Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

NY û wezareta Îraqî vegera bêwaran bo bajarokên wan hêsan dikin

Ala Husên li Bexdayê

Bêwarên Îraqî ji kampa Selemîyayê ya li jêr serperiştîya NY û hikûmeta Îraqî vedigerin warê xwe di Îlonê de. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî ji kampa Selemîyayê ya li jêr serperiştîya NY û hikûmeta Îraqî vedigerin warê xwe di Îlonê de. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê ya girêdayî NY Wezareta Koçberî û Koçeran dest bi destbêşxerîyekê kir bo hêsankirina vegera bêwaran bo bajarokên wan.

Destpêşxerî çareserîyên domdar ji bêwarîyê re pêşkêş dike di rêya jinûveavakirina malên wan an qerebûkirina niştecîyên xwecihî bi malên alternatîv. Destpêşxerîyê ji kampên bêwarîyê yên li parêzgehên Enbar û Nînewayê dest pê kir.

Elî Ebas Cehangîr, birêveberê giştî yê dezgeha karûbarên şaxî di wezaretê de ji Diyaruna re got ku destpêşxerî li ser bingeha şiyankirina malên niştecîyên bêwar bo malên wan.

Wî got ku cureyê alîkarîyê bi rêjeya ziyana xanîyekî ve girêdayî ye.

Hikûmeta Îraqî vegera malbatên bêwar ji kampa Selemîyayê bo malên wan hisan kir di 10ê Îlonê de. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî vegera malbatên bêwar ji kampa Selemîyayê bo malên wan hisan kir di 10ê Îlonê de. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku destpêşxerî di destpêkê de hat bicihanîn bo alîkarîkirin bi niştecihên bêwar yên Felûcayê yên li parêzgeha Enbarê re, ku 94 malbat heta aniha vegeriyane.

Destpêşxerî aniha li Nînewayê tê pêkanîn, ku 120 malbat ji kampa Selemîyayê vegeriyane warê xwe di 10ê Îlonê de.

Cehangîr got ku heta aniha dora 1,300 malan di destpêşxerîyê de hatine hundirandin û anî ziman ku malên bêwaran an hêdî hêdî ji nû ve hatin avakirin an dan wergirtin daku wan çaksaz bikin.

Siobhan Simojoki, birêveberê yekîneya aramîya civakê di Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê de ji Diyaruna re got ku destpêşxerîya nû aramanc nake ku tenê bêwaran vegerîne bajarokên wan. Lêbelê, wê got armanc ew e misoger bikin ku ew bimîn û li devera xwe bi cih bin.

Vegera bêwaran ji kampa Selemîyayê beşek di qonaxa pêşîn ji destpêşxerîyê bû ji bo hewcedarîyên niştecîyên bêwar pêk bînin. Armanc ew e ku alîkarîyê bi wan re bikin ku vegerin û tevlî civakên xwe bibin, herwiha dabînkirina wan bi xizmetguzarîyên giştî mîna ava vexwarinê, Simojoki got.

Wê got ku vegera bêwaran bi awayekî xwebexş û aram tê pêkanîn, li gel hevahengîya bi hikûmeta xwecihî re û parastina rûmeta bêwaran.

Tedbîrên parêzî bo vayrûsa koronayê

Xalid Ebû Kerîm, birêveberê ofîsa Koçberî û Koçeran li parêzgeha Nîewayê ji Diyaruna re got ku plan ji bo vegera xwebexş ji kampa Selemîyayê xeterîyên vayrûsa koronayê ber çav digirin.

Tîmên Wzareta Koçberî û Koçberan û Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê çavdêrîya dûrbûna civakî dike di rêya kêmkirina hejmara bêwarên vedigerin malên xwe di her basekê de, wî got û destnîşan kir ku 36 malbat tenê di 10ê Îlonê de vegeriyan.

Di serdaneke bo kampa Qadiayê li parêzgeha Duhokê li bakurê Îraqê di Îlonê de, Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî pêbendîya hikûmeta xwe bi vegera bêwaran bo warê wan teqez kir.

Mîdyaya Îraqî ragihand ku Kazimî dibêje çi ji dest hikûmetê derdikeve dike da alîkarîyê di vegera wan de bike û aramîyê ji malbatan re dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Baş e.

BERSIV BIDE