Nûçeyên Iraqê

Bergumanekî bi terorê hat girtin û 35 teqemenîyên bi destçêkirî li Bexdayê hatin destserkirin

Hêzên Fermandarîya Operasyonên Bexdayê êrîşan li dijî komên "Dewleta Îslamî " û torên tawana organîzkirî li Bexdayê dewam dikin, fermandarîyê di daxuyanîya îro Çarşemê (11ê Tîrmehê) got.

Pênc tekekesên tên xwestin, di nav wan de gumanbrên bi terorê, hatin girtin di encama gelek operasyonên lêgerînê de li deverên rojava û başûrê Bexdayê, daxuyanîyê got.

Sî û pênc teqemenîyên bidestçêkirî, pênc bombe yên ji hecmên cuda û du bombeyên Nemsawî yên ku DAIŞê li şûn xwe hiştibûn di operasyonê de hatin destserkirin, daxuyanîyê got.

"Teqemenî bê bûyer hatin rakirin û gumanbarekî bi terorê yê dihat xwestin li gor benda 4ê ya qanûna dijî terorîzmê li Ebû Muneysirê, li rojavayê Bexdayê, hat girtin," wî got.

"Herwiha çar kesên din ên gumanbar ên tên xwestin li gor bendên 442 û 443 ji ber dizîyê li deverin cuda li Bexdayê hatin girtin û ew bo desthilatdarîyên pêwendîdar hatin radestkirin," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500