Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bi sedan Sûrî ji kampa Holê tên derxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karwaneke ku radihêje malbatên ji kampa Holê hatine berdan di bajarokê Hecînê re derbas dibe li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Eyes of Euphrates hatiye wergirtin]

Karwaneke ku radihêje malbatên ji kampa Holê hatine berdan di bajarokê Hecînê re derbas dibe li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Eyes of Euphrates hatiye wergirtin]

Bi sedan Sûrî destûr ji wan re hat dan ku vegerine bajarokên xwe piştî ew ji alîyê birêvebrîya kampa Holê ya li bakur û rojhilatê parêzgeha Hesekê hatin berdan, çalakgerekî xwecihî got.

Ew hatin berdan, piştî navbênkarî û misogerîyên kesane ji alîyê serkirde û rûspîyên êlên Dêra Zorê, û piştî hat rastnîşandan ku destên wan di çalakî û tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) nîne.

Birêveberîya kampê, ya girêdayî Birêveberîya Xweser e ya li bakur û rojhilatê Sûrîyayê, biryar da ku 460 kesan ên endamên 117 malbatan e berde, çalakgerê Dêra Zorê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Ev malbat demekê li kampa Holê man, kampa ji niştecîbûna endamên DAIŞê yên girtî û malbatên wan re hatiye terxankirin, Salih got.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Sûrî endamên DAIŞê û malbatên wan dihewîne. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Sûrî endamên DAIŞê û malbatên wan dihewîne. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Wî got ku proseya berdanê temam bû piştî bidawîbûna peygerînan derbarê tekekesên destnîşankirî, peygerînên dîyar kirin ku destên wan di tawan ku DAIŞê bic cih anîn nîne û û alîkarî bi rêxistinê re nekir ew han nedan.

Salih da zanîn ku berdan piştî navbênkarîya serkirdeyên êlan û rûspîyan li Dêra Zorê hat, parêzgeha van kesên hatine berdan, ji ber piranîya wan ji el-Baxoz, Sûsa û Hecînê ne.

Salih got ku xelkê Dêra Zorê pêşwazîya berdana bi kom kir, ji ber ew tam berî Cezna Qurbanê hat û malbatên wan dê karibin betlaneyê bi xizmên xwe re biqedînin.

Wî destnîşan kir ku berdan piştî gelek civînên di nav serkirdeyên êlan û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), bi serokatîya ceneral Mezlûm Ebdî hat.

Wî got ku di civînan de serkirdeyên êlan qebûl kir ku bi awayekî tam piştgirîya xebatên QSD bikin da ku şerê terorîzmê bikin û ji bo bi QSD re kar bikin da ku vegera jîyana normal li herêmê hêsan bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500