Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq pêngaveke serbazî bo ewlehkirina biyabana rojavayî dest pê dike

Xalid Taî

Operasyoneke nû di 17ê Gulanê de hatiye destpêkirin bo paqijkirina biyabana rojavayî ya Îraqê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyoneke nû di 17ê Gulanê de hatiye destpêkirin bo paqijkirina biyabana rojavayî ya Îraqê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî Yekşemê (17ê Gulanê) pêngaveke serbazî bo paqijkirina biyabana rojavayî ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) dest pê kir, li gorî berpirsekî serbazî.

"Operasyona Şêrên Cezîrê", ku mezintirîn operasyona lêgerînê ye, devereke berfireh ku rûbera wê bi qasî 150 kîlometrên çargoşeyî e dide ber xwe, lîwa Tehsîn Xefacî, yek ji peyvdarên Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku ev dever ji "zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re, heta bi biyabana Cezîrê û rêya ku bajarokê Hedîsa û Bêcî bi hev ve girê dide, û heta bi Gola Sersarê li gelîyê rojavayî berfireh dibe".

Biyabana dê operasyon lê were pêkanîn deverên di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de dihundirîne,di nav de Şaebanî, Sehl Rawa, Wadî Ecîc, Tarifawî, Suneysalayê û devera Balefirgeha serbazî ya Cinêvê li biyabana Hetrayê.

Hêzên Îraqî di 7ê Nîsanê de didin ser pişta paşmahîyên DAIŞê li devera Suneysalayê li navçeya Beacê, li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 7ê Nîsanê de didin ser pişta paşmahîyên DAIŞê li devera Suneysalayê li navçeya Beacê, li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Xefacî dîyar kir ku deverên dê pêngav li wan were pêkanîn dikevin di sektorên ewlehî de yên ku fermandarîya operasyonên her yek ji van sê parêzgehan serpereştîya wan dikin, û da zanîn ku endamên DAIŞê xwe li van deveran vedişêrin, ku ew sûdê ji kendûkozên wan ên zehmet û rûbera wan a berfireh werdigirin.

Xetên îmdadê tên qutkirin

Wî eşkere kir ku pêngava nû pir taybet e li ser asta hejmara hêzên beşdar, ku ji çar fermandarîyan in -- Fermandarîyên Enbar, Cezîre, Rojavayê Nînewayê û Selahedînê, û herwiha hêzên heşda êlan û hêza asmanî ya Îraqî tê de cih digirin.

Wî daxuyand ku van hêzan operasyon ji 11 alîyan dest pê kiriye, û ew giranîyê didin "qutkirina xetên îmdadê yên raz ên endamên DAIŞê li rojavayê biyabana Cezîrê, xetên ku mîna kenalên piştgirîya lojistî û veguhestê bo parêzgehên din, bi taybetî Diyala û Selahedînê rolê digerînin".

Wî dîyar kir ku armanca pêngavê ew e "domandina fişarê li ser terorîstan, û dorpêçkirin û asêkirina wan di veşartgehên wan de û wêrankirina moralê wan, ku wan hewl da di heftîyê dawî de dîsan vejîninbi rêya pêkanîna êrîşên tirsonek li dijî leşkerên [Îraqî] û sivîlan".

Operasyon bû encama wêrankirina çar stargeh û tunêlan li sektorê operasyonên Selahedînê, û herwiha li deverên din, û destdanîna li ser bombeyên bidestçêkirî û çekan li bakurê Rawayê.

Wî teqez kir Hêzên Operasyonên Enbarê "dane ser pişta terorîstan li çend deverên biyabana Enbarê û gelek ji wan kuştin, lê paşmahîyên din [ên DAIŞê] karîn birevin".

"Pêngav dê berdewam be heta ku terorîst li hemû deverên di planê de nemînin û ew bi temamî ewleh bin," Xefacî got.

Wî got ku di heman demê de operasyoneke ewlehî hatiye destpêkirin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li bustan û dehlên Ebû Saidayê û Muxeysayê li parêzgeha Diyalayê.

Xefacî da zanîn ku operasyon, a ku ji hêla fermandarîya Firqeya Piyade ya 5ê, polîs û hêza asmanî ya artêşê hatiye destpêkirin, "bû encama wêrankirina veşartgeheke DAIŞê li bustan û dehlên Horayê û teqandina du bombeyên çandî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500