Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çavkanîyên bijîşkî û ewlehî: Di êrîşeke DAIŞê de li rojavayê Bexdayê 11 kes hatine kuştin

AFP

Çekdarekî Îraqî bi Hêzên Heşda Şaebî re devereke ku DAIŞ êrîş kiriye pişkinîn dikin, ku berî rojekê li dijî yekîneyeke hêzên nefermî li Mekşîfa roja 3yê Mijdarê pêk anîbû. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çekdarekî Îraqî bi Hêzên Heşda Şaebî re devereke ku DAIŞ êrîş kiriye pişkinîn dikin, ku berî rojekê li dijî yekîneyeke hêzên nefermî li Mekşîfa roja 3yê Mijdarê pêk anîbû. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çavkanîyên bijîşkî û ewlehî ragihandin ku êrîşeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser xaleke pişkinînê ya hêzeke êlan ya dewlet piştevanîya wê dike li rojavayê Bexdayê ku 11 kes kuştî derengîya Yekşemê (8ê Mijdarê) li paş xwe hiştin.

Tundrewan bombe û gule avêtin hêzên êlan ên li jêr sîwana Heşda Şaebî kar dikin, ên li Ridwaniyayê, li başûrê paytexta Îraqî, li nêzî balafirgeha Bexdayê bi cih dibin.

Çavkanîyeke ewlehî eşkere kir ku "DAIŞê êrîş bir ser bircê çavdêrîyê, di encamê de pênc endamên Heşa Êlan û şeş sivîlên ku hatibûn bi hawara wan ve hatin kuştin".

Çavkanîyeke bijîşkî ev amar teqez kirin û got ku heşt kesên birîndar jî bo nexweşxaneya Bexdayê ya navendî hatine rakirin.

Heta aniha DAIŞê berpirsyarîya xwe ji bûyerê ranegihediye.

DAIŞê sêyeka Îraqê di 2014an de dagir kir û dest danî ser bajarine mezin li bakur û rojava û gihişt derdora Bexdaya paytext.

Piştî cengeke dijwar ku sê salan bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî dirêj kir, Îraqê têkçûna DAIŞê di dawîya 2017an de ragihand.

şanên razayî yên DAIŞê êrîşên xwe li ser hêzên ewlekarî û binesazîya dewletê berdewam kirin, bi taybetî li deverên biyabanî ku hêz bi rengekî hindik belav dibin.

Lê êrîşên bi qurbanîyên wiha gelek û pir nêzî paytextê pir kêm rû dane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500