Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Niştecihên Idlibê bi pileyên bilind ên germahîyê û bombebarana rejîmê re rû bi rû dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî zarokekî ku ji ber germahîyê ji hişê xwe ketiye li kampekê li gundewarê Idlibê derman dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî zarokekî ku ji ber germahîyê ji hişê xwe ketiye li kampekê li gundewarê Idlibê derman dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bi bilindbûna germahîyê li parêzgeha Idlibê ya Sûrî re, nexweşîyên girêdayî germahîyê li kampên koçberan duqat bûne, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re ragihand.

Çalakgerê ji Idlibê Musab Esaf dîyar kir ku gelek kes di nava agir de hatin kuştin, di nav de sê zarokên ji heman malbatê.

Wî anî ziman ku dîgreyên germahîyê gihîştin astên herî bilind, ku li hinek deveran gihîşt 46an, tiştê hişt gelek rewşên westan an rojgezî çêbibin.

Esaf da zanîn ku di hundirê kampan de tiştekî parastina ji germahîyê ji bilî keval û naylonan tune ne, da zanîn ku hinek kamp kêmav in jî tiştê dihêle xweragirtina li ber germahîyê zehmettir bibe.

Du zarok hewl didin xwe bi germahîya bilind re biguncînin ku xwe dixin di nava ava tankerekê de. [Wêne ji vîdyoyeke ku Idlib Media Centre weşandîye hatiye girtin]

Du zarok hewl didin xwe bi germahîya bilind re biguncînin ku xwe dixin di nava ava tankerekê de. [Wêne ji vîdyoyeke ku Idlib Media Centre weşandîye hatiye girtin]

Wî daxuyand ku germahîya bilind hişt ziwabûn çêbibe û gelek rewşên şewatê biqewimin, ku şewatekê li kampa Kefer Nûran li nêzî Barîşa dawî li jîyana sê zarokan anî û dayîka wan jî bi giranî birîndar kir.

Esaf anî ziman ku Xûzeyên Sipî ligel rêxistinên mirovî yên hîna li parêzgehê dixebitin, hewl didin avê ji niştecihên koçber re peyda bikin û şîretên dê çawa karibin xwe ji nexweşîyên girêdayî germahîyê biparêzin pêşkêş bikin.

Esaf da zanîn ku di heman demê de jî şer berdewam e, ku di bomebarana rejîma Sûrî li ser başûrê bajarê Erîha yê Idlibê de sivîlek hat kuştin û çendek jî birîndar bûn.

Herwiha Sefhon û Fetîra jî hatin bombebarankirin, lê ti zîyan di nava sivîlan de nehatin ragihandin.

Zêdebûna rewşên koronayê

Berpirsekî NY Sêşemê (8ê Îlonê) ragihand ku zêdeyî 40 karmendên NY û malbatên wan li Sûrîyayê bi koronayê ketine, AFP ragihand.

Dora 200 kesî di nav de "karmend, paşko, hevser, zarok û dêûbav ku nîşaneyên COVID-19 li wan derketine hene," peyvdarê Ofîsa NY bo Hevahengîya Karûbarên Mirovî Jens Laerke got.

Wî anî ziman jî ku "ji van 200 kesan, pêketina 42 karmend û jêrdestên wan bi koronayê hatiye piştrastkirin".

Laerke got ku sê kes ketin jêr çavdêrîya tenduristî, lê piranîya kesên din tenê nîşaneyên "sivik" li wan derketin, da zanîn jî ku vayrûsê li kesên ku li ajansên cihêreng ên NY li seranserî deverên welêt dixebitin jî xistiye.

Wî da zanîn ku "bilindbûnek pir ecêb bala me kişandiye di demekê de ku bilindbûnek zêde di asta pêketîyên COVID-19 li Sûrîyayê de heye".

"Em bawar in ku vedana nexweşîyê li civakê belav e û rewşên heyî ji yên tên tomarkirin zêdetir in."

Ji destpêka nexweşîyê, Sûrîya fermî 3,229 rewş ligel 137 mirîyên bi COVID-19 li herêmên di bin kontrola rejîmê de tomar kirin.

Lê di heftîyên derbasbûyî de, bijîşk û çalakgeran li ser medyaya civakî metirsîya xwe ji teqandina hejmareke mezin a rewşên vayrûsê anîn ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500