Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li nêzî Mûsilê têk dibin

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî mêjereke mezin ji teqemenîyên DAIŞê yên ku di şikeftekê de li başûrê Mûsilê roja 10ê Tebaxê hatine dîtin der dixin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî mêjereke mezin ji teqemenîyên DAIŞê yên ku di şikeftekê de li başûrê Mûsilê roja 10ê Tebaxê hatine dîtin der dixin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Sêşemê (11ê Tebaxê) şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li nêzî bajarê Mûsilê têk bir, li gorî berpirsekî serbazî.

Hêzin ji Firqeya 16ê ya artêşê, bi hevahengî ligel fermandarîya polîsê Nînewayê, heşt endamên şaneke DAIŞê girtin, fermandarê operasyonên Nînewayê,Smaîl Mehelawî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku endamên şanê, ku şênîyên taxa 17ê Temûzê û devera Tel Eşref li rojavayê Mûsilê bûn, "di xebateke taybet a hewalgirîya serbazî de hatin giritn piştî şopandineke bi hûrayî ya cihên wan ên xweveşartinê".

Wî got ku ew li gundê Eşqîra el-Sufla li zincîra çiyayên Badûşê, 25 kîlometran li bakurê-rojavayê Mûsilê, hatin girtin, piştî ew ketin di kemînekî hêzên Îraqî de.

Leşkerine Îraqî roja 25ê Tîrmehê li paşmahîyên DAIŞê li rojavayê Mûsilê digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî roja 25ê Tîrmehê li paşmahîyên DAIŞê li rojavayê Mûsilê digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Kesên hatine girtin endamên dihatin xwestin [ên DAIŞê] bûn, û fermana girtina wan heye ji ber cihgirtina wan di çend kiryarên terorî de," Mehelawî got.

Piştgirîya xelkê deverê

Wî teqez kir ku hêzên fermandarîya Nînewayê xebateke hewalgirî ya mezin dide pêş bo şopandina endamên DAIŞê û kesên bi wan re hevkarîyê dikin û bo têkbirina şanên wan bi hevahengî ligel fermandarên ewlehî û hewalgirî.

Mehelawî dîyar kir ku ev operasyon bi "piştgirîyeke mezin ji hêla xelkên xwecihî, yên ku gelek alîakr in, tên pêkanîn".

Wî got ku bi saya piştgirîya xelkê deverê, "me karî ku em çend cihên ku terorîstan xwe li wan diveşart nas bikin û êrîşî wan bikin, û me veşartgeh û embarên wan ên çekan wêran kirin".

Wî daxuyand ku berî du rojan, hêzên ewlekarîyê şikefteke mezin dîtin, li nêzî Şûrayê, li başûrê Mûsilê, ku ji hêla milîtanan ve weke tunêleke nehênî, dihat bikaranîn.

Tunêlê stokine mezin ji top û teqemenîyan dihundirandin, di nav de 750 topên hawen û rokêtên bi celeb û qebareyên cuda.

Hêzên Nînewayê tûnlên û tiştên tê de bi selametî teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez nizanim kî ew anîne bo bazarên xwe bi terorîstan re bike. Bi Xwedê, ez dixwazim ku wan di şikeftê de binax bikim lê ma çi ji destê min tê? Dolar carinan bilind û carine din nizim dibe.

BERSIV BIDE