Aborî

Şerên Pasdaran aborîyê dixeniqînin û dorpêça li ser Îranê dijwartir dikin

Erdeşêr Kurdistanî

image

Ev endamekî milîsa Ketaib Hizbulah e, ya ku Îran piştevanîya wê dike. Milîsê bi pêkanîna êrîşên bi mûşekan li ser baregehên misyonên biyanî li Îraqê di sala borî de tê tawanbarkirin. [Wêne ji IRNA]

Şirovekar dibêjin ku polîtîkayên aborî û serbazî yên berfirehxwaz ên Îranê dorpêça li ser welêt li ser asta navdewletî dijwartir dikin û barên gelê Îranê girantir dikin.

Wan got ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ji rewşa şepirze ya Îranê berpirsyar e. Di demekê de ku ew xwe dewlemend dike, Pasdaran hejmûna xwe li ser aborîyê bihêztir dike û derfetên karê li pêş sektorê taybet nahêle.

Di encama kiryarên Pasdaran de û herwiha sizayênnavdewletî yê li dijî wî welatî, êdî aborî Îranê bi awayekî berçav felc bûye.

Berhemanîna neftê ya Îranê bi rêjeya 33% heta aniha vê salê kêm bûye, bi berhevkirin ligel sala 2019an, û hinardekirinên wê bi rêjeya 64% daketiye.

image

Fermandarê Giştî yê Pasdaran Husên Selamî got ku Amerîka "cengeke aborî" li dijî Îranê li dar dixe, lê di rastîyê de kiryarên Pasdaran û piştgirîya wê ji komên tundrew re rewşa Îranê wiha kambax kiriye. [Wêne ji Tasnim News]

Li gorî Rêxistina Dewletên Henardekarên Petrolê (OPEC), henardekirina Îranê ya neftê bi rêjeya 70% kêm bûye ji sala 2017an ve, dema ku Amerîkayê dest bipêngava "fişara herî mezin" kir.

Nirxê diravê Îranê, riyal, di daketinê de berdewam e, ku bêhtir ji 500% ji nirxê xwe li hember Dolarê Amerîkî ji sala 2015an ve ji dest daye, ku 320% ji kêmbûnê ji sala 2018an û vir de pêk hatiye.

Di heman demê de, polîtîkaya berfirehxwaz a Pasdaran li herêmê û piştgirîya wê ji milîsan re dorpêça li ser Îranê dijwartir kir û derfetên weberanîna biyanî nehiştin.

Wekîlên Pasdaran samanên Îranê zuha dikin

Yek ji nimûneya vê yekê piştgirîya pasdaranji Ketaib Hizbulah re, ku milîseke Îraqî ji hêla cîgirê berê yê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis ve hatiye damezrandin.

Muhendis di 3yê Kanûna Duyem de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê hat kuştin, ligel fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran lîwa Qasim Sulêmanî.

"Siyaseta derve ya dijminkarî ya Pasdaran û destwerdana wê di karûbarên dewletên Ereb de bi rêya peya û wekîlên xwe nahêle ku pêwendîyên Îranê û dewletên endam di Encumena Hevkarîya Kendavê de asayî bibin," Emir Tûmec, lêkolînerê di karûbarên Îranê de ku li Amerîkayê dimîne, wiha rewş ji Diyaruna re şirove kir.

Li şûna ku têkilî di navbera Amerîka û Îraqê de sar bibin, piştî her êrîşeke bi mûşekan a Ketaib Hizbulah, dîplomatên Amerîkî ji yên Îraqî û yên Encumena Hevkarîya Kendavê nêztir dibin.

"Pasdaran dibêje ku cengê wê li derve bo parastina Îranê ji dagirkerî û dijminahîya Amerîkayê ye," şirovekarekî di hêzên deryayî yên Îranî de, ku xwest navê wî neyê eşkerekirin, got.

"Di rastî de, ev şer bi tenê pereyên Îranê xerc dikin û bi bîra Yekîtîya Ewropayê û hêzên din tîne ku Amerîka rêkarên baş di nêzîkatîyên xwe de ji Tehranê re dide pêş," wî ji Diyaruna re ragihand. "Çima dê Yekîtîya Ewropayê karan li Îranê veke? Ew pir xeternak û buha ye ji ber sizayên Amerîkayê."

Berpirsên Pasdaran vekirî mukur tên kusizayên Amerîkayê Îran xistiye fişareke aborî ya mezin.

Di destpêka Tebaxê de, Fermandarê Giştî yê Pasdaran lîwa Husên Selamî ragihand ku "dijminê" Îranê -- Amerîka -- "cengeke aborî" li dijî Îranê li dar dixe.

Amir Elî Hacîzade, fermandarekî payebilind ê Pasdaran, di Tîrmehê de got ku "kêşeya mezin a Îranê aborî ye".

Lê tiştê ku vî berpirsî negotiye ew e ku kiryarên Pasdaran ev rewş peyda kiriye.

Heya ku Pasdaran di piştgirîkirina wekîlên xwe yên li herêmê de berdewam be, Îran dê bêhtir were dorpêçkirin û dê aborîya wê lawaztir bibe ji ber kampanya fişarên mezin ên hikûmeta Amerîkayê.

Kampanya hewl dide ku metirsîya programê mûşekên balistî yê Îranê nehêle, çalakîyên wê yên terorî yên li seranserê cîhanê rawestîne û rê li ber çalakîyên wê yên gefbar li herêmê ku bi rêya wekîlên wê yên çekdar in bigire.

Li Îranê ''eger tu ji Pasdaran re kar nekî, tu qet kar nakî"

Ji ber nebûna weberanîna biyanî, Pasdaran sizayan weke amrazekê bi kar tîne bo bihêzkirina hejmûna xwe li ser aborîya Îranê û nehiştina pêşbazîyê.

Serkirdeyên Pasdaran dibêjin ku çalakîyên wan ên aborî -- herwiha yên serbazî jî -- Îranê ji dijminahîya biyanîyan diparêze. Lê di rastîyê de Pasdaran dewlemendtir dibe bi rêya destdanîna li ser aborîya Îranê.

Li gorî yek ji nirxandinan, ku Kompanîya Avahîyê ya Xatem el-Enbiya ya Pasdaran di Hezîranê de belav kir, Pasdaran dora 80% ji "projeyên aborî" li Îranê xistine destê xwe de, di nav de, veguhestin, av, avahî, neft û xaz.

Yadulah Muhemedî, yek ji damezrînerê kompanîyeke endazyarîya sivîl a serkeftî li Tehranê ku 15 salan xebata wê heye, ji Diyaruna re ragihand: "Tu qet nikarî kar li Îranê dest pê bikî. Ew ne gengaz e."

"Berî aniha wan derfeteke biçûk ji me re dihişt, lê aniha Pasdaran û belêndarên wê bi temamî dest danîne ser karên endazyarîya sivîl," wî got. "Tu derfet li pêşîya min nema ji bilî ku ez dergehên kompanîya xwe bigirim."

Muhemedî daxwaz kir ku navê kompanîya wî neyê eşkerekirin, ji tirsa Pasdaran.

Meryem Xoresanî, endazyareke telarsazîyê ye li Meşhedê li Îranê, rastî heman serpêhatîyê hatiye.

"Ez carê li kompanîyeke Pasdaranê dixebitîm," wê ji Diyaruna re ragihand. "Piştî demekê, min biryar da êdî ez tiştekî ligel wan nekim, û min hewl da ku rêya xwe ji nû ve vekim."

"Wan rola min biçûk kir ku ez neçar mam kar biterikînim," wê got. "Eger tu ji wan re kar nekî, tu qet kar nakî."

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)