Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêla kuştinan ya li Dêra Zorê cihê guman ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Siwareya ku serkirdeyê êlî Şex Mutşer Hemûd Hifil ê êla Ekêdatê tê de fîşek lê ketin ji alîyê êrîşkarên nenaskirî û hat kuştin. [Wêne ji Nûçeyên Şerqîya û Cezîrayê hatiye wergirtin]

Siwareya ku serkirdeyê êlî Şex Mutşer Hemûd Hifil ê êla Ekêdatê tê de fîşek lê ketin ji alîyê êrîşkarên nenaskirî û hat kuştin. [Wêne ji Nûçeyên Şerqîya û Cezîrayê hatiye wergirtin]

Zincîra kuştinan a ku rûspîyên êl û eşîran armanc dikin li herêma Dêra Zorê li bakur û rojhilarê Sûrîyayê armanc dike ku ewlekarîyê kêm bike û astengîyan ji xebatên tinekirina terorîzmê re çêke, çalakgerên xwecihî roja Çarşemê (5ê Tebaxê) ji Diyaruna re ragihand.

Herêm li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ye, ya ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike.

"Atmosferê giştî li herêmê zor alozdar e li gel xwesteke niştecîyan ku QSD nasnameya tawanbaran destnîşan bike çi qasî zû be," çalakgerê civakî û rojnamevan Emar Salih ji Diyaruna re got.

Wî got ku gumanbarê sereke di van operasyonên kuştinê de "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e, ya ku berî vê berpirsyarîya xwe ji bêtirî êrîşekê re angaşt weke bersiv li dijî nêzîkbûna di navbera êl Hêzên Sûrîya Demokratîk de.

Yek ji xwenîşandanên ku li Dêra Zorê hat lidarxistin ji ber pêla kuştinan a ku rûspîyên êl û eşîran armanc dikin. [Wêne ji Baz News hatiye wergirtin]

Yek ji xwenîşandanên ku li Dêra Zorê hat lidarxistin ji ber pêla kuştinan a ku rûspîyên êl û eşîran armanc dikin. [Wêne ji Baz News hatiye wergirtin]

Fermandarê Giştî yê QSD Ceneral Mezlûm Ebdî vê dawîyê piştgirîya êlên Dêra Zorê wergirt bo xebatên wê ku bi temamî terorîzmê tine bike û herêmê pêş bixe.

Kuştina herî dawî serkirdeyê navdar ê êla Ekêdatê armanc kir, Şêx Mutşer Hemûd Hifil, ê ku bi ajokerê xwe re hat kuştin dema çekdarên nenaskirî gule avêtine siwareya wan li gundewarê rojhîlatî yê Dêra Zorê roja Yekşemê.

Serkirdeyê êla Ekêdatê Şêx Îbrahîm Cedaan Hifil, ê ku herwiha di siwareyê de bû, di êrîşê de hat birîndarkirin.

Ev êrîşa sêyem e ji vê corê tenê di heftîya bûrî de.

Di 31ê Tîrmehê de, Elî Weys, serkirdeyekî êla Bekarayê û Muxtarê xwecihî yê gundê Dehlayê li gundewarê Dêra Zorê, bi fîşekan hatin kuştin ji alîyê du êrîşkarên nenaskirî ve li ser motorekî.

Berî rojekê, Sulêman Kesar, peyvdarê Ekêdatê, li bajarê Besîrayê di operasyoneke ku DAIŞê angaşt kir hat kuştin.

Çalakgerê medyayê yê Dêra Zorê Cemîl Ebid got ku pêla kuştinan hevrê bû bi kampanyayeke medyaya civakî ya hevaheng ku navtêdan li dijî hêzên QSD û yên hevpeymanîya navdewletî kir.

Wî anî ziman ku kampanyayênên navtêdanê di navebra êlan bi xwe de çêdibûn.

"Tiştê dihêle mirov matmayî be ew e ku rejîm bi awayekî yekser destên wê di kampanyayên navtêdanê de hene... ew sûdê ji rewşa heyî werdigire, vê yekê hişt ku gelek kes ecêbgirtî bimînin gelo têkilîya rejîmê bi operasyonên kuştinê re heye yan tenê sûdê ji rewşê werdigire," wî got.

"Ev êrîş armanc dikin ku lihevnekirinê li Dêra Zorê belav bike û astengîyan ji xebatên armanc dikin ku ewlehî, aştî û pêşketinê belav bikin çêkin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500