Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Damezrandina komîteyeke bIlind li Îraqê bo vekirina dozên derbarê haletên gendelî û tawankarî yên mezin

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de ye roja Duşemê (31ê Tebaxê) ligel efserên serbazî û ewlekarî yên payeberz. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de ye roja Duşemê (31ê Tebaxê) ligel efserên serbazî û ewlekarî yên payeberz. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja Yekşemê (30 Tebaxê) damezrandina komîteyeke bilind a lêpirsînê îlan kir, a ku dê lêkolînan di haletên gendelî û tawankarî yên mezin li welat de veke.

Komîte dê hêza wê hebe ku "desthilatdarîya dewletê vegerîne û mafên welatîyan ji destên gendel û êrîşkeran bistîne", Kazimî di gotareke televîzyonê de got.

"Hêzên ewlekarîyê hemû hêza xwe bi kar anîn li dijî komên ku operasyonên revandin û kuştinê pêk tînin û radihêjin çekên nerêdayî," wî got û anî ziman ku encamên lêpirsînên zexm derbarê van dozan dê di demeke nêz de werin destnîşankirin.

Serokwezîrên berê komîteyên bilind çêkirin daku haletên gendelîyê yên ast-bilind eşkere bikin, lê tu encam nedan ji ber fişara ji alîyê hêzên siyasî yên gendel ve, jêdereke mafên mirov Sêşemê ji Diyaruna re ragihand.

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê di 9ê Mijdarê de li wêneyên karîkator ên siyasî ên xwestekên wan bo şerkirina gendelîyê û pêkanîna çaksazîyê diguhêzin temaşe dikin. [Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê di 9ê Mijdarê de li wêneyên karîkator ên siyasî ên xwestekên wan bo şerkirina gendelîyê û pêkanîna çaksazîyê diguhêzin temaşe dikin. [Diyaruna]

"Lê îroj nîşanên hêvîyê yên mezin hene ku komîteya hikûmetê ya nû dê encamên rast û berçav pêk bîne" , jêdera ku xwest neyê binavkirin got.

Wî got ku ev gav tê piştî "gavine cidî ji alîyê hikûmetê ve da ku hukmê qanûnê bisepîne", mîna pêngava ewlekarî bo qayimkirina kontrola li ser dergehên sînorî û çareserkirina pirsgirêka gendelî û qaçaxîyê li keştîgehan.

Herwiha hikûmetê dest bi peygerînekê derbarê kuştina çalakger û xwenîşanderan de kir, wî got.

Jêderê got ku Kazimî birêveberê ofîsa xwe Raid Cewhî destnîşan kir bo serperiştîkirina komîteya bilind a lêpirsînê bike, û destnîşan kir ku ew dadwerekî pispor e, ku serokatîya tîma ku lêpirsîn bi Serokê Îraqê yê hat rakirin Sedam Husên re dikir, kir.

Wî got ku ev yek destnîşan dike ku "pêbendîyeke dîyar heye bi vegerandina desthilatdarîya dewletê û bicihanîna çaksazîyên cemawerî yên tên xwestin".

Îraqî piştgirîya çaksazîyan dikin

Şerê li dijî gendelîyê xwesteka pêşîn bû ku xwenîşanderan pê bang kir ji çaxê ku xwenîşandanan di Cotmeha borî de dest pê kir.

Piştî ku postê xwe wergirt di Gulanê de, Kazimî soz da ku hemû kesên gendel dadgeh bike, bêyî reçavkirina postên wan di dewletê de.

"Bê guman erk dê ne hêsan be, û dê tehedîyên mezin hebin ku dihêlin hikûmeta aniha rastî astengîyên gelekî zehmet were," jêderê destnîşan kir.

Wî dîyar kir ku hêzeke cemawerî ya mezin heye ku piştgirîya çaksazîyan dike û eger hikûmet di van xebatan de bi ser bikeve, "em dê guhertineke erênî di helwesta cemawerî de bibînin ku ew dê di beşdarbûneke mezintir di hilbijartinên pêşwext yên biryar e ku [di nîvê-2021 de] werin lidarxistin hebe".

Wî anî ziman ku eger çaksazî dest pê bike dê tayifgerî kêm bibe, ya ku kesayetên gendel her û her sûdê jê werdigirin daku di desthilatdarîyê de bimînin û welatîyan bixin tevgerê de bo ziyanê bigihînin proseya demokrasîyê.

Jêderê got ku berpisên ewlekarî hin delîl derbarê kuştinên çalakgeran ên vê dawîyê li Bexda û Besrayê qewimîn wergirtin, û encamên lêpirsînan dê yekser werin eşkerekirin piştî ew werin temamkirin, weke ku Kazimî roja Yekşemê daxuyand.

"Gelekî girîng e ku em tawanbaran bibînin û wan ceza bikin û hemû pêşengehên çekan ên bêserûber rawestînin, ji ber ev yek dê hestekî rehetîyê bide welatîyan di hilbijartinên werin de," wî got.

Bi giştî, rewşa ewlehî li Besrayê baş bûye piştî hêzên serbazî hatin bicihkirin û serkirdeyên ewlekarî yên payebilind hatin guhertin, li gorî heman jêderê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500