Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sê rokêtên Katyûşa li nêzî Balefirgeha Bexdayê dikevin

AFP

Ev wêneya ku di 4ê Kanûna Duyem de hatiye kişandin cihê kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de rojekê berî vê dîrokê nîşan dide. [Elî Şukir/AFP]

Ev wêneya ku di 4ê Kanûna Duyem de hatiye kişandin cihê kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de rojekê berî vê dîrokê nîşan dide. [Elî Şukir/AFP]

Sê rokêtên Katyûşa li komavahîyekê li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê ku serbaz û diplomasîyên Amerîkî li wir dimînin di demjimêrên destpêkê yên Çarşemê (6ê Gulanê) de ketin, çavkanîyeke serbazî ya Îraqî ragihand, beyî parvekirina hejmara qurbanîyan.

Ev êrîşa yekemîn e ku avahîyên Amerîkî armanc dike ji dawîya Adarê de, piştî şeş mehan ji êrîşênbi rokêtan ku hêzên Amerîkî, Brîtanî û Îraqî di wan de hatin kuştin.

Ew herwiha çend mehan berî civîna parlemana Îraqî bû, civîna bo dengdanê li ser hikûmeta nû, piştî pênc mehan ji destjikarkişandina hikûmetê.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî di daxuyanîyekê de gotin ku rokêt li nêzî balefirgehê ketin û artêşê avêjgeha rokêtan li deverekê li rojavayê Bexdayê dîtin.

"Armanc baregehên Ajansa Dijî Terorîzmê bûn, ên ki hêzên Amerîkî di wan de bi cih dibin," çavkanîyeke ewlehî ragihand.

Herwiha şandên diplomasî yên Amerîkî li wê navçeya pir ewleh bi cih dibin.

Bûyereke piştî hêminîyekê

Balefirgeha Bexdayê ji nîvê Adarê ve girtîye di çarçoveya girtineke giştî bo rûbirûbûna petaya vayrûsê Koronayê yê nû (COVID-19).

Ew hevdem bû ligel hêminîyeke rêjeyî di navbera Amerîka û Îranê de piştî derketina alozîyan di navbera wan de bo heyama çend mehan.

Di Kanûna Duyem de, Amerîkayê êrîşeke asmanî bi rêya dronê pêk anî ku tê de generalê Îranî Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis li Balefirgeha Bexdayê hatin kuştin.

Pişt re wê dest bi pêngaveke berfireh a bombebarankirina komên alîgirên Îranê li Îraqê, yên ku ew wan bi pêkanîna êrîşan bi rokêtan li ser hêzên xwe gunehbar dike.

Îran, ji bal xwe ve, mûşek avêtin hêzên Amerîkî yên li rojavayê Îraqê bi cih dibûn û doza vekişîna hêzên Amerîkî ji Rojhilata Navîn kir.

Êrîşan her du alîyan hişt ku her du welat li Îraqî derbasî şer bibin, lê ji dawîya Adarê ve tu rokêt nehatine berdan û gotareke hinek provaksyonbar heye.

Hevpeymanîya Navdewletî ya alîkarîya Îraqê di şerê li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de herwiha ji dora şeş bingehan vekişîya û cihê bicihbûna bi sedên serbazên xwe guhert.

Lê çavdêr dibêjin kuher du alî xwe ji şerekî re amade dikin ku dibe her kêlîyê geş bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500