Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ gulebarankirina li Viyênayê angaşt dike hevdem ku Nemsa Şînê dikişîne

AFP

Gul û mûm li cihekî bîranînê li cihê êrîşekê li Viyênayê tên danîn di sêyê Mijdarê de piştî rojekê ku mêrekî girêdayî DAIŞê çar kes kuştin. [Joe Klamar/AFP]

Gul û mûm li cihekî bîranînê li cihê êrîşekê li Viyênayê tên danîn di sêyê Mijdarê de piştî rojekê ku mêrekî girêdayî DAIŞê çar kes kuştin. [Joe Klamar/AFP]

Lêpirsînerên Nemsawî roja Sêşemê (3yê Mijdarê) hûgilîyên êrîşa ku şeva Duşemê li orta Viyenayê ji alîyê çekdarekî tek çêbû didin hev êrîşa ku ji wî çaxî ve ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) ve hat angaştin.

Çar kes hatin kuştin dema Kujtim Fejzulai, ê weke dilsozekî 20-salî yê DAIŞê yê ku demekê ketibû zindanê de tên nasandin, gule bi Kelaşnîkofê avêtine devereke qerebalix li paytexta Nemsayê.

Polîs got ku wî herwiha kemerekî teqîner ê sexte li xwe dikir.

Di sergirtineke li ser mala Fejzula, lêpirsîneran delîlê wî tawanbar dikin li ser kompyûterê wî dîtin, di nav de wêneyekî di Facebookê de hatiye belavkirin ligel çekên otomatîk û kêreke ku di êrîşê de hatiye bikaranîn.

Sernava wêneyê angaşt ku wî "xizmeta padîşahîyê" dikir û peyamine din ên nimuneyî yên DAIŞê hebûn, Wezîrê Karê Hundir ê Nemsawî Karl Nehammer ragihand.

DAIŞê roja Sêşemê angaşt kir ku ew berpirsa komhujîyê ye, li gorî ajansa wê ya propegandayê Amaq.

Herwiha Amaq tomareke vîdyo a kurt a ku tawanbarê çekdar tê de wêneyekî xwe kişandiye ku tê de ew dilsozîya wxe ji serokê koma tundrew re eşkere dike.

Polîs Fejzulai roja Duşemê kuşt û di pişt re êrîşî 18 edresên cuda kir û 14 kes girtin dema ew li hevkarên gengaz digeriyan.

êrîşeke kirêt

Şêwimendê Nemsawî Sebastian Kurz gulebarankirin şermezar kir û ew weke "êrîşeke terorî ya kirêt" bi nav kir, ku tê de wî garsonek, ciwanekî di wir re derbas dibû û jinek û mêrekî bi temen kuştin.

Hikûmeta wî dê rastî pirsên derbarê çawa tekekesekî ji hêzên ewlekarî re naskirî karîbû çekan bikire û hovîtîyê li kolanên paytextê, yên ku bi giştî aştîyane ne belav bike, gelek caran ew weke cihê herî baş ê jîyanê li ser astê cîhanê hatiye destnîşankirin.

Lêpirsîn gelek welatan dide ber xwe, Swîsra û Mesedonya du kes girtin, ku koka malbata Fejzulai li wir e, ku hevkarîyê bi desthilatdarîya Nemsawî re dikin.

Du ciwanên Swîsrî li nêzî Zyûrixê roja Sêşemê hatin girtin ji ber têkilîya wan bi êrîşa xwînî re hebû, wan angaşt ku wan çekdar nas kir, wezareta dadê got.

"Ew hev nas dikin," peyvdarê wezareta dadê Philipp Schwander ragihand û anî ziman ku lêpirsîner dipirsin "çawa wan têkilî bi hev re dikir".

Nehammer got ku Fejzulai hat tawanbarkirin û zindankirin di Nîsana par de ji ber wî hewl dabû ku biçe Sûrîyayê û tevlî DAIŞê bibe.

Welatîyê xwedî nasnameya Nemsawî û Mesedonî di programeke dijî radîkalbûnê de ya ku hikûmet temwîla wê dike hatibû qebûlkirin û karîbû serbestberdana zû di Kanûna Yekem de ji hukmê 22-meh zindan misoger bike.

Serokê ewlekarî yê bilind ê Nemsayê Franz Ruf ji mîdyaya xwecihî re ragihand ku di rûniştina xwe ya dawî de ya derbarê programa dijî radîkalbûnê, Fejzulai êrîşên tundrew ên vê dawîyê li Frensayê şermezar kirin.

Berî vê hewldanek ji alîyê desthilatdarîya Viyênayê ve hebû ku ew Fejzulai ji nasnameya wî ya Nemsawî mehrûm bike, lê ew bi ser neket ji ber "tu delîlên têr derbarê çalakîyên wî tune ne", Nehammer got.

''Şok û xemgînî''

Rijandina xwînê herikîna piştgirîyê ji alîyê serkirdeyên cîhanê ve zêde kir.

Li seranserê welat, al li ser avahîyên giştî bo nîvê stûnê hatin daxistin û xelk hatin dîtin xulekekê bêdeng di nîvro de rawestiyan dema ku zingilên dêran lê dan.

Kurz, Serok Alexander Van der Bellen û berpirsine din di merasîmên danîna gulan de bo rêzgirtina qurbanîyan beşdar bûn.

Bîst û sê kesên birîndar roja Sêşemê li nexweşxaneyê bûn, heft ji wan rewşa wan xerab bû, komeleya nexweşxaneyên Viyênayê eşkere kir.

Polîs got ku efserek di nav kesên birîndar de bû.

Almanya tevlî Komara Çîk bû di zêdekirina pişkinînan de li ser sînorênxwe bo rawestandina egera êrîşan.

"Şerê li dijî van kujeran û wan kesên ku wan gur dikin tekoşîna me ya hevpar e," Şêwirmend Angela Merkel got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500