Sûrîyên ku li herêmên rejîmê dijîn nîgeranîya xwe derbarê danûstandina desthilatan bi vayrûsa koronayê (COVID-19) re -- an jî têkçûna wan -- anîn ziman, çalakgerekî herêmî got.
Ew rejîmê tawanbar dikin ku wê tu xebatên cedî bo girtina rêkarên xweparastinê nake, ku dibêjin vê yekê hiştiye hejmara pêketî û mirîyan bilind bibe, çalakgerê Sûrî Mihemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.
Wî destnîşan kir ku bi hatina sala xwendinê ya nû re, niştecihên li herêmên rejîmê metirsîya xwe derbarê selametîya zarokan de anîn zimên.
Bêk got, "Sûrîyên li van herêman dijîn bo parastina ji vedana vayrusê xwe dispêrin xwe", ligel paşguhkirina hikumetê derbarê vê yekê de.
Wî destnîşan kir ku rêkarên parêzî "hema tune ne" û zêdebûneke ecêb a pêketîyên bi koronayê û mirîyan çêbûye.
Wî rejîm bi nixumandina agahîyên girêdayî nexweşîya koronayê tawanbar kir ku ew bîlançoyên rast ranagihîne.
Rejîmê 2,703 rewş û 109 mirîyên koronayê li deverên li jêr kontrola xwe ragihandine, lê bijîşk û niştecih dibêjin ku dibe hejmara rastî ji vê bi gelekî bilindtir be, AFP ragihand.
Li gorî Bêk, agahî êdî ji nexweşxaneyan derdikevin ku hejmareke mezin a pêketîyan di nava bijîşk û tîmên tendirustîyê de heye.
Xwendekar di metirsîyê de ne
Bêk anî ziman ku dêûbav ji destpêkirina sala nû ya xwendinê bitiris in, û hinekî jî banga xwendina ji dûr ve dikin ku bawerîya wan bi rejîm û desthilatên wê nayê ku rêkarên parêzî bo parastina xwendekaran bigirin.
Wî da zanîn ku nimûneya herî dawî ya vê paşguhkirinê jî, rewşa ezmûnên dawî yên li Zanîngeha Helebê bû.
Bêk got ku ligel nebûna rêkarên parêzî, xwendekarên ku bi koronayê bûn ezmûnên xwe bi xwendekarên rehet re di heman odeyan de pêşkêş kirin.
Wî daxuyand ku sistbûna sazîyên çavdêrî û ewlehîyê û nepabendîbûna bi rêkarên parêzî di veguhestina giştî de, di nava û navbera parêzgehan de, faktorekî sereke yê belavbûna vayrusê bû.
Heyva Sor a Sûrî Duşemê (31ê Tebaxê) got ku Îmarat alîkarîyên tendirustî bo Sûrîyayê şandine da şerê vayrusa koronayê bike, ku ev yekem qefla alîkarîyan e ji çaxê serkirdeyên wan bêdengîya neh salan şikandin.
AFP ragihand ku ev nofê ku derengîya Yekşemê gihişt ji derman, alavên bêhinvedanê û maykrobkujan pêk tê.