Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Lêpirsîn têkildarî dosyayên gendelîya hikûmeta Îraqî berdewam in

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên tîma xwe ya hikûmetê re dicive bo nîqaşkirina awayên nehiştina gendelîyê, roja 13ê Tîrmehê. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên tîma xwe ya hikûmetê re dicive bo nîqaşkirina awayên nehiştina gendelîyê, roja 13ê Tîrmehê. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî di meha Îlonê de dest bi bicihanîna muzekerenameyên girtinê yên di derheqê berpirsên ji ber sûcên têkildarî gendelîyê tên xwestin de kir.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 30 Tebaxêdamezrandina komîteyeke bilind a hikûmetêbo lêpirsînê di haletên gendelîyê û tawanên mezin de ragihand.

Komîteya ku desthilatên wê yên berfireh û vekirî hene, bi serokatîya ferîq Ehmed Taha Haşim e, ku ew berê berpirsekî payebilind bû di Wezareta Hundir de.

Komîte nûneran ji ajansên hewalgirî û ewlehîya niştîmanî û desteya destpakîyê ya bo nehiştina gendelîyê ya Îraqî dihundirîne.

Kazimî ferman da Ajansa Dijî Terorîzmê ku biryarên dadweran û dadgehan ên têkildarî haletên xabata komîteya nû bi cih bîne.

Biryarên girtinê li dijî herî kêm 10 berpirsên berî yan ên niha ên hikûmetê hatine standin. Di nav de berpirsin di wezaretan de û serokên sazî, kompanî û bankên hikûmetê.

Hikûmet soza nehiştina gendelîyê dide

Parlemantarê Îraqî Sebah Aqilî, yê ku endamê komîteya destpakîyê ya parleman e, got ku karmendên hikûmetê nûnertîya "alîyê sêyem" di lîsta kesên di gendelîyê de li Îraqî teqinîne dikin.

Tevî ku hîn lêpirsînê berpirsên payebilind armanc nekirine, "lê ev gaveke nû ye ku hikûmetê berê di vê asta em îro dibîne nedane", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em hêvî dikin ku dê ev ferman dê di derheqê her kesên ku bi gendelîyê sûcdar in de berdewam bin," wî got, û da zanîn ku dê biryara dawî ya dadsazîyê be.

Eqîlî teqez kir ku cezakirina kesên gendel daxwazeke cemawerî ye ku hikûmeta Kazimî soz daye ku wê pêk bîne.

"Parlemanê Îraqî piştgirîyê dide her gavekê di vê çarçoveyê de, bi taybet ku dosyayên gendelîyê bi hezaran in û ew li Bîroya Sepereştîya Daranî û Desteya Dozgerîya Giştî û Destpakîyê tomarkirî ne," wî got.

Eqîlî got ku hinek ji van dosyayan "ev çend sal in ku sekinî ne û hineke din bêyî hebûna tu prosesê yan encamê hatine girtin".

"Em hêvî dikin ku dê gavên cedî werin avêtin û kesên di dizî û destdanîna ser malê giştî de cih girtine dê werin zindankirin," wî got, û banga damezrandina dadgeheke pispor bo lêkolînkirin di dosyayên gendelîyê de kir.

Wî got ku ev yekê dê yekalîkirina rewşê bi leztir bike.

Lêpirsîn berdewam in

Komîteya lêpirsînê bi fermî navên kesên ku hatine xwestin ji dadgehê re belav nekirine, xebîrê di warê yasayî de Elî Temîmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku nejî pêşketinek di lêpirsînan de eşkere kiriye, û dîyar kir ku lêpirsînên di dosyayên wiha de divê girtî û nehênî bimînin heta dema ku dadgeh biryara xwe ya dawî der bixe.

Temîmî got ku bi giştî, ev gav ji qedexeya seferê û xwestina bo dadgehê û rêkarine din li dijî berpirsên bi gendelîyê tên tawanbarkirin pêk tên.

Wî daxuyand ku lêgerîna li berpirsên postên wan nizim bi tenê gava destpêkê ye bo amadekarîyên bo vekirina lêpirsînan bi kesayetên payebilind re, ku li nav xelkê bi "hûtên gendelîyê" tên naskirin.

Wî dîyar kir ku ev komîte ne bi tenê dê li ser tawanên têkildarî gendelîya darayî û îdarî kar bike, belê ew dê lêpirsînê bi kesên ku guman heye tawanên din jî pêk anîbin veke.

Wî got ku ev xebat herwiha hevkarî û asankarîyên bi "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) re û bikaranîna hêzê li dijî xwenîşanderan didin ber xwe.

Temîmî teqez kir ku ev insiyatîva hikûmetê ji hêla raya giştî ve tê pêşwazîkirin û piştgirîkirin.

LêvegeraOlî li Necefê piştgirîya xwe nîşan da, û bang li hikûmetê kir ku lêpirsînan di gendelîyê de veke "û xwedan helwesteke yekalîker be di vê pêvajoyê de bo pêkanîna dadwerîya civakî û sepandina rêzdarîya dewletê".

Alîkarîkirina Îraqê di avakirina bawerîyê de li ser astê cîhanê

Ev insiyatîv dê alîkarîyê bi Îraqê re bike ku bibe cihê bawerîya civaka navdewletî û piştgirîyê ji deverên hewcedarê nûavakirin, weberanîn û pêşxistinê re misoger bike, aborînas Salih Hemaş ji Diyaruna re ragihand.

Hemaş got ku ev yek girîng e, ji ber ku civaka navdewletî got ku ew nîgeran e ku deyn û alîkarîyên ku ji Îraqê re hatine dabînkirin bo ew jêrxane xwe ava bike û aborîya xwe baş bike bikevin destên gendelan de.

Ev nîgeranî di konferansa dewletên daner de li Kuwêtê di sala 2018an de hatin behskirin.

Hemaş got ku insiyatîveke hikûmetê bo dadgehkirin û cezakirina kesên gendel dê peyamekê bide dewletên daner û weberhîneran ku cedîyet û rastgoyî heye, di warê xebatên pratîkî bo nehiştina gendelîyê li Îraqê de.

Wî dîyar kir ku gendelî êdî ji asta kontrolê derktiye û bûye gefeke mezin li dijî pêşeroj û hêzdarîya dewletê, û da zanîn ku serkeftina di vî warî de dê ne hêsan be.

Wî got ku ev tehedîyeke mezin û ezmûneke zehmet e li pêşîya hikûmetê, lê bi rastî divê xebata hikûmetê bibe cihê pêşwazî û piştgirîyeke cemawerî bo ew serkeftî û mayinde be.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê hikûmet bi hêz li sitemkar û gendelan bide bo em pêş bikevin û ji karwana cîhanî nemînin.

BERSIV BIDE

Em hêvî dikin ku hewldanên bi nirxên têkoşîna dijî gendeliyê dê ser bikeve. Serkeftinek wiha dê alîkarîya me bike daku em hêvîyan ava bikin û wan pêşve bibin. Di vê rewşê de, dê birînên birîndaran baş bibin û hêsirên şahiyê bibarin. Xemgînîyê şahîya dayikan xwarîye. Mirin li benda wan kesan e ku nikarin xercê dermankirinê bidin. Ragihandina wê hewayeke erênî belav dike. Ji bo ku em wê bi cih bînin, pêwîst e ku em li avahîyên hikûmî dersan bidin û qîma xwe bi şandina nameyan neynin. Mejîyen karmendan, ji dema betalkirina navê fakulteya mafan û nivîsandina fakulteya hiqûqê li şûna wî, têne şûştin (berî 2003). Ev rêya ber bi gendeliyê ve û nepejirandina mafan ve bû, li şûna dayîna wan. Ji ber ku dayina mûçeyan ne pêkan e, karmend serî li xapandinê didin, wiha ku naskirina wê û pere nedanê sînordar dikin. Pêdivî ye ku Serokwezîr rê li ber sînordarkirina mûçeyan bigire, ku di rêza yekem de ew bi xwe jî ne li gorî pîvana mûçeyê ye. Divê ew vê yekê ji parlamentoyê re pêşnîyar neke ji ber ku ew piştgirên yasaya parastina gendelîyê ne. Derketina dengên ji dil ji parlamentoyê ne girîng e ji ber ku ev wêneya kesên gendel xweşiktir dike û wisa dixuye ku ew dê çareseriyek derxîne pêş. Ev tenê çapemenîyeke xapînok e û ne tişteke din e.

BERSIV BIDE

Ez hêvî dikim ku ew dê di demeke pir nêz de serokên çeteyan ên li dijî hikûmeta niştîmanî ya ku nûnertîya xelkê dike der dikevin bigirin. Wan kuştin û talanî kiriye, û ew bûne gendel.

BERSIV BIDE