Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî bi şerekî kolanan yê dijwar li Mûsilê rû bi rû dibin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî yên ku di wêneyê de diyar in li rojavayê Mûsilê ne daku çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji asêgehên wan ya herî dawî derxin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî yên ku di wêneyê de diyar in li rojavayê Mûsilê ne daku çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji asêgehên wan ya herî dawî derxin. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Piştî rojeke dirêj ji şerên dijwar li kolan û derbasgehên teng yên rojavayê Mûsilê, leşkerê Iraqî yê 25 salî Elî Hemza li rex hevalên xwe yên bi çekên giran xemilandî xwe dirêj kiribû pêşiya ku dest bi êrîşeke din ya li ser asêgehên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bikin.

Hêzên Iraqî şerê çekdarên DAIŞ di pevçûneke gelek aloz de li berava rast yê Dîclayê dikin. Dever gelek niştecihkirî ye, û malên wê bi hevdu ve ne.

Li gel vê yekê, leşker nikarin ligel wesayitên serbazî di kolanên teng de bilivin.

Lê belê Hemza û hevalên wî ji hêzên elît baş li ser şerê kolanan di rewşên wiha de hatine rahênankirin, wî ji Diyaruna re got.

"Em agirê segvanan diavêjin dijmin ji cihên ku ew pêşbîniyê nakin em jêderê agirê di heyama du sê deqan de nahêlin," wî got.

"Derdê me yê herî mezin nehiştina wan ku xwe li pişt niştecihan veşêrin e," wî got. "Em hewil didin ku ew xwe derxin û di gava pêwîst de agir berdîn wan."

Sêyekî rojavayê Mûsilê hatiye vegeradin

Tevî pevçûna dijwar, hêzên Iraqî ji niha ve sêyekî rojavayê Mûsilê vegerandine ji dema destpêka pevçûnê di 19yê Sibatê ve, û tundrew di nav de asê kirin.

"Em şerê dijminekî bêhêvî yê ku hemû tişt ji dest çûye dikin," Hemza got. "Tu reva ji mirinê tune ye."

Leşkerên Firqeya 9ê ya Zirxî serkeftineke girîng roja Şemiyê (11ê Adarê) pêk anîn dema ku wan rêya dawî ber bi derveyî Mûsilê ve qut kirin, Bret MakGurk, Şanderê Amerîka bo hevpeymaniya navdewletî, got.

"Hemû çekdarên ku li Mûsilê mane, dê li wir bimirin, ji ber ku ew asê mane," MakGurk ji rojnamevanên Bexdayê re got.

"Em gelek cidî ne ku em ne tenê wan li Mûsilê ji nav bibin, lê belê ew dixwazin piştrast bin ku ev zilam nikaribin birevin," wî got.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî serkeftinên zêdetir roja Duşemê ragihandin, got ku hêzên elîte yên Ajansa Dije-Terorê taxa Neft girtin, AFP ragihand.

Ferîq Raed Şakir Cewdet got ku hêzên ji Firqeya Bersivdayîna Bilez, ku yekîneyeke din a hêzên taybet e, û polîsê federal karê lêgerîn û paqijkirina erdê li rexê Bajarê Kevin ê Mûsilê dikirin.

Ev hêz "operasyonên pakirin û lêgerînê li deverên rizgarkirî yên Bab el-Tûb pêk tînin, ku li dav û mayîn û terorîstên veşartî di nav xelkê de digerin", Cewdet di daxuyaniyekê de got.

DAIŞ di "rewşeke derûnî ya xirab" de ye

Şerê li rojavayê Mûsilê li gorî planê birêve diçe, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên me bi bêtirsî şer dikin û tevî hemû zehmetiyên şer, ew encamên baş bidest dixin," wî got, da zanîn jî ku pêşketina li ser zemînê berdewam e.

Hêzên Iraqî yên ku ji eniya başûrî ya rojavayê Mûsilê pêş dikevin berî niha balafirxaneya Mûsilê û bingeha Xuzlanî vegerandin , ligel kontrolkirina pira çarem li ser Dicla.

Li eniyên bakurî û rojavayî, hêzan zîncîra çiyayê Etşana û gundê Demarcî li başûrê Badûş kontrol kirin ku bi vê yekê li DAIŞ tengtir dikin, Resûl got.

Hejmareke mezin ji milîtanên DAIŞ, di nav de çekdarên biyanî, hatin kuştin an girtin di proseyê de, wî got, da zanîn jî ku bi dehên laşên DAIŞ li kolanên Mûsilê avêtî ne.

Çekdarên DAIŞ gihane "rewşeke derûnî ya xirab", endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

Ew dizanin ku şikestin nêzîk e, wî got, anî ser ziman jî ku ew bê rêveberî şer dikin "ji ber ku piraniya fermandarên wan an hatine kuştin anjî reviyane daku bihêlin ew rastî çarenivîsa mirina xwe werin".

"Hêzên me hemû rêyên revê girtine. Milîtanên DAIŞ dorpêçkirî ne û di rewşeke derûnî ya xirab de ne," endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Binyan Cerba ji Diyaruna re got.

"Çekdar dikarin an teslîm bibin an bimrin," wî got. "endamên DAIŞ hewl didin ku xwe li pişt sivîlan veşêrin daku sûdê ji coxrafiya kompleks a zona şer werbigrin."

"Lê belê, ev yek gelekî bidawîhatina şer paş naxe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500