Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 5 endamên DAIŞê li Wadî Sersar dikujin

Xalid Taî

Leşkerên artêşa Îraqî di 1ê Cotmehê de kamyoneke paşmahîyên DAIŞê pişkinînin dikin, ku ew li Wadî Sersar di operasyoneke ewlehî de hatiye dît. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên artêşa Îraqî di 1ê Cotmehê de kamyoneke paşmahîyên DAIŞê pişkinînin dikin, ku ew li Wadî Sersar di operasyoneke ewlehî de hatiye dît. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî Pêncşemê (1ê Cotmehê) pênc paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke serbazî de li biyabana Wadî Sersar li rojavayê parêzgeha Selahedînê kuştin.

Hêzên Artêşê Çarşemê qonaxa duyemîn a Operasyona Şêrên Cezîrê da paşmahîyên DAIŞê li Wadî Sersar têk bibin dest pê kirin, lîwa Tehsîn Xefacî peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wadî Sersar ji başûr ve sînordarê parêzgeha Nînewayê û ji rojava yê parêzgeha Enbarê ye.

Yekîneyên serbazî ji Fermandarîya Operasyonên Cezîrê li Enbarê û fermandarîyên operasyonên Nînewa û Selahedînê, bi serperiştîya Fermandarîya Hêzên Bejahî beşdarî operasyonê bûn.

Leşkerine Îraqî li Wadî Sersar li parêzgeha Selahedînê di dema operasyoneke ewlehî de bo deverê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bikin di 1ê Cotmehê de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî li Wadî Sersar li parêzgeha Selahedînê di dema operasyoneke ewlehî de bo deverê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bikin di 1ê Cotmehê de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyon piştî agahîne hewalgirî ku ji Îraq û hevpeymanîya navdewletî hatin dest pê kir ku hejmarek paşmahîyên DAIŞê ji Girava Kanûs (Zûr Kanûs), li başûrê parêzgeha Selahedînê, ber bi Wadî Sersar ve revîyan.

"Destkeftîyeke girîng"

Xefacî anî ziman ku di heyama herdu rojên derbasbûyî de operasyonê hişt şeş stargeh û tunêlên DAIŞê werin wêrankirin û sê motor û otombîl werin desteserkirin.

Wî daxuyand ku hêzên Îraqî herwiha hejmareke mezin a mûşekan, bombeyên bidestçêkirî, madeyên piştevanîya lojistîk û derman wêran kirin.

Xefacî destnîşan kir ku Pêncşemê pênc paşmahîyên DAIŞê hatin kuştin piştî hêzên Îraqî wan di tunêlekî li Wadî Sersar de dorpêç kirin.

Wî anî ziman ku ev destkeftîyeke girîng e ji ber çekdaran devera sext û îzolekirî weke cihekî kombûyînê bi kar tanî.

Wî da zanîn ku wan xwest sûdê ji nêzîkbûna deverê ji sînorê Îraq-Sûrî ji alîyê rojava ve û çiyayên fireh û deverên dûrdest li Şerqatê, li bakurê Diyala û başûrê Kerkûkê bibînin.

Xefacî teqez kir ku operasyon berdewam e û dê heta çend rojan jî dewam bike, da zanîn jî ku ew armanc dike hemû deverên li derdora Wadî Sersar ji gefa DAIŞê paqij bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500