Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Biyabana Nînewayê ji bermayîyên DAIŞê ewle ye

Xalid Taî

Karwaneke artêşa Îarqî di 8ê Tîrmehê de deverên başûr û rojavayê parêzgeha Nînewayê dimalin da li bermayîyên DAIŞê û veşartgehên wan bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karwaneke artêşa Îarqî di 8ê Tîrmehê de deverên başûr û rojavayê parêzgeha Nînewayê dimalin da li bermayîyên DAIŞê û veşartgehên wan bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî got ku rûberine berfireh li Badîyaya (biyaban) Nînewayê li nêzî sînorê Sûrîyayê hatin ewlekirin piştî zincîreke operesyonên ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) arman dikin di destpêka Tebaxê dest pê kir.

Operesyonan navçeyên Hetra û Beacê yên Nînewayê ber bi şerîta sînorî bi Sûrîyayê re û li başûr ber bi parêzgeha Enbarê ve armanc kirin, fermandarê operesyonên Nînewayê lîwa Îsmaîl Mehelawî ji Diyaruna re got.

Wî got ku operasyonên lêgerînê -- yên herî mezin ji çaxê têkbirina DAIŞê di dawîya 2017an de -- giranîyê didine şopandina endamên DAIŞê ên ku di şerên rizgarkirinê de sax man û revîyane biyabana Nînewayê û destnîşan kir ku ev çekdar bi piranî xwecihî ne.

Wî got ku hemû veşartgehên DAIŞê hatin armanckirin li ser bingeha planên ku fermandarîyên ewlehî û hewalgirî danîn û destnîşan kir ku dora 200 kîlomitrên çargoşe yên erdan hatin teftîşkirin û ewlekirin.

Yekîneyên êlî yên Îraqî li rojavayê Enbarê di 3yê Tîrmehê de operesyoneke lêgerînê li biyabanê li herêma Ferata Jorîn, a hevtixûb bi parêzgeha Nînewayê re, bi cih tîne. [Wêne ji hêza êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Yekîneyên êlî yên Îraqî li rojavayê Enbarê di 3yê Tîrmehê de operesyoneke lêgerînê li biyabanê li herêma Ferata Jorîn, a hevtixûb bi parêzgeha Nînewayê re, bi cih tîne. [Wêne ji hêza êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Mehelawî got got ku van operesyonan "nehişt ku bêhna endamên DAIŞê were ber wan yan cihekî ji xwe re bi dest bixin".

Wî got ku gefa ew çêdikin kêm bûye, ji ber tenê çend malên vehesînê û veşartgehên terorîstan li devera opersyonê mane û hemû jî hatine kifşkirin.

Mehelawî got ku fermandarîya Nînewayê kar dike da ku çarçoveya operesyonan berfireh bike û şepêla wan di qonaxa tê de zêde bike.

"Di van çend heftîyên tên de, em dê operesyonên lêgerînê yên berfireh li gelek deveran bi cih bînin, operesyonên ku em nikarin aniha eşkere bikin," û teqez kir ku hemû deverên ku bermayîyên DAIŞê hewl didin ku xwe lê bigirin dê werin armanckirin heta Nînewa "bi temamî were paqijkirin".

Tu penagehên ewle nînin

Herwiha fermandarîya Nînewayê bi awayekî çalak sînorê bi Sûrîyayê re li dijî derbasbûna bi dizî diparêze.

Di daxuyanîyeke 14ê Tebaxê de, Wezareta Berevanîyê îlan kir ku artêşa Îrqaî "31 terorîstên ku bi dizî di sînorê bi Sûrîyayê re derbas bûn di kemînekî de girtin", di operesyoneke herî mezin de ji vê coreyî di van çend sal de.

Hevkarîyeke serbazî ya berdewam heye da ku devera biyabanî ya di nav parêzgehên Enbar û Nînewayê de li bakurê çemê Feratê bi temamî ewle bikin, fermandarê êlî yê Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyarunare ragihand.

Wî got ku fermandarîyên Cezîrê û Nînewayê operesyonan bi beşdarbûna êlî bi cih tînin, "da ku veşartgehên terorîstan li rojavayê Wadî Sersar, girava Rewa, Hetra û Beac heta sînorê bi Sûrîyayê re bişopînin".

Obêdî got ku çekdar "hewl didin xwe bixine dilqê şivanan de dema ew ji deverekê diçine devereke din da ku dabînkirinê wergirin an birevin", lê dawî ew ji alîyê hêzên Îraqî ve tên dîlkirin bi alîkarîya niştecîyên xwecihî û xebatên hewalgirî.

Wî destnîşan kir ku hêzên kontrolkirina sînor amade ne ku bi xwe sînor Sûrîya-Îraqê ewle bikin.

Wî got ku yekîneyine Firqeya 8mîn, ên di ewlekirina sînor de beşdar dibin, kar dikin ku hin hêzên xwe ber bi Kerkûk û girên Hemrînê ve biguhêzin da ku fişarê li şanên DAIŞê yên li wir çalak bikin û rêyên dabînkirinê yên digihine rojavayê Nînewayê li pêşîya wan qut bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500