Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Wezîrek: Çekdarê êrîşa Viyanayê hewl dabû biçe Sûrîyayê

AFP

Pagereke polîsê li Viyanayê di 3yê Mijdarê de pêk tîne. Peyketineke mezin pêk hat piştî çekdarinan gule li gelek deveran li navenda Viyanayê şeva 2yê Mijdarê berdan, di encamê de bi kêmanî çar kes hatin kuştin bûyera ku şêwirmendê Nemsayê Sebastian Kurz bi "êrîşa terorîst a kirêt" bi nav kir. [Joe Klamar/AFP]

Pagereke polîsê li Viyanayê di 3yê Mijdarê de pêk tîne. Peyketineke mezin pêk hat piştî çekdarinan gule li gelek deveran li navenda Viyanayê şeva 2yê Mijdarê berdan, di encamê de bi kêmanî çar kes hatin kuştin bûyera ku şêwirmendê Nemsayê Sebastian Kurz bi "êrîşa terorîst a kirêt" bi nav kir. [Joe Klamar/AFP]

Peyketineke mezin Sêşemê (3yê Mijdarê) pêk hat piştî çekdarekî gule li gelek deveran li navenda Viyanayê berdan, di encamê de bi kêmanî çar kes hatin kuştin bûyera ku şêwirmendê Nemsayê Sebastian Kurz bi "êrîşa terorîst a kirêt" bi nav kir.

Wezîrê Hundir ê Nemsayê Karl Nehammer ragihand ku yek ji wan êrîşkeran xwedî nasnamya Masedonyaya Bakur û Nemsayê ye û bi çûna ber bi Sûrîyayê ve dihat tawanbarkirin.

Wî ji ajansa nûçeyan APA re got ku Kujtim Fejzulai yê 20 salî, ku bi guleyeke polîsê hat kuştin, çekeke automatîk, demançe û dasek pê re bû û kembereke teqîner a sexte li xwe kiribû.

Nehammer dîyar kir ku Fejzulai alîgirekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû û Nîsana sala derbasbûyî bi sûcekî terorîst hatibû tawanbarkirin.

Polîsine biçek li derveyî Navenda Opera li navenda Viyanayê di 2yê Mijdarê de bo parastinê radiwestin piştî êrîşekê. [Joe Klamar/AFP]

Polîsine biçek li derveyî Navenda Opera li navenda Viyanayê di 2yê Mijdarê de bo parastinê radiwestin piştî êrîşekê. [Joe Klamar/AFP]

Wê demê 22 meh hikum lê hatin birîn lê di Kanûna Yekem de hate berdan.

Wî anî ziman ku ew di bernameya rûbirûbûna tundrewîyê de bû û karîbû serbestberdaneke ji dema hikumî ya dîyarkirî zûtir peya bike.

"Tawakar karî bernameya rûbirûbûna tundrewîyê ya pergala dadê û xelkê tê de bixapîne û herwiha karîbû serbestberdaneke zûtir bi dest bixe," wezîr got.

"Tu delîl tune ne ku êrîşkarekî din heye"

Nehammer anî ziman ku efseran 18 êrîş pêk anîn û 14 kesên ku tilîya wan di kuştinan de hebû girtin.

Polîsê ragihand ku ew herî kêm li êrîşkerekî din digerin ku hîna revîyayîye. Lê Nehammer dîyar kir ku tu delîl tune ye ku êrîşa kujer ji alîyê êrîşekerekî din jî pêk hatiye.

Wî di konferanseke çapemenîyê re got, vîdyoya di destê polîsê de "aniha nîşan nade ku tu êrîşkerekî din heye".

Êrîşa ku şeva Duşemê çêbû li şeş deveran pêk hat, di nav de deverên nêzî kinîşteyekê Cihûyan û navenda opera ya navdar li orta Viyanayê.

Helikopter li asman gerîyan û polîsê bajêr girt daku li pey êrîşkeran bikevin, belê welatên cîran jî pişkinîn li ser sînor giran kir.

Ev êrîş piştî rêzeêrîşên tundrew ên li Fransayê hat û vê yekê hişt serokên gelek welatan hevxemîya xwe bînin ziman.

Berdevkê Wezîrê Hundir dîyar kir ku du zilam û du jin di êrîşê de hatin kuştin, zêdeyî 15 kesan jî birîndar bûne, rewşa heftan ji wan giran e. Polîsê jî ragihand ku efserek birîndar bûye.

Dengê guleyên destpêkê derdora saet 8ê êvarî ji navenda bajêr hat bihîstin.

Desteya Weşanê ya Giştî ORF li ser zimanê govanekî ragihand ku "weke lîstikên agir bûn, paşê me ferq kir ku gule ne".

Govan anî ziman jî ku çekdarekî "gule ji çekeke automatîk berd wî" berî polîs bighêjin û guleyan berdin wî.

Dîdvanekî din bi kêmanî behsa 50 guleyî kir.

Nehammer derbarê êrîşkerê kuştî de axivî û got, "hemû nîşane belî dikin ku ew kesekî tundrew e û xwe nêzî DAIŞê hîs dike".

Wî ji çapemenîyê re dîyar kir ku polîsê teqemenî bi kar anîn heta karîbûn xwe bigihînin mala zilamê kuştî yê bi "çekan dagirtî" bû.

Kurz ji ORF re ragihand ku, êrîşker "xwe baş bi çekên automatîk dagirtibûn" û bi "rengekî pîşedar" xwe amade kiribûn.

Kurz da zanîn ku ligel dê polîs balê bikşînin ser operasyona antî-teror, artêş dê ewlehîya avahîyên sereke yên li Viyanayê biparêze.

Piştgirîya bi Nemsayê re

Almanya pişkinîna li ser sînorê Nemsayê giran kir ku Şêwirmenda Alman Angela Merkel got: "Şerê li dijî van kujeran û kesên wan gur dikin têkoşîna me ya hevbeş e".

"Em Fransî şok û xemgînîya xwe bi gelê Nemsayê re bi par ve dikin," Serokê Fransayê Emmanuel Makron jî di belavokeke medyaya civakî de dîyar kir.

Sêşemê, sê kes di dêrekê li bajarê Nîs yê Fransayê de hatin kuştin, û herwiha mamosteyek jî li ser destê tundrewekî hat kuştin ku têkilîya xwe bi Sûrîyayê li derveyî Parîsê heye di 16ê Cotmehê de.

Serokê Encumena YE Charles Michel got ku yekîtî "bi giranî vê êrîşa newêrek şermezar dike".

Herwiha serokên welatine din yên cîhanê piştgirîya xwe ji Nemsayê re anîn ziman, di nav de serokên Amerîka, Kanda, Awstralya, Brîtanya, Îsraîl, Rûsya, Pakistan, Hindistan, Îran û Turkîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500