Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran milîsên Îraqî bi kar tîne bo bidestxistina dahatên bêhtir

Faris Omran

Endamên milîsa Cund el-Îmam, a ku Îranê piştevanîyê dide wê, di meşekê de cih digirin, ev wêne li ser înternêtê di 23yê Hezîrana 2017an de ji hêla milîsê ve hatiye belavkirin.

Endamên milîsa Cund el-Îmam, a ku Îranê piştevanîyê dide wê, di meşekê de cih digirin, ev wêne li ser înternêtê di 23yê Hezîrana 2017an de ji hêla milîsê ve hatiye belavkirin.

Di demekê de ku rejîma Îranê ji ber sizayên ku aborîya wê lawaz kirine dinale, ew hewl dide ku guvaşê li ser gencîneyên xwe sivik bike bi rêya damezrandina dewleteke paralîl li Îraqê û sûdgirtin ji wê, şirovekaran wiha rewş ji Diyaruna re şirove kir.

Wan got ku di navenda vê plangêrîyê de milîsên Îraqî ne, yên ku fînansa xwe bi awayekî rasterast ji Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) werdigirin û di encamê de ew li gorî fermanên wê tev digerin.

"Zilamên Îranê bi awayekî çalak dewleteke kûr anjî 'paralîl' ava dikin, ya ku erkê wê yê serekî ew e ku bi awayekî sîstematîk samanên Îraqîyan bidizin û karînên wan sînordar bikin," şirovekarê siyasî ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand.

"Pereyên ku ev sîxur û peya ji van karên neyasayî qezenc dikin diçe gencîneyên Pasdaran bo ew berdewam be di sepandina hejmûna xwe de û di pêkanîna çalakîyên xwe yên ziyanbar bo aramî û seqamgîrîya herêmê de," wî got.

Îraqî tevlî xwenîşandanan dibin li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê di 13ê Mijdara 2019an de. [Diyaruna]

Îraqî tevlî xwenîşandanan dibin li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê di 13ê Mijdara 2019an de. [Diyaruna]

Şewqî teqez kir ku qaçaxîya neftê, dermanên hişbir û tiştên din ji Îraqê û bo derveçavkanîyeke serekî ya dahatê ye bo milîsên Îran piştevanîya wan dike, û da zanîn ku milîsan qezencên yekcar mezin ji van çalakîyên nerewa û neyasayî dîtine.

Wî dîyar kir ku li gorî hinek texmînan, van milîsan rojane nêzî 23,000 bermîlên neftê ji zevîyên neftê yên li bakurê Îraqî dizîne, û ew bi tankeran neftê bi qaçaxî dibin Îranê.

Qaçaxîyê hiştîya dewleta Îraqî dora du milyar dolar ji dahatên neftê ji sala 2017an de wenda bike.

Çalakîyên neyasayî

"Milîsên çend rê û rêbazan bi kar tînin bo komkirina diravên biyanî û veguhestina wan bo Îranê," Şewqî got û da zanîn ku "ew hejmûna xwe bi kar tînin bo him dirustkirina fatoreyên sexte û him kirîna qasên mezin ên dolaran".

Wî daxuyand ku ev yek dê dînarê Îraqê lawaz bike, ji ber kêmkirina dolar li bazarên Îraqî.

Milîsên Îran piştevanîya wan dike di gendelîyên di warê girêbestên projeyên xizmetguzarîyên giştî de cih digirin û ew herwiha çalakîyên şûştina pereyan pêk tînin, bi rêya"ofîsên bazirganî" û torên raz, wî got.

Wî da zanîn ku dahatên ji van çalakîyan "bo fînanskirina çalakîyên Pasdaran ên li Sûrîya, Lubnan û Yemenê tên bikaranîn".

Wî daxuyand ku milîsan dest danîye ser bazara hesinên kevin, otombîlên kevin û hesinên kevin ên avahîyên ku di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de wêran bûne dihelînin û wan weke madeya xav li Îraqê difiroşin.

"Milîs hesinên kevin ji Îraqê dişînin Îranê, ku kargehên Îranî yên stîlê wan ji nû ve saz dikin û dîsan difiroşin Îraqê," xebîrê stratîjî Ala Naşo ji Diyaruna re ragihand.

"Milîs aborîya Îraqê û samanên niştîmanî bi çend rê û metodan talan dikin, ji ber ku ew hewl didin ku pereyan peyda bikin û bidin Pasdaran û bihêlin ku rejîma Îranê li hember sizayên aborî li ber xwe bide," Naşo ragihand.

Wî got ku li xalên sînorî yên bejî û keştîgehan, milîs bacên neyasayî li ser pêdivîyên ku derbasî Îraqê dibin disepînin, herwiha ew pereyan bi darêzorê ji karsaz û hawerdekeran distînin bo rê bidin ku barên wan bigihêjin embaran.

"Vê dizîyê gelê Îraqê hejar kiriye," wî got, û da zanîn ku "tevî budceya mezin a dewletê, Îraq ji ber xizmetguzarîyên giştî yên lawaz dinale".

Talankirina aborîya Îraqê

"Milîsan ji bilî wêranîyê tiştekî din neanîye Îraqê û ew hîn aborîya Îraqê talan dikin bo rê li ber rûxana rejîma Îranî, milîsên wê û alîgirên wê bigirin,"parlemantarê berê yê Îraqî Omer Ebdul Setar.

Wî bi bîr xist ku xwenîşandan Îraqê dihejînin ji destpêka Cotmehê ve "û ew doza bidawîkirina desthilatdarîya milîsên ku Îran piştevanîyê dide wan dikin" û daxwaza bidawîkirina zordarîya wan, talankirina aborîya Îraqê û tawanên din ên li jî gelê Îraqê dikin.

Wî got ku lê aniha "cîhanê xeterîya van milîsan û desteka ew didin Pasdaran bo alîkarîyê pê re bike ku li hember guvaşa sizayên aborî yên hatine sepandin ber xwe bide kêm kirine".

"Xebatên navdewletî giranîyê didin têkbirina sîstemên darayî yên komên ku dilsozên Îranê ne," Ebdul Setar got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500