Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hêzên piştevanîyê dişîne Zor Kanosê bo nehiştina bermahîyên DAIŞê

Xalid Taî

Fermandarên serbazî yên Îraqî di 20 Îlonê de serperiştîya operasyonên paqijkirina Girava Kanosê ya Şirqatê ji bermahîyên DAIŞê dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî yên Îraqî di 20 Îlonê de serperiştîya operasyonên paqijkirina Girava Kanosê ya Şirqatê ji bermahîyên DAIŞê dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Girava Kanosê (Zor Kanos) li Şerqatê, li bakurê parêzgeha Sealahedînê dorpêç kirine, ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) di van rojên dawî de derbasî wê bûne, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Yekîneyên êlan û yên artêşê dest bi operasyonekê roja Şemîyê (19ê Îlonê) kirin daku li van bermahîyên DAIŞê bigerin, û biryar heye ku hêzên zêde yên bijarde Duşemê bigihin daku deverên şer li wan dijwar rabimalin, deverên ku dibe çekdarên DAIŞê xwe lê vedişêrin.

Birêveberê navçeya rojhilatê Şerqatê Cercis Hicab got ku jêderên hewalgirî ragihand ku endamên DAIŞê bi dizî derbasî Girava Kanosê bûne.

Ev pêşketin çêbû piştî bêhtir ji sê mehan ku balefirên şer ên Frensî êrîşên dijwar li dijî armancên DAIŞê bi cih anîn, hejmareke tunêl û veşartgehên wan ên li giravê wêran kirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Duman li devereke ku êrîşeke asmanî li veşartgeheke DAIŞê da li Şerqatê di 20 Îlonê bilind dibe . [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Duman li devereke ku êrîşeke asmanî li veşartgeheke DAIŞê da li Şerqatê di 20 Îlonê bilind dibe . [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku pisporên serbazî yên Frensî gihane Şerqatê berî ku êrîşên asmanî dest pê bikin û li xalên ewlekarî li rojhilat û rojavayê bajarok hatin bicihkirin, ligel pêdivîyên xwe yên koleçanê û dronan.

Di sê mehên borî de ji çaxê ku armancên DAIŞê li Kanosê hatin bombebarankirin, kamereyên çavdêrîyê yên germî tu çalakîyên ne normal li deverê tomar nekirin.

Lê raportên hewalgirî yên nû eşkere kir ku çekdar careke din bi dizî derbasî giravê bûn, wan sûd ji kampanyayên lêgerînê ûyên ewlekarî yên kêm wergirt, li gorî Hicab.

Wî got ku dever dimîne armanceke stratejî ji çekdaran re ji ber cihê li xaçerêyeke ku ber bi çar parêzgehan ve dibe: Kerkûk, Diyala, Nînewa û Enbar.

Herwiha ew heta sînorê Îraqî yên bi Sûrîyayê re berfireh dibe.

Wî got ku hêzên Îraqî bi lez tevger kir li ser bingeha agahîyên nû daku nehêlin çekdar ber bi Mexmûrê ve birevin an ber bi rojava ve ber bi biyabana Hetrayê li Nînewayê û ji wir ber bi sînorê Sûrî ve.

Pêşveçûneke bi baldarî

Hicab got ku hêzin ji artêşê û fewcên polîsê yên bo rewşên lezgîn û heşda êlî ya Nînewayê, herwiha xwebexşên xwecihî û yên êlî dest bi êrîşa xwe li ser giravê roja Şemîyê kir.

Wî anî ziman ku heta aniha balefirên şer ên Îraqî heşt armancên teror di operasyonê de wêran kirin.

"Terorîst aniha li deverekê dorpêçkirî ne ku rûbera wê ne bêhtir ji du kîlomitrên çargoşeyî ye li hundirê [Girava Kanosê] ya ku dar, çîtik û bistanên wê yên xwezayî himbiz in, hin ji wan bêhtir ji pênc mitran dirêj in, ku dihêle dîtin li wê derê gelekî zehmet be," Hicab got.

Wî got ku vê yekê hişt ne gengaz be ku yekîneyên fermî li deverê tevgerê bikin, vê yekê hişt ku biryarê bidin ku fewcekî taybet ji Ajansa Dijî Terorîzmê bişînin.

Wî dîyar kir ku ev hêz "hatine rahînankirin daku bigirine ser deverên cografîya wan zehmet û wan teftîş bikin û ew bi şiyanan dabînkirî ne daku xeterîyê sivik bikin".

"Dibe ku bermahyên DAIŞê xefikine bombekirî li ber dergehên veşartgehên xwe çandibin an segvan an jî xwekujên bombekirî belav kiribin," wî got, "ji ber vê yekê operasyon bi hişyarîeke mezin têne pêkanîn daku tu xesar di nav refên hêzên me de çênebin".

Hicab got ku çekdar "nema dikarin pir dirêj bimînin", wî destnîşan kir ku dibe ku ew "îroj an sibe" werin tunekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Baş e. Bi hêvîya Xwedê, ew dê werin jinavbirin.

BERSIV BIDE