Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq pêngaveke nû bo armanckirina paşmahîyên DAIŞê dest pê dike

Xalid Taî

Endamekî Zîrevanîya Sînor yên Îraqî stargeheke DAIŞê li nêzî sînorê Îraqî-Sûrî di 27ê Hezîranê de pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî Zîrevanîya Sînor yên Îraqî stargeheke DAIŞê li nêzî sînorê Îraqî-Sûrî di 27ê Hezîranê de pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanîya Sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên hevbeş ên Îraqî roja Yekşemê (7ê Tîrmehê) dest bi pêngaveke serbazî kirin bo derkirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji biyabana rojavayî ya Îraqê û ji devera bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re.

Pêngava "Vîna Serkeftinê", ya ji hêla Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ve hat ragihandin, şanên DAIŞê yên li biyabana ku parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê û herwiha li ser sînorê Îraqî- Sûrî dirê dide ber xwe armanc dike.

Hêzên hevbeş ji Fermandarîyên operasyonên hêzên Cezîra, Enbar, Selahedîn û Nînewayê û Zîrevanîya Sînor di nav vê pêngavê de cihê xwe digirin, peyvdarê wezareta Berevannîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re eşkere kir.

Balafirên Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî rûmalkirina asmanî pêşkêş kirin, li ser erdê jî hêzên bejahî ber bi sînorê ve diçûn ji Nînewa, rojavayê Selahedînê û heta biyabana Firata Jorîn li bakurê Enabrê.

Hêzên Îraqî yên bejahî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Kubeysayê li rojavayê Enbarê di 21ê Gulanê de dişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Hêzên Îraqî yên bejahî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Kubeysayê li rojavayê Enbarê di 21ê Gulanê de dişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Êrîşa berfireh li ser esasê agahîyên ku ji hêla ajansa hewalgirîyê ya Îraqî, hevpeymanîya navdewletî û Navenda Ewlekarîya Hevbeş a wezaretê hatine pêşkêşkirin pêk hat, li gorî Xefacî.

Ev yek dîyar dike ku şanên DAIŞê xwe di şikeft û newalên biyabanê de vedişartin û deverên di navbera deverên li jêr berpirsyartîya fermandarîyên cihêreng de ku ewlehî lê kêm bûn keysbaz dikirin.

Xefacî anî ziman ku paşmahîyên rêxistinê bargeh û veşartgeh li van deveran ava kirine, bi hewldana dîsan xwe rêxistin bikin.

Xefacî dîyar kir ku li ser dawîn agahîhyên hewalgirî, "Fermandarîya Operasyonên Hevbeş yekser pêngav plan kir û ligel hêzên piştgir dest pê kir."

"Pêngava herî mezin ji 2017an ve"

Wî got ku pêngava "Vîna Serkeftinê" ya herî mezin ji dema têkçûyîna DAIŞê ve di Kanûna Yekem a 2017an de, ji ber qaseya yekîneyên serbazî û herwiha ji ber ku ew li gelek cihan hat destpêkirin.

Xefacî daxuyand ku ji hingê ve, "bi dehan tereorîst hatine kuştin û gelek hatin girtin, hejmarek stargeh û teqemenî jî hatin wêrankirin û çek hatin desteserkirin."

Wî teqez kir ku "heta niha wan encamine ecêb bi dest xistine."

Di roja yekemîn a pêngavê de, hêzan heşt dever, ku ew xendeqeke ji alîyê rêxistinê ve dihat bikaranîn û 16 bombeyên bidestçêkirî wêran kirin û du motor desteser kirin, li gorî daxuyanîya Şana Medyaya Ewlehîyê ya êvara Yekşemê hat belavkirin.

Gundên, Xinêfîs, Melîha, Um Tûs, Kuês, Kewîn, Um Ezam, Seda û Miskarê, yên li jêr devera fermandarîyên Enbar û Cezîra ne, hatin pişkinînkirin.

Daxuyanîyê anî ziman ku di hundirê devera fermandarîya operasyona Nînewayê, kampeke DAIŞê hat wêrankirin û siwareyeke bombebarkirî û bombeyek bidestçêkirî hatin bêbandorkirin.

Li gorî daxuyanîyê, Fermandarîya Operasyonên Selahedînê du dever, veşartgehek, 27 bombeyên bidestçêkirî, sê kemberên teqîner û 23 mûşek û hawin wêran kirin, û pira Sikeriyatê û gundên Sebîh Bekara, Ebû Celîb û Ebû Receb parastin.

Di heman demê de, yekîneyên Zîrevanîya Sînor beşek bi dirêjahîya 10 km ji xeta sînorî ya bi Sûrîyayê re pişkinîn kirin.

Xefacî dîyar kir ku "pêngav zû dimeşe, û leşkerên me bi israr in ku dawîya hebûna DAIŞê li van deverên biyabanî bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500