Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kujerê mamostayê Fransî "têkilîyên" wî bi tubdrewekî li Sûrîyayê re hebûn

AFP

Efserekî polîs ê Fransî li tenîşt wêneyekî mamostayê Fransî Samuel Paty ê ku li ser pêşengeha Opera Comedie li Montpellier hatiye nîşandan radiweste di 21ê Cotmehê de, di rêzgirtineke neteweyî de bo mamostayê ku serê wî hat jêkirin ji ber nîşandana karîkaturên derbarê Pêxember Muhemed di waneya xwe ya perwerdeya civîl de. [Pascal Guyot/AFP]

Efserekî polîs ê Fransî li tenîşt wêneyekî mamostayê Fransî Samuel Paty ê ku li ser pêşengeha Opera Comedie li Montpellier hatiye nîşandan radiweste di 21ê Cotmehê de, di rêzgirtineke neteweyî de bo mamostayê ku serê wî hat jêkirin ji ber nîşandana karîkaturên derbarê Pêxember Muhemed di waneya xwe ya perwerdeya civîl de. [Pascal Guyot/AFP]

Peygerîna di kuştina mamostayekî li Frensayê ji ber nişandana karîkatorên derbarê Pêxember Muhemed li polê, bo Sûrîyayê hat şandin roja Pêncşemê (22wê Cotmehê), ku ê kujer têkilîya wê bi tundrewekî re hebû, jêdereke nêzîkî dozê got.

Heft kes hatin tawanbarkirin ji ber hevkarîya wan di "kuştineke terorî de" piştî Ebdulah Anzorov ê Şîşanî yê 18-salî Samuel Paty roja Înê kuşt, di nav wan de du nûhatîyên ku alîkarî pê re kirin ku mamosta nas bike.

Fransayê roja Çarşemê rêz ji Paty re girt, Serok Emmanuel Makron got ku mamostayê dîrok û cografyayê ji alîyê "tirsonekan" ve hat kuştin ji ber ew nirxên sekûlar û demokratîk yên Komara Fransayê raber dike.

Di gera li kesên hevkar, lêpirsînerên dijî-terorê teqez kirin ku têkilîya Anzorov bi tundrewekî Rûsî axêv ê li Sûrîyayê re hebû, ê heta aniha nasnameya wî nehatiye naskirin, jêder ji AFP re ragihand.

Rojnameya Le Parisien roja Pêncşemê ragihand ku kesên guman heye ku Anzorov têkilî pê re dikir hat destnîşankirin bi rêya edreseke IP ya girêdayî Idlibê, ku asêgeheke tundrewan e ku li bakur û rojavayê Sûrîyayê ye.

Di peyameke deng de bi Rûsî yekser piştî kuştinê, ya ku ji alîyê AFP hat wergerandin, Anzorov gelek caran behsa "Dewleta Îslamî" û Quranê kiriye.

Peyam di vîdyoyekê de di mîdyaya civakî de hat belavkirin, ligel du twîtan, yekê serê jêkirî yê qurbanî dîyar dikir û yeke din ku Anzorov tê de li kuştinê mikur hat.

Piştî çend kêlîkan ew bi fîşekan ji alîyê polîs ve hat kuştin.

Anzorov serê Paty bi kêreke dirêj jêkir. Gelek xwendekarên Paty wêne li ser înternetê dîtin berî dibe ku hatibin rakirin.

Sîpekên ku Paty bo kujerê wî li hember pereyan nîşan da derengî roja Çarşemê bi kuştinê hatin tawanbarkirin.

Herwiha bavê yekî ji şagirtên Paty, ku dest bi kampanyayeke li ser mîdyaya civakî ya li dijî mamosta kir tevî ku keça wî ne di polê de bû dema ku karîkatur hat nîşandan, hat tawanbarkirin.

Bêhtir ji 50 rêxistinan dê werin girtin

Herwiha tundrewekî Îslamî yê navdar ê ku alîkarî bi bav re kir ku hêrsa xelkê li dijî Paty zêde bike hat tawanbarkirin.

Her sêyên din ên rastî darizandinê tên hevalên Anzorov in, yek ji wan tê angaştin ku wî ew bire cihê tawanê lê yekî din pê re çû daku sîlahekî bikire.

Herwiha du ji wan tawanbar bûn ku ew di kuştina terorîst de hevpar bûn dema ku yê sêyem bi tawaneke piçûktir tawanbar bû, ofîsa dozgerê dijî terorê got.

Paty, yê 47-salî bû armanca kampanyayeke nefertê li ser înternetê ji ber bijartinên wî ji materyalên waneyan re -- heman wêneyên hiştin ku êrîşeke xwînawî ji alîyê çekdarên Îslamî ve li ser ofîsên rojnameya tinazebar Charlie Hebdo dest pê bikin di Kanûna Duyem a 2015an de.

Polîs bi dehan sergirtin bi cih anîn ji dema tawanê ve, lê hikûmetê fermana girtina mizgefteke li derveyî Parîsê bo şeş mehan da û Komelgeha Şêx Yasîn bi yekcarî girt, komeke tên gotin ku piştgirîya Hemas dike.

Hikûmeta Fransî biryara girtina bi yekcarî ya bêhtir ji 50 rêxistinên din yên wê ew tawanbar kirin ku têkilîyên wan bi Îslama radîkal re hene da.

Serjêkirina Paty êrîşa duyem a bi kêrê ye li ser navê tolhildana Pêxember Muhemed ji çaxê destpêkirina darizandina tawanbarên di êrîşa li ser Charlie Hebdo di meha borî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500