Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îranî baca cengên rejîma welatê xwe didin

Behroz Larîcanî

Pereyên Îran li Sûrîyayê xerc dike bo hiştina rejîma Beşar Esed li ser pêyan bêhtir in ji yên ku ew bo başkirina rewşa xwe ya diravî xerc dike. [Wêne ji Tejarat News hatiye wergirtin]

Pereyên Îran li Sûrîyayê xerc dike bo hiştina rejîma Beşar Esed li ser pêyan bêhtir in ji yên ku ew bo başkirina rewşa xwe ya diravî xerc dike. [Wêne ji Tejarat News hatiye wergirtin]

Hêzdarîya aborî ya hikûmeta Îranê xwe dispêre bacan û dahatên neftê. Tevî girîngîya wê, perê neftê bi yek ji van her du awayan tên xerckirin: berfirehkirina sazîyên olî ji hêla zanayên olê ve, yan jî damezrandina milîsan li derveyî welat ji hêla Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve.

Armanc ji çalakîyên Pasdaran destêwerdankirin e di karûbarên welatên din de, mîna Îraq, Lubnan, Yemen û Sûrîya. Beşekî mezin ji pereyên Îranê li ser van çalakîyan tên xerckirin, ku ew ji gelê Îranê re bêsûd in.

Herwiha, ev çalakî û xercîyên wan qet nehatine nirxandin.

Hevdem ligel kûmbûneke dijwar di samanên darayî de, hikûmeta Îranî hindikbûna budceyê bi rêya çapkirina diravên kaxez qerebû dike, ku ev yek rê ji bo inflasyonê xweş dike.

Piranîya endamên milîsa Lîwayê Fatemiyûn Şîeyên Afxanî yên li Îranê dijîn in. Pasdaran pereyên gelê Îranê li ser tecnîdkirina xelkê bo tevlî milîsên wê bibin xerc dike. [Wêne ji Quds Online hatiye wergirtin]

Piranîya endamên milîsa Lîwayê Fatemiyûn Şîeyên Afxanî yên li Îranê dijîn in. Pasdaran pereyên gelê Îranê li ser tecnîdkirina xelkê bo tevlî milîsên wê bibin xerc dike. [Wêne ji Quds Online hatiye wergirtin]

Herikîna diravên kaxez ji sala 2007an ve

Di Tîrmehê de, Tehmasb Mezaherî, emîndarê Banka Navendî ya Îranê li jêr serokatîya Mehmûd Ehmedî Necad, got ku serokê berê ew rasipart ku diravên kaxez çap bike û rênimayan bin pê bike, lê wî qebûl nekir ku vê yekê bike.

Lê belgeheke cihê bawerîyê -- bi tenê hejmara diravên kaxez ên di bazarê de -- bi awayekî eşkere vajî vê yekê dide pêş. Ew dîyar dike ku çapkirina diravên kaxez di salên borî de çand caran dubare bûye, tevî ku hikûmetê vê yekê mendel dike.

Ehmed Tavakulebedî, xebîrekê aborîya Îranê, ji Al-Mashareq re ragihand ku di rastî de qebareya diravên kaxez ên di bazarê de salane bi rêjeya 35% zêde dibe ji sala 2007an ve.

Di sala 2012an de, rojnameya aborî ya Donya-ye Eghtesad qebareya diravên kaxez û diravên zîv ên di bazarê de eşkere kir û dîyar kir ku ew di sala 2010an de bi qasî 22.1 tirlyon Toman bû.

Li gorî heman raportê, ev hejmar bo 27 trilyon toman di sala 2012an de û 41 trilyon toman di sala 218an de bilind bû.

Di salên 2019 û 2020 de, datayên pereyên kaxez ên fermî wenda bûn. Tevî ku aniha hejmareke rasteqîn a diravên kaxez ên di bazarên welat de tune ye, lê tê payîn ku qebareya wan dora 75 trinlyon toman be.

Birêveberê berê yê Banka Milî Mehmûd-Reza Xavarî, di sala 2009an de bo serokê bankê, berî di sala 2011an de bireve derveyî Îranê, ji hêla berpirsên hikûmetê ve bi encamdayîna çalakîyên neyasayî û sextekarîyan hat gunehbarkirin, ligel birina pereyên di dest xwe de bo Kanadayê, ku ew aniha li wir dijî.

Li ser daxwaza Îranê, navê Xavarî bo çend salan li ser lîsta kesên ji Interpolê re tên xwestin bû, berî navê wî were rakirin. Gelek çavdêr dibêjin ku rakirina navê wî, û binketina berpirsên Îranî di girtina Xavarî de, erî zêde vedigere agahîyên nehênî yên di destê wî de.

Li gorî agahîyên berdest ev rewş vedigere binketina hikûmetê di pêkanîna rêkarên aborî de, di nav de proseya derxistina diravên kaxez de.

Pasdaran destêwerdanê di rewşên aborî de dike

Di demekê de ku pereyên di dest xelkê de zêde dibin, qebareya hilandina pereyan di bankan de kêm bûye. Sedemên serekî ew in ku xelk bawerîyê bi bankan nake û ew bêhtir dixwazin ku pereyan bikin zêr, zevî û weberanînê bi vê şêwazê bo ew li hember zêdebûna inflasyonê li ber xwe bidin.

Piranîya aborînasên Îranî yên cihê bawerîyê, tevî alîyên wan ên siyasî, dibêjin ku yek ji zehmetîyên aborî yên mezin ên Îranê "faktorên derveyî ne", lê ew têkildarî destnîşankirina faktorên derveyî de ne hevkok in.

Hin bawer dikin ku divê Îran dolar bi kar neyîne û divê li şûn wê ew bazirganîya derveyî bi diravine din mîna euro yan Yena Çînê pêk bîne.

Lê hin kesên din, di nav wan de Muhemed Xoşçehre, aborînasekî tundrew ê navdar, got ku destêwerdana Pasdaran di karûbarên aborî de yek ji kêşeyên aborîya Îranê yên serekî ye.

Di Tîrmeha 2011an de, Ehmedî Necad karmednên Pasdaran ên ku hawirdeyê bi rêya Pasdaran bi qaçaxî dikin wiha bi nav kirin "ew birayên me yên qaçaxçî ne". Roja din, Fermandarê Pasdaran ê wî çaxî Muhemed-Elî Ceferî hebûna rêyên Pasdaran di hevpeyvînekê de teqez kir.

Ji dawîya şerê Îraq û Îranê, Pasdaran hêdî hêdî dest danî ser samanên bazirganî û aborî yên Îranê. Ew li geştîgehên Îranê serdest e û hin girêbestên hikûmetê yên herî qezencbar li hundir û li derveyî welat bi dest xistin.

Bandora Pasdaran li ser aborîya Îranê ji sazîyên neftê û xazê li zevîyên Pars yên Başûrî heta bi avakirina keştîgehan li giravên Kendava Farisî û telekomyonkasyon, ya ku damezrandina dabînerê sereke yê Irancell dihundirîne, pêk tê.

Pereyên Îran li Sûrîyayê xerc dike ji diravên di bazarên wê de bêhtir in

Dahatên Pasdaran ji van çalakîyên aborî, şûna ku bo derxistina welat ji kêşeyên wê yên aborî, alîkarîyê didin projeyên Pasdaran li derve, li gorî şarezayan.

Pasdaran van pereyan bo tecnîdkirina endamên nû bi kar tînin, di nav de Lîwayê Fatemiyûn, ê ku li Sûrîyayê şer dike. Fatemiyûn bi awayekî sereke ji Şîeyên Efxanî pêk tê ku li Îranê dijîn û serkirdeyên wê endamên Feyleqê Qudisê yê girêdayî Pasdaran ne.

Endamên Fatimiyûn bi rêya sûdên darayî û civakî tên tencnîdkirin û xapandin. Hat ragihandin jî ku Pasdar welatîbûyîna Îranî pêşkêşî Efxanên netomarkirî dikin da wan tecnîd bikin. Welatîbûyîn jî dê bo malbatên wan werin dayîn, eger ew li Sûrîyayê hatin kuştin, ku dê weke "şehîd" jî werin nîşandan.

Jêsî Şahîn, sekretera çapemenîyê ya ofîsa nûnerê NY ê taybet bi Sûrîyayê di sala 2015an de eşkere kir ku Îran 6 milyar dolar her sal li Sûrîyayê xerc dike. Ev yek digihîje 90 trilyon tomanî, ku ew ji qaseya giştî ya pere û diravên kaxiz yên divê li Îranê werin belavkirin zêdetir e.

Ev pere ji pereyên Feyleqa Qudsê bo Hizbulaha Lubnanî û Hemasa Felestînê cihê ne ku salane bi qasî dora du milyar dolaran dikin.

Şarezayan got ku ev xerckirin hemû Îran ti sûd ji wan negirtin. Li gorî li ser erdê xuya dike Îran di şerên xwe yên biwekalet qet bi ser neket û ti armancên xwe bi cih neanîn.

Şarezayê Aborî Mewlûd Zahidî ji Al-Mashareq re got: "Eger 60 milyar dolarên ku Îran li Sûrîyayê xerc kirin di nava 10 salên borî de li herêmê hatibana weberanîn, dê herî kêm bi dehên hezaran derfetên kar peyda bikirana".

Zahidî da zanîn ku "tevî gendelîya kûr a li kezeba aborîya Îranê xistiye jî, dê berhemên xwecihî û geşesendina aborî xurt kiribana".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500