Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî "fermandarê êrîşan" ê DAIŞê li Nînewayê digirin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di 13ê Mijdarê de kesê bi navê "fermandarê êrîşan" ê DAIŞê li parêzgeha Nînewayê girtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 13ê Mijdarê de kesê bi navê "fermandarê êrîşan" ê DAIŞê li parêzgeha Nînewayê girtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Hewalgirîya serbazî ya Îraqî Çarşemê (13ê Mijdarê) endamekî payebilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê girt, ku ew weke "fermandarê êrîşan" di rêxistinê de dihat naskirin.

Piştî çavdêrîyeke baş, hêzên hewalgirîya Îraqî kemînek ji endamê DAIŞê re li kampa Ced'ayê li devera Geyara, li başûrê Mûsilê veda, şirovekarê ewlehî Fadil Ebû Rexîf Pêncşemê wiha ji Diyaruna re ragihand.

Ebû Rexîf anî ziman ku kesê bi navê "fermandarê êrîşan" tê naskirin ew serkirdeyekî payebilind ê "Wilayet Nînewa" yê DAIŞê ye, û berpisê gelek êrîşên terorîst e.

Wî dîyar kir ku wî piranîya êrîşên herdu salên dawî li rojavayê Nînewayê, li deverên Şengalê, Eyadiya û Qeyrawanê pêk anîne, herwiha li rojhilatê Mûsilê.

Leşkerine Îraqî operasyoneke lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê pêk tînin li parêzgeha Nînewayê di 4ê Mijdarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî operasyoneke lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê pêk tînin li parêzgeha Nînewayê di 4ê Mijdarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ebû Rexîf da zanîn ku "fermandarê êrîşan" kesayeteke sereke ye ku ji alîyê desthilatên Îraqî ve tê xwestin, û bi "kuştina gelek kesên bêguneh bi rêya otombêlên bomebarkirî û xwekujan" tê tawanbarkirin.

Ebû Rexîf hêvî dike ku ev girtin "dê bihêle gelek hûrgulî û agahî derbarê çalakîyên paşmahîyên DAIŞê, tawanên berê û şanên veşartî de werin bidestxistin.

Endamê DAIŞê piştî mukuhatinên endamên şana 14an a DAIŞê li parêzgeha Nînewayê dabûn hat şopandiin.

Mukurhatinên serkirdeyê DAIŞê Bedir Zerkûtî hişt ew were girtin, Zarkûtî di Tîrmehê de hatibû girtin û tilîya wî di gelek êrîşên wêranker li navend û başûrê Îraqê de hebû, ku gelek sivîl di wan de hatine kuştin.

"Databêzeke hewalgirî ya berfireh"

Ebû Rexîf ragihand ku di operasyoneke cihê de roja Çarşemê, hêzên hewalgirîya Îraqî şeş endamên şaneke DAIŞê girtin ku di "Wilayeta Nînewayê" de li gelek deverên parêzgeha Nînewayê dixebitîn.

Wî got ku vê şanê "xebatên mîna çavdêrî û şopandinê" dikirin, ligel mijarên îdarî, di nav de pêkanîna şerîeta hişk a rêxistinê.

Wî destnîşan kir ku ev şan "beşeke ji şaneke mezintir ku aniha tê şopandin."

Ebû Rexîf teqez kir ku databêzeke berfireh derbarê "Wilayeta Nînewayê" ya DAIŞê de li ba ajansên hewalgirîyê heye, ku ji mukurhatin û dosyayên elektronîk, belge û datayên ku di dema êrîşên li ser veşartgehên rêxistinê de hatine girtin hatiye berhevkirin.

Wî got ku ev agahî "hiştin girtin çêbibin û fermanên girtinê derheqê bi sedan paşmahîyên DAIŞê de derkevin, ên xwe li biyaban, çîya û newalan vedişêrin, an jî weke şanên razayî yên li bajar û kampên bêwaran."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bijî lehengên me di hêzên ewlekarîyê de!

BERSIV BIDE

Ez ji Xwedê lavakar im we biparêze, ey lehengên Îraqê di hêzên ewlekarîyê de.

BERSIV BIDE