Hikûmeta Îraqî Sêşemê (3yê Kanûna Yekem) bi sedan malbatên bêwar vegerandin navçeya Saedîyayê li parêzgeha Diyalayê, berpirsekî hikûmetê ji Diyaruna re ragihand.
Wezareta Koçberîyê û Koçberan, bi hevahengî bi hêzên ewlekarîyê û hikûmeta xwecihî ya Diyalayê re, 771 malbatên ku ji alîyê terorîstan ve bêwar bûn vegerandin, Elî Cahankîr, birêveberê giştî yê birêvebirina karûbarên şaxê wezaretê, got.
Wî got ku ev malbat niştecîyên navçeya Saedîyayê û gundên derora wê li rojhilatê Diyalayê ne.
Wî daxuyand ku piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de girte ser Îraqê, zor li wan hat ku ji malên xwe derkevin û ber bi deverine ewlehtir ve li hundir û derveyî parêzgehê biçin û not kir ku hin reviyane kampên bêwarîyê.
"Ev nifşê herî mezin e yê malbatan ku vedigerine Diyalayê vê salê," wî got û anî ziman ku bi rêya fehsa ewlehî hatin bêrîkirinberî destûr ji wan re were dan ku vegerin.
Bidawîkirina bêwarîyê li Îraqê
Cahankîr got ku ev xebat beşeke ji programa vegera bêwaran a jixweber a ku ev çend sal in wezaret li ser kar dike bi hevahengî ligel sazîyên din ên hikûmî yên têkildar.
Wî teqez kir ku program daxwazên malbatên bêwar ber çav dibe û di pişt re ew dest pê dike şert û mercan ji vegera wan re hêsan dike, "şert û mercên dê misoger bikin ku ew dê bi berdewamî li deverên xwe bi cih bibin".
Wî got "em operasyoneke zûtir bo vegera malbatên bêwar û hejmarine mezintir arezû dikin daku em bêwarîyê li hemû parêzgehên ziyan ji terorîzmê dîtine bi dawî bikin".
Cahankîr got ku gelek zehmetîî dimînin, lewra dibe hinek bêwarên xwemalî nexwazin vegerin û hikûmet dê zorê li wan neke.
"Me gelek xwestek ji bêwaran ên dixwazin vegerin wergirtine, lê ew dê nikaribin yekser vegerin, ji ber ku dibe deverên wan hîn ne ewleh in an jî hîn ji teqemenî û bermahîyên şer nehatine pagijkirin," wî got.
Cahankîr got ku dora 65,000 malbat aniha li Îraqê li kampên bêwarîyê dijîn.
Wî got ku ew malbat nikarin vegerin ji ber deverên wan bi giranî di şerê bi DAIŞê re hatine ziyankirin.
Di nav wan deveran de gelek gund li bajarokên Şengal û Rebîayê yên parêzgeha Nînewayê ne, herwiha deverin li parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê jî.