Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û hevpeymanîyê operasyonan li dijî DAIŞê li Selahedînê pêk tînin

Xalid Taî

Heşt endamên şaneke DAIŞê roja 21ê Tebaxê li Selahedînê hatin girtin ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê ve. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Heşt endamên şaneke DAIŞê roja 21ê Tebaxê li Selahedînê hatin girtin ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê ve. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Zêdebûna êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên dûrdest ên Selahedînê hişt hêzên Îraqî xebatên xwe yên ewlehî yên li parêzgehê berfireh bikin.

Di heftîyên borî de, endamên DAIŞê êrîş li ser xalên pişkinînê û hin armancên sivîl pêk anîn, di nav de êrîşa 20ê Tebaxê ya ku mezargehek li nêzî bajarokê Ducêlê armanc kir, ku tê de pênc endamên asayîşê hatin kuştin û heştên din birîndar bûn.

Artêşa Îraqî û yekîneyên piştevanîyê giranî dan tunêl û şikeftên li biyabanên bakurî û rojavayî yên Wadî Sersar heta bi parêzgeha Enbarê berfireh dibin. Wan zincîra çiyayên di navbera Mekhûl û Şerqatê de, û rêya diçe Hetrayê li parêzgeha Nînewayê ramalişt.

"Êdî DAIŞ nikare derbasî parêzgeha Selahedînê bibe"

Lîwa Ebdul Mehsin Hatem Ebasî, fermandarê operasyonên ewlehî yên Selahedînê, ragihand ku operasyon bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî hatin pêkanîn.

Leşkerên Îraqî di amadebaşîyê de ne bo pêkanîna operasyonekê bi armanca nehiştina bermahîyên DAIŞê li Wadî Sersar, li rojavayê Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di amadebaşîyê de ne bo pêkanîna operasyonekê bi armanca nehiştina bermahîyên DAIŞê li Wadî Sersar, li rojavayê Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Êdî DAIŞ "nema dikare xwe vedize nava parêzgeha Selahedînê", wî ji Diyaruna re ragihand.

Ebasî got ku operasyonan penagehên ku weke cihên kombûn û bêhinvedana terorîstên ku ji biyabanên parêzgehên Enbarê û Nînewayê dihatin bûn armanc kirin.

Wî dîyar kir ku ev penageh xalên derbasbûna nava Selahedîn, Mexmûr, û çiyayên Hemrînê û herwiha çendîn gundên li ser tixûbên parêzgehên Diyalayê û Bexdayê bûn.

Roja 21ê Tebaxê, balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî êrîşeke asmanî li ser veşartgeheke terorîstan li başûrê parêzgeha Selahedînê pêk anî.

Lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ji Diyaruna re ragihand ku êrîşê kombûneke endamên DAIŞê armanc kir "piştî ku me cihê wan bi rêya firokeyeke koleçanê nas kir".

Wî got ku veşartgeh stargehek li baxekê li nêzî navçeya Termiyayê bû.

Bombebaranên hevpeymanîyê "hejmareke ne dîyar ji terorîstan kuştin, ku çend ji wan fermandar bûn û plana pêkanîna êrîşên terorî li hinek deveran dikirin".

Xefacî got ku êrîş beşek ji taktîkeke nû ya Fermandarîya Operasyonên Hevbeş bû, a li ser bingeha pêşxistina piştgirîya hewalgirî bo "bidestxistina agahîyên herî gelek li dor çalakî, şan û veşartgehên DAIŞê".

Hîn milîtan li deverên biyabanê çalak in

Xefacî ji Diyaruna re ragihand ku xebat bayexê didin "ramaliştina deverên biyabanî, bi taybetî yên li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewayê, ji bo dîtina cihên terorîstan û têkbirina rêyên çûnûhatina wan", ji ber ku milîtan hîn li wan deveran çalak in.

Operasyonên aniha û yên di pêşerojê de dê giranîyê bidin tundkirina rêkarên ewlehî li dirêjahîya sînorî Îraq-Sûrîyayê.

Roja 22yê Tebaxê, Yekîneya Hewlagirî ya 8ê ya Artêşa Îraqî "çend malbatên DAIŞê" (bêyî eşkerekirina hejmarên wan) li nêzî dergehê sînorî yê Qaimê girtin, çaxê wan hewl dida bi awayekî neyasayî ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bibin.

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 21ê Tebaxê ragihand ku wê "operasyoneke ewlehî ya mezin li bakurê Selahedînê pêk anî, û şaneke heşt-endam a DAIŞê li Şerqatê têk bir".

Daxuyanîyê got ku endamên hatine girtin hewl didan ku êrîşî hêzên ewlekarîyê bikin.

Endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Selahedînê Ebid Sultan Îsa Cibûrî got ku operasyon di çarçoveya pêngaveke Ajansa Dijî Terorîzmê û hêzên ewlekarîyê de tê.

Di operasyonan de çiyayên Mekhûl û Beac, û zevîyên çandinîyê yên li bakurê parêzgehê Bexda, Diyala û Enbarê, û herwiha peravên Sersar, Tikrît, Bêcî û Şerqatê hatin ewlehkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500