Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bi ser veşartgehine DAIŞê li Selahedînê de digirin

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî 8ê Tîmehê li şopa topbaraneke paşmahîyên DAIŞê li Wadî Sersar li rojavayê parêzgeha Selahedînê dinêrin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî 8ê Tîmehê li şopa topbaraneke paşmahîyên DAIŞê li Wadî Sersar li rojavayê parêzgeha Selahedînê dinêrin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Sê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hêzên Îraqî de, bi piştevanîya asmanî ya Îraqî û hevpeymanîyê, li rojavayê parêzgeha Selahedînê hatin kuştin, berpirsekî serbazî yê Îraqî Duşemê (10ê Tîrmehê) ragihand.

Herdu rojên derbasbûyî, hêzên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, bi hevahengîya bi fermandarîyên Operasyonên hevbeş û Hêzên Bejahî re, girtin ser veşartgehine DAIŞê li bakurê Wadî Sersar li rojavayê parêzgeha Selahedînê.

Yekîneyin ji Lîwaya 91ê ya Piyadê, foca automatîk a Firqeya 9an a artêşê, tîma rewşên awarte ya fermandarîya polîsê Selahedînê, SWAT û yekîneyên tektîkî, ew jî beşdarî operasyonê bûn, Fermandarê Operasyonên Selahedînê lîwa Ebdul Mihsin Ebasî ragihand.

Devera armanckirî deverek dûrdest e û di navbera navçeyên Şerqat û Hetrayê de ye, ku gelek tunelên xwezayî yên ji alîyê tundrewan weke veşartgeh têne bikaranîn li wir hene.

Fermandarine Îraqî 2yê Tîmehê devereke biyabanî li parêzgeha Selahedînê bi rêya kamîrayên çavdêrîyê dişopînin. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarine Îraqî 2yê Tîmehê devereke biyabanî li parêzgeha Selahedînê bi rêya kamîrayên çavdêrîyê dişopînin. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Ebasî anî ziman ku "hêza asmanî ya Îraqî û balafirên hevpeymanîya navdewletî piştevanîya yekîneyên me di dema êrîşên li ser tunel û şikeftan de kir ku endamên dijmin li wir kom dibûn".

Wî got ku "sê terorîst di êrîşa li ser tuneleke mezin de hatin kuştin," û da zanîn jî ku hêzên wan veşartgehên din jî bêyî ti piştevanîya asmanî wêran kirin.

Ebasî dîyar kir ku herî kêm 10 tunel û stargeh di operasyonê de hatin wêrankirin.

Wî da zanîn ku gelek operasyonên serbazî yên din li Selahedînê pêk hatin, a herî dawî jî armanckirina veşartgehên tundrewan li Cisr Beke li Wadî Sersar bû, û gelek çekdar hatin kuştin.

Bipaşdevegera karînên DAIŞê

Wî daxuyand ku paşmahîyên DAIŞê yên ji sînorê Sûrîyayê derbasî Îraqê dibin an ên di biyabana rojavayî re tên, devera wadî û Cezîra ya li rojavayê Selahedînê weke nuqteyeke hevdîtinê bi kar tînin.

Ebasî got ku ji wir ew li deverên bakurî û rojhilatî yên Îraqê belav dibin, weke çîyayên Mexmûr û Mexûl û biyabana Hetrayê.

Wî dîyar kir ku operasyonên ewlehî yên girankirî tevgerên çekdaran pir kêm kirin û rêyên piştevanî û veguhestina wan birîn.

Ebasî dîyar kir ku "em hertim li pey wan in û liv û tevgera wan bi dron û koleçana asmanî dişopînin ku pşkinîneke giştî û rojane ji deverên ku tê payîn hebûna terorîstan li wan heye tê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500