Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Armancên berfirehxwazî û qezencên aborî li pişt programa mûşekan a Îranê ye

Sina Farhadi

Pasdaran bingeha jêrzemîn a mûşekan a pêşîn li deverên li Îranê bi rêya TVya dewletê di Cotmeha 2015an de eşkere kir. Ji wê demê ve, Pasdaran angaşt kiriye ku wê sê ''bajarên mûşekan'' ên jêrzemîn ava kirine. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Farisê hatiye wergirtin]

Pasdaran bingeha jêrzemîn a mûşekan a pêşîn li deverên li Îranê bi rêya TVya dewletê di Cotmeha 2015an de eşkere kir. Ji wê demê ve, Pasdaran angaşt kiriye ku wê sê ''bajarên mûşekan'' ên jêrzemîn ava kirine. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Farisê hatiye wergirtin]

Hergav rejîma Îranî arsînala xwe ya mûşekan bi hêzeke bersivbar û berevanîamêz ku qet têk naçe bi nav kiriye.

Şirovekarên siyasî dibêjin ku di dehsala borî de, wê programê xwe yê mûşekan bi awayekî berfireh kir ku ew nîşan didin ku armancên berfirehxwazî û qezencên aborî palder û meremên li pişt vê yekê ne.

Arsînala Îranî ji bi hezarên mûşekên balistî û krûz pêk tê, ku meda hinekan ji wan herî kêm 2,000 kîlometr e li gorî şirovekar û lêkolînerên serbixwe.

Di Kanûna Duyem de, Ajansa Nûçeyan a Tensîmê, ya ku pir ji Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) nêz e, wêneyin belav kirin ku wê angaşt kir ku ew yê "bajarên mûşekan" ên jêrzemîn ên berfireh in.

Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî serdana bingeheke mûşekan tev fermandarê Hêza Asmanî Emîr-Elî Hacîzade dike, di vê wêneya ku dîroka wê nehatiye eşkerekirin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Tensîmê hatiye wergirtin]

Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî serdana bingeheke mûşekan tev fermandarê Hêza Asmanî Emîr-Elî Hacîzade dike, di vê wêneya ku dîroka wê nehatiye eşkerekirin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Tensîmê hatiye wergirtin]

Wênene ku di 14ê Sibatê de hatine belavkirin "bajarekî mûşekan" ê Îraqî nîşan didin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Tensîmê hatiye wergirtin]

Wênene ku di 14ê Sibatê de hatine belavkirin "bajarekî mûşekan" ê Îraqî nîşan didin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Tensîmê hatiye wergirtin]

Pasdaran angaşt dike ku wê sê "bajarên mûşekan" ên jêrzemîn di şeş salên borî de ava kirine, û wêneyên tunêlên mişt mûşekên cihêreng belav kirine, li gorî raporteke radyoya Ferda.

Depoyên mûşekên Îranê veşartgehên bi kûrahîya 500-metran di çiya de ne, li gelek deverên welat, fermandarê Hêza Asmanî ya Pasdaran Emîr-Elî Hacîzade ragihand

Çek bo wekîlên herêmî

Ligel depokirina çekan, Îran yek ji mezintirîn geşepêderê mûşekan û teknolojîyê ye, ligel hevkar û peya û wekîlên xwe, mîna Hizbulaha Lubnanî ûrejîma Sûrîyauê, ku çekên Îranê bi awayekî berdewam werdigirin.

Hacîzade di sala 2011an de di hevpeyvînekê de bi Tesnimê re got ku kargehên sazkirina mûşekan li Sûrîyayê hatine avakirin bi alîkarîya Îranê, û mûşekên Îranî li wir tên sazkirin.

Îran herwiha mûşekên pêşketî yên balistî û krûz dane Hûsîyên Yemenê, ligel navgînên hewayî yên dûr-meda yên cihêreng.

Milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve ji rokêtên Îran û mûşekên din ên piçûk sûdmend in, û wan ew li dijîhêzên Îraqî û Amerîkî û avahîyên şandên diplomasî bi kar anîn.

Şirovekar dibêjin ku belavkirina Pasdaran ji teknolojîya xwe ya sazkirina mûşekan li herêmê nîşaneke plana Îranê ya peydakirina nerehetîyê û amadekarîyê wê bo cengan di pêşerojê de ne.

"Pasdaran nîgeran e ku rewş li herêmê were guhertin," şirovekarekî siyasî yê ku li Îranê dimîne bi navê Emîr Reza Taxîipûriyan got. "Analîza fermandarên Pasdaran ew e ku dê şerekî serbazî di navbera Îranê û Amerîkayê de derkeve holê."

"Belavkirina mûşekan li herêmê û bihêzkirina milîsên alîgirên xwe armanc ji wan ew e ku ew wan bo vêxistina şer li tevahîya herêmê bi kar bînin," wî ji Diyaruna re got.

Taxîpûryan ev plan bi dûr xist, lê ew mîna "nîşaneke netêgihiştina fermandarên Pasdaran" bi nav kir.

"Eger şerek di navbera Îranê û Amerîkayê de rojekê biqewime, tora herêmî ya hevalbendan a Îranî dê bilez têk biçe," wî got, û balkişand serserencamên terorkirina fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî.

"B mirina wî, hejmûna Îranê di nava milîsên alîgir jê re kêm bûye û ew pir kûr dabeş bûn, û hîn ne zelal eku ev rewş dê dewam bibe yan na," Taxîpûryan wiha rewş şirove kir.

Wî got ku di dawî de ew ên ku ji wan re tê gotin hevalbend berjewendîyên wan bi xwe hene.

Berjewendîyên siyasî û aborî

Taxîpûryan got ku pêşveçûna programa mûşekan a Îranê ji îdyolojîya rejîmê ya berfireh tê, "ku ev îdyolojî bûye beşek ji nasnameya wê".

"Lê ne bi tenê angaştên îdyolojî sedemên berdewambûn di polîtîka berfirehxwazî de ne," wî got. "Gelek berjewendîyên aborî û siyasî yên mezin li pişt vê yekê hene."

"Pasdaran, weke komeke serbazî ya mafyayî, dest danîye ser berjewendîyên aborî û siyasî yên Îranê," Taxîpûryan got.

"Programa mûşekan a Pasdaran bi milyarên dolaran ji budceya giştî di salên dawî de xerc kiriye," wî got.

"Li gorî amarên ku berî çend salan hatine belavkirin, lêçûna programa mûşekan a Îranê di sala 2017an de dora 21 milyar dolar bû di demekê de dahata giştî ya nefta Îranê dora 57 milyar dolar bû."

"Lewra, programa mûşekan a Pasdaran nayê famkirin bêyî berçavgirtina berjewendîyên aborî û siyasî."

Milyarên dolaran tên xerckirin

Dema ku rewş girêdayî siyaseta serbazî ya Îranê be, berjewendîyênaborî yên mezin li pişt mijarê hene, çalakgerekî li Tehranê dijî bi navê Siyavaş Mîrzade ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ligel lêçûna sazkirina mûşekan, "lêçûna veşartina arsînalên mûşekan çend milyar dolar in, ji ber ku kesên bi Pasdaran re dixebitin çend caran ji heqdestê xwe zêdetir werdigirin".

"Ev xaleke girîng e ji dewletekê re ku mûşekên xwe li xaka xwe û li jêr zemînê vedişêre!"

"Ji Yemen heya bi Sûrîya û Xezayê, hemû komên ser bi Îranê ve van mûşekan werdigirin," wî got. "Li hinek deveran, Pasdaran destek daye sazkirina van mûşekan li derveyî Îranê jî."

"Lêçûna programa atomî ya Îranê bi milyarên dolaran bêhtir e ji lêçûna rasteqîn a danîna kêlgeheke wizeya atomî," Mîrzade got. "Ev milyar dolar wenda nabin, lê ew bo berîkên heman komên mafyayî diçin."

Wî got ku Pasdaran destekê dide têkbirina seqamgîrîya herêmê bo berfirehkirina hejmûna xwe.

"Çiqas ev mafya mezintir dibe, dahata wê zêdetir dibe û wê demê ew dê hewl bide ku hejmûna xwe li herêmên din ên cîhanê belav bike," wî got.

"Dema ku tû dengûbasên Afrîka û Amerîka Latînî bibihîzî û tu bibînî ku Feyleqê Qudis li wir jî destêwerdanê dike, wê demê matmayî nemîne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500