînê wêran dikin

Xalid Taî

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 8ê Tîrmehê tundrewekî ku plana êrîşan dikir girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 8ê Tîrmehê tundrewekî ku plana êrîşan dikir girtin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî çend êrîş li ser veşartgehên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) li bakurê navçeya Şirqatê di rojên dawî de pêk anîne.

Li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên ji hêla hêzên Îraqî ve, êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê şaneke DAIŞê li Dorava Kanûsê li navçeya Şirqatê armanc kir û sê çekdar hatin kuştin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Çarşemê (8ê Tîrmehê) ragihand.

Çekên sivik û weset bi çekdaran re hebûn û wan plana êrîşekê li dijî hêzên ewlekarî yên li deverê bicihbûyî ne dikir.

Balefirên şer ên Fransî jî tunêline DAIŞê li Dorava Kanûsê roja Sêşemê wêran kirin.

Firokeyên şer ên hevpeymanîya navdewletî di 29ê Gulana 2019an de, rahînaneke dagirtina sûtemenîyê ligel firokevanên hêza asmanî ya Îraqî pêk tînin. [Wêne ji Operasyona Çareserîya Rîşeyî hatiye wergirtin]

Firokeyên şer ên hevpeymanîya navdewletî di 29ê Gulana 2019an de, rahînaneke dagirtina sûtemenîyê ligel firokevanên hêza asmanî ya Îraqî pêk tînin. [Wêne ji Operasyona Çareserîya Rîşeyî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê di rojên dawî de zincîra çiyayên Mexûl û Nemilê li parêzgeha Selahedînê armanc kirin, Circis Hîcab, qayimmeqamê navçeya Aşûr li Şerqatê ragihand.

Êrîşên asmanî piştî raportên hewalgirî hatin, raportên dîyar kirin ku hejmareke biçûk ji paşmahîyên DAIŞê bi dizî derbasî deverên dûr li bakurê Şerqatê bûne, ji biyabana Hetrayê ya nêzîk, wî ji Diyaruna re ragihand.

Cihên endamên DAIŞê "bi rêya dronan hatibûn naskirin, piştî ku kamîrayên koleçanê yên germbar hatin danîn li Zor Kanûs û êdî ev dora çar mehan in ku çalakîyên terorî li deverên çiyayî nehatine tomarkirin ", Hîcab got.

Wî got ku Ajansa Dijî Terorîzmê deverê ewle dike, û xwe dispêre çavkanîyên hewalgirî di operasyonên xwe de li dijî veşartgehên DAIŞê yên herî asê.

Şênî piştgirîya xebatên ewlehî dikin

Hîcab got ku di dawîya Hezîranê de, ajansê çend operasyon bi piştevanîya balefirên şer ên hevpeymanîyê pêk anîn ku bûn encama wêranbûna çendîn veşartgehan li çiyayên Xanûkayê, li başûrê Şerqatê, û herî kêm 24 çekdar hatin kuştin.

Xeterîya paşmahîyên DAIŞê yên li çiyayan dimînin kêm bûye "bi saya vê xebata ewlehî ya bandordar", Hîcab got, û teqez kir ku gundên li nêzî çiyayan êdî ewlehtir in.

Di nav de Xanûka, Nemil, Asdira Jêrîn û Zawiya.

Wî daxuyand ku xelk bi hêzên ewlekarî re hevahengîyê dikin û şênî xeberlêdanê li her tiştê ku dibe cihê gumana wan dikin.

Ev operasyon vê dawî bû encama "kuştina pênc terorîstan li gundê Nemilê, dema ku wan berhemên gundîyan didizîn", Hîcab got.

Wî daxuyand ku piştgirîya şênîyan alîkarî di dîtina gelek depoyên çek û cebilxaneyê de kirin, "hinek ji wan mişt komên cebilxane, bombeyên bidestçêkirî û mûşekên kevin bûn ku wan [DAIŞ] ew li pey xwe hiştibûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500