Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pompeo: Amerîka dê nehêle ku çekên Rûsî û Çînî bigihêjin destên Îranê

AFP

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamegeran re diaxêve piştî civînekê bi Encumena Ewlekarî ya NY re li dor nepêbendbûna Îranê bi rêkeftina atomî û banga wî bo nûkirina sizayan li dijî Îranê, li baregehên NY li New Yorkê roja 20 Tebaxê. [Mike Segar/POOL/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamegeran re diaxêve piştî civînekê bi Encumena Ewlekarî ya NY re li dor nepêbendbûna Îranê bi rêkeftina atomî û banga wî bo nûkirina sizayan li dijî Îranê, li baregehên NY li New Yorkê roja 20 Tebaxê. [Mike Segar/POOL/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Sêşemê (15ê Îlonê) teqez kir ku Waşinton dê nehêle ku Îran "tankên Çînî û sîstemên berevanîya asmanî yên Rûsî" bikire piştî bidawîbûna embargoya çekan a li dijî Tehranê.

Tevî ku Yekîtîya Ewropayî û NY ne ligel biryara Amerîkayê ya vekişîna ji rêkeftina navdewletî ya çekên atomî û dubare sepandina sizayên yekalî li ser Îranê di sala 2018an de bûn, Waşinton di xebatên xwe de berdewam e "bo cîhan bêhtir ewleh be", wî ji radyoya France Inter ragihand.

"Em dê bi awayekî tev bigerin -– ku me berî aniha ev rêbaz meşandiye –- bo em nehêlin ku Îranê tankên Çînî û sîstemên berevanîya asmanî ya Rûsî bikire û wan dîsan bifiroşe Hizbulah bo lawazkirina xebatên serokê Fransayê Makron ên li Lubnanê," Pompeo got.

Hizbulah, ku milîseke girêdayî Îranê ye, ev demeke dirêj e ku dibe armanca sizayên Amerîkî û ew weke rêxistineke"terorîst" tê dîtin.

Lê herwiha ew yarîzanekî siyasî yê bihêz e di parlemana Lubnanê de, ku serokê Fransayê dixwaze çaksazîyeke siyasî li wir pêk bîne.

"Ne gengaz e ku tu rê bidî Îranê ku pere, saman û çekên bêhtir bi dest bixe û ew hîn hewl dide ku Hizbulah ji felaketa ku wê li Lubnanê pêk anîye bêrî û bêsûc bikî," Pompeo got.

Amerîka dixwaze ku embargoya çekan a ku NY li ser Îranê disepîne, ku roja 18ê Cotmehê bi dawî dibe, dirêj bike.

"Tevî ku Yekîtîya Ewropayî biryareke cuda têkildarî rêkeftina atomî standiye, ew bi me re têkildarî dirêjkirina embargoya çekan hevbîr in," Pompeo got.

Wî teqez kir ku dê Amerîka "berdewam be di berevanîkirina fermanên navdewletî de bo rêgirtin li ber Komara Îslamî ya Îranê ku careke din çalakîyên xwe yên têkder" li Lubnan, Îraq û Sûrîyayê pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500