Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li 3 parêzgehan didin ser piştî çekdarên DAIŞê

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî deverên di navbera parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahedînê de dimalêşin bo dîtina paşmahîyên DAIŞê û veşartgehên wê di 24ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî deverên di navbera parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahedînê de dimalêşin bo dîtina paşmahîyên DAIŞê û veşartgehên wê di 24ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Pêncşemê (24ê Îlonê) operasyoneke nû bo armanckirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) da destpêkirin li yek ji tirsnaktirîn asêgehên rêxistinê li devera di navbera parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahedînê de.

Yekîneyin ji baregeha pêşîn li Kerkûkê û fermandarîyên operasyonên Diyala û Selahedînê erda sektorên ku berpirsyarîya wan a fermandarîyên serbazî ne dimalêşin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev operasyon a dawî di rêzeoperasyonên ku "bidawîkirina hebûna paşmahîyên dijmin" li wê herêmê armanc dike de ye.

Sêgoşe Bilindahîyên Hemrînê û Wadî Şaî, herwiha ji bajarokên çandinîyê yên tije bistan, weke Ezîm û Muteybca, dihundirîne.

Xefacî dîyar kir ku paşmahîyên DAIŞê hîna van deveran weke war bi kar tînin ji ber çavdêrîya wan ji asman zehmet e, û da zanîn jî ku ev dever tije giha, giravên çemî û şikeft in.

Wî anî ziman ku vê dawîyê çekdar piştî yekîneyin biçûk ên terorîst ku ji Îraq û Sûrîyayê xwe vedizîne tevlî wan bûne bêhtir bi coş bûne. Kesên xwe vedizîne jî kunên li ser sînor keysbaz kirine, bi taybet li alîyê sînorê Sûrî li nêzî kampa Holê.

Wî destnîşan kir ku Fermandarîya Operasyonên Hevbeş xebatên xwe yên hewalgirî û serbazî li van deveran giran kirine bi rêya maliştin û pêngavên koleçan û operasyonên daxistinê re.

Xefacî daxuyand ku operasyona ewlekarî ya nû heta niha di encama wê de gelek terorîst hatine kuştin û bêhtir ji 24 veşartgeh û zevîyeke mayînan ê mezin hatin wêrankirin. Çekên cihêreng jî hatin desteserkirin.

Wî da zanîn ku di heman demê de, hêzên Îraqî her Girava Kanûs dorpêç dikin li Şerqatê, li bakurê Selahedînê, ji 19ê Îlonê de.

Xefacî got "me karî munawereyê bikin, zora benda avê bibin û baregeha sereke ya dijmin li giravê wêran bikin" bi piştevanîya artêşê û balafirên hevpeymanîya navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500