Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Binketina Îranê di mûşekên balistî de gumanê derbarê radarê nû çêdike

Ardeşêr Kurdistanî

Artêşa Îranê radarê Kaşif-99 di destpêka Îlonê de eşkere kir. [Wêne ji Asr-e Iran]

Artêşa Îranê radarê Kaşif-99 di destpêka Îlonê de eşkere kir. [Wêne ji Asr-e Iran]

Amarên Îranê, bi taybetî yên di dehsala borî de, nîşan dide ku xemsarîyek di astê garantî û selametîyê de heye têkildarî teknolojîya wê ya mûşekên balistî, şirovekar û çavdêran ji Diyaruna re ragihand.

Ev yek nîgeranîyan dide pêş têkildarî bawerîya bi angaşta Îranê ku wê sîstemeke radaran a pir-qonax a saz kiriye, ku artêşa Îranî dibêje ku ew li Îranê hatiye sazkirin û dikare bêhtir ji 300 armancan destnîşan bike.

Dezgehên ragihandinê yên Îranî wêneyên radarê "Kaşif-99" roja 2yê Îlonê belav kirin. Raportan dîyar kir ku radar "pir-qonax e û dikare 300 armancan bi dûrahîya 12 kîlometran destnîşan bike".

Bûyera trajîdî ya 8ê Kanûna Duyem a ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) balefireke rêwîyan a Ukranî anî xwar piştî firîna wê bi demeke kurt ji Tehranê bi tenê ya herî dawî ye di zincîra çewtîyên pir navdar de.

Ev çewtî herî kêm sala 2011an rû dan, dema ku çendîn kesayetên payebilind ên Pasdaran di teqînekê de hatin kuştin, ku li cihekî programa pêşxistina mûşekan a Îranê qewimîbû.

Dîrokeke ji çewtîyan

Di bûyera balefirê de ya di Kanûna Duyem de, endamekî Pasdaran Geşta Hêlên Ukranî a 752 armanc kir piştî firîna wê bi demeke kurt ji Tehranê ji balefirgeha navdewletî ya Îmam Xumeynî, ku berê wê li Kiyêvê bû.

Wî sê roket berdan balefirê piştî ku kêşeyek di pêwendîyê de nehişt ku we armancê bi fermandarîya Pasdaran re par ve bike.

Her 16 rêwîyên di balefirê de hatin kuştin.

Ev ne cara yekem e di salên dawî de ku mûşekên Pasdaran li armancên çewt dikevin, Rojnamegerê Îranî yê li Amerîkayê dijî, Şahîn Muhemedî balkişand ser operasyona Leylet el-Qedir a Pasdaran, ku bi rêya êrîşeke bi mûşekan di sala 2017an de hat pêkanîn.

Muhemedî di wê operasyonê de ragihand ku Pasdaran bingeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê armanc kir, piştî êrîşên DAIŞê li ser avahîya parlemanê Îranê û gora Îmam Xumeynî di heman salê de.

Herî kêm çar ji şeş mûşekan armanca xwe wenda kir tevî "hemû pereyên ku Pasdaran li ser programa xwe ya mûşekan xerc dikin", Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Programa asmanî ya Îranê, ku rokêtan weke navgînên asmanî bi kar tîne, tûşî sê binketinan bûye di salên dawî de, di nav de teqîna mûşekên Sefîr di 29ê Tebaxa 2019an de.

Di bûyereke din de, ku ew balê dikşîne ser kêmasîyên di programa mûşekan a Îranê de, Deryavanîya Îranî gemîyeke piştevanîyê di rahînanekê de li Kendava Omanê roja11ê Gulanê bi xeletî armanc kir, û 19 kes ji tîma wê kuştin.

"Piranîya teknolojîya serbazî ya Îranê yan hatiye destkarîkirinyan ji Rûsya û Çînê û yan jî ji Korya Bakurî hatiye," endamekî deryavanîya Îranî, ku xwest navê wî neyê eşkerekirin, ji Diyaruna re ragihand.

"Tu dewlet ji van dewletan rahînan û piştgirîyeke têr bo misogerkirina selametîyê dabîn nekiriye."

Bi milyonan pere belaş hatin xerckirin

"Ev bûyerên vê dawîyê rû dane tevî ku di sala 2017an bi tenê de parlemanê Îranê 520 milyon dolar bo pêşxistina karînên mûşekên Îranî teran kir, ku ev gav weke yaxîbûn û tehedîkirinasizayên Amerîkayê hat pêşxistin," Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Berpirsên Îranê bi lez û bez dinêjin ku armanc ji programa mûşekan a welat ew e ku "Îranê ji destdirêjîya" ji hêla Amerîka û welatên din ên herêmî yên ku ligel Komara Îslamî nakok in.

Berpirsên Îranî bi berdewamî binketinên xwe vedişêrin û qala serketinên xwe yên pir kêm dikin, weke dema ku Pasdaran vê dawîyê mangeke serbazî ya bi dûrahîya 440-kîlometran berda.

Tiştê ku berpirsên Îranî nabêjin ew e ku budce û xercîya mezin a programa mûşekan a binketî li ser hesabê gelê Îranê ye.

Yek ji bacan jî sepandina dorpêç û sizayên navdewletî bi pêşengîya Amerîkayê ye; sizayên ku hewl didin ku karîna Komara Îslamî ku xeterîyê li ser welatên herêmê saz dike, yan çekan bidin wekîlên we yên herêmî kêm bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500